Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

219. rojanekirina 2.9.0;



- dema çomezek tê erêkirin, êdî otomatîk jê re peyamek tê şandin ku mijara formata tirşikê bixwîne. her wiha heman peyam bi riya e-mailê jî, jê re tê şandin.



- di rûpela derbarê(Here lînkê) de lîsteya moderatoran hat weşandin. da ku nivîskarên nû bizanin moderatorên tirşikê kî ne.



- di profîla nivîskarek de êdî mirov dikare bibîne ka ew nivîskar çomez, nivîskar e an moderator e.



- weke hûn zanin me mijarên sîyasî, ji bo mêvanan girtibû. lê dema peyamek bihata dengdan

biketa lîsteya dengdanên dawîn, mirov dikariya van peyaman bixwîne. ev xeletî hat rastkirin.



19.09.2016 18:32 | simurg56

220. rojanekirina 2.9.1;





- taybetiya astengkirina nivîskaran çêbû. êdî heçî bixwaze dikare nivîskare asteng bike/blok bike. piştî wisa kir, êdî wê peyamên aîdê vî nivîskarî nebîne. ger di mijarê de peyama nivîskarek din tune be, wê mijarê komple nebîne. yanî mîna ku ew mirov li tirşikê ne nivîskar be.

ji bo vê yekê divê mirov bikeve rûpela profîla nivîskar û di binê avatara wî de li bişkojka "blok bike" bike.



- dema di binê mijarek de peyam dihatin jêbirin, haya mirov ji vê yekê çênedibû û loma têkiliya di navbera peyaman de wenda dibû. êdî dema peyamek hat jêbirin, êdî ew peyam nayê dîtin lê li şûna wê di cihê peyamê de wisa dinivîse "Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin"

weke mînak di vê mijarê de peyamên 13, 14 û 15. jêbirî ne; ferhenga şikestî

ne bi temamî wisa be jî, daxwaza azadixwaz bû: nivîskarekî li vê derê tirek kir/44690



25.09.2016 13:17 ~21:31 | simurg56

221. Ev ji ber baş bû lê ji tirşikê re nebaş bû. Kesên ji hev qicixê digrin wê hev asteng bikin û wê şerr hew derkeve *



25.09.2016 21:51 | berxweda

222. blok kirin gelekbaşbûye bi taybetî jî jibû nivîsên min.. yên serê wan pê nexweşe ne vir be block bikin êdî ez û we ji hev xelasbibin û ne hewceye êdî reşik bidin. dema bi mêvandarî jî tên tirşikê bihatna naskirin û blok kirin ewê pir baş bibûya *



25.09.2016 21:53 | shorbevan

223. rihê kurdî di kodan de veşartiye bi çavê coderekî dema min lê nêrî ez rastî vê yekê hatim. hinek pêşniyarên min hene, ji bo ewlehiyê min wekî peyam rêkirin.



25.09.2016 22:26 | cekdar

224. li jêr her peyamekî bişkoja parve bike -li ser sosyal medyayê-, gilî bike -eger tişteke derî formatê tê de hebe-, peyam bişîne -ji bo şandina peyamên taybet bê bicîkirin, tirşik wê xweştir be.



26.09.2016 03:28 | endazer

225. rojanekirina 2.9.2;

1- pêşkêşkera sîstemê hat guhertin. ji xeynî beşa danegehê, her tişt hatin veguhestin.

2- sîstema beşa ferhengên duzimanî komple hat nûkirin û li turkcekurtcesozluk.comê hat bicîkirin. lê dîsa jî bi tirşikê re entegre ye.
bi xuyaniya xwe ya sade, pêşniyarên lêgerînê û gelek taybetiyên din, ev pergal ya herî serkeftî ye di nav pergalên ku me heta niha ji bo ferhengên duzimanî amade kiriye. li gel kêmasiyên xwe, di nav malperên ferhengan de jî ya herî fonksiyonel e. wê hê jî were pêşvebirin.

tiştek nû: êdî dema mirov rûpela ferhengê veke, dikare rasterast dest bi nivîsandinê bike, ne hewce ye ku mirov li qutiya lêgerînê bitikîne. dema we dest bi nivîsandinê kir ew jixweber dikeve wê qutiyê. berê jî ev pêkan bû, dema malpervedibû rasterast ew qutî dihata hilbijartin lê wê demê di telefonan de klavye otomatîk vedibû û vê yekê mirov aciz dikir. loma me vê taybetiyê girtibû. êdî ev problem rabû. di komputeran de çawa ku mirov dest bi nivîsandinê dike, qutî tê bijartin, di telefonan de jî klavye otomatîk venabe. bi ya min ev taybetî bikaranîna ferhengê gelek gelek xweştir dike.

3 - kodên malperê hêdî hêdî ji mysqlê tê veguhestin li pdo'yê. pdo teknolojiyek nûtir e û ewletir e. vê gavê beşa ferhengê komple derbasî vê binesaziyê bû. em ê hêdî bi hemû beşên xwe re tirşikê jî derbasî vê bingehê bikin. di vê pêvajoyê de heye ku xeletî û kêmasî çêbin. divê hûn jî van kêmasî û xeletiyan ragihînin ku haya me pê çêbe. ji ber ku wê hemû pergal were rojanekirin, divê her gav her fonksiyon û her bişkojk ji nû ve werin kontrolkirin.



10.12.2016 14:08 ~14:12 | simurg56

226. rojanekirina 2.9.3;

1- xeletî/kêmasiyên biçûk hebûn, hatin rastkirin.

2- Êdî moderatorên tirşikê dikarin qeyda endamên nû vekin/bigirin. Carinan faşîstên tirk tên li ser hev hesabên nû vedikin û hewl didin zerarê bidin tirşikê, di demên wisa de moderator jixwe dikarin wan asteng bikin. Ger dev jê bernedin û gelek kes bin wê demê moderator dikarin rûpela endambûnê betal bikin û nehêlin kes bibe endam. paşê dikarin vekin jî.



12.12.2016 17:11 ~2016.12.13 15:07 | simurg56

227. Rojanekirina 2.9.4;

1- veguhertina bingeha sîstemê qediya. pergal êdî moderntir e û ya jê giringtir, li gorî berê li dijî êrîşan gelek ewletir e. Di pêvajoya veguhertina sîstemê de gelek xeletî, kêmasî jî hatin tespîtkirin û rastkirin. her wiha ji bo performansê jî hinek optîmîzasyon çêbûn.

2- êdî mirov dikare di rûpela profîla xwe de peyamên li dîwara xwe û peyamên xwe yên rewşa derûnî, jê bibe.

3- êdî dema mirov mijarek bixwîne, ger ew mijar di derbarê fîlmek de be û ew fîlm di danegeha tirşikê de hebe, li jora navê mijarê, afîş û agahiyên fîlmê otomatîk derdikevin. weke mînak (bnr: pk)

4- êdî mîna fîlman, mijarek di derbarê pirtûkek de be û ew pirtûk di danegeha tirşikê de hebe, berg û agahiyên pirtûkê jî otomatîk derdikevin. mînak: (bnr: mîrname)



26.12.2016 11:29 | simurg56

228. rojanekirina 2.9.5;

1- Êdî lêzêdekirina fîlman gelek gelek hêsan e. têkevin beşa fîlman û pê li fîlmek bişîn bikin, wê qutiyek derkeve pêşberî we di wir de an navê fîlmê an jî navnîşana fîlmê ya imdb'yê an jî nimroya wê ya li malpera imdb'yê binivîsin û pê li enter bikin. wê tirşik bi awayek otomatîk navê fîlmê, sala wê, dirêjahiya wê û navê derhênerê fîlmê peyda bike. her wiha wê ziman, welat û cûreyên fîlmê jî peyda bike û wergerîne kurdî. her wiha wê afîşa fîlmê jî bîne. hûn ê tenê navnîşana fragmana wê ya li youtubeê bînî û kurteya kurdî ya fîlmê binivîsî û qediya.

2- Li beşên pirtûk û fîlman, di lêgerînê de pêşniyarên lêgerînê hatin çêkirin. êdî dema we dest vi nivîsandina navê fîlmê an jî pirtûkê kir, tirşik otomatîk pêşniyaran dike.

3- êdî di beşa fîlma de pûana imdb'yê û lînka fîlmê ya li imdbyê jî xuya dike. li kêleka pûana tirşikê, (imdb: 7.9) fîlan dinivîse. ev pûana imdb'ê ye. dema wê li nivîsa imdbyê tikand jî, rûpela fîlmê ya li imdbyê vedibe.

4- Di rojanekirina berî vê de me kiribû ku êdî di mijarên têkildarî fîlm û pirtûkan de, agahiyên wan otomatîk derkevin. êdî di nav agahiyan de pûanên(tirşik û imdb) fîlmê jî derdikeve û ger we pûan nedabe wê fîlmê, pirtûkê bêyî ku herin beşa fîlmê/pirtûkê hûn dikarin pûan bidinê.

5- Di beşa fîlman de, li aliyê çepê êdî lînka fîlmên popûler heye, dema we lê tikand, hemû fîlmên di danegeha tirşikê de li gorî pûanên wan tên lîstekirin.

6- di beşa fîlman de ji aliyê xuyaniyê ve guhertinên gelek xweşik çêbûn.

7- Êdî dema mirov fîlman li tirşikê zêde dike, "senarîst" nayê pirsîn.



28.12.2016 13:28 ~2020.01.05 13:40 | simurg56

229. rojanekirina 2.9.6;

1- bi rojanekirina 2.9.5ê êdî dema we xwest fîlm li tirşikê bar bikin, tirşikê piraniya agahiyên fîlmê, jixweber ji înternetê peyda dikir. êdî dema we xwest mijara fîlmekê vekin û ger ew fîlm di danegeha tirşikê de tune be, forma lêzêdekirina fîlmê bi awayek tijebûyî, derdikeve pêşiya we û berî ku hûn mijara fîlmê vekin, bi hêsanî dikarin fîlmê li tirşikê zêde bikin. piştî we fîlmê şand, hûn dikarin mijara fîlmê vekin.

2- di rûpela agahiyên berfireh ya fîlman de jî êdî pûana imdb'yê tê nîşanddan.

3- di beşa fîlman de di rûpela profîla nivîskaran de, xuyaniya lîsteya fîlmên lêzêdekirî, wergerandî, dengdayî hat sadekirin û xweşiktirkirin.

4- dema tirşik agahiyên fîlman otomatîk ji înternetê peyda dikir; ziman, welat û cûreyên fîlmê jî peyda dikir û werdigerand kurdî. êdî dikare hemû ziman, cûre û welatan wergerîne kurdî. bi lêzêdekirina dehan ziman û welatan, ev fonksiyon êdî wê xweştir bixebite.

5- rojanekirinên berê de ji ber zehmetiyê, di fîlman de agahiya senarîst hatibû rakirin. lê ji ber ku êdî otomatîk e, ev agahî dîsa lê hat zêdekirin.



02.01.2017 17:54 | simurg56

230. rojanekirina 2.9.7;

- êdî ger bnr an jî vbnr'yek vala be, binê wê xêzkirî tê nîşandan. weke mînak mijara "french" tune, loma weke hûn dibînin dema em bnr'ya wê didin binê wê xêz dibe; (bnr: french)
bi vî awayî, bêyî ku hûn lê bitikînin, hûn dikarin bizanin ka ew bnr vala ye an tije ye.

- di bikaranîna wêne û spoileran de berî biîkojkên spoiler û wêneyê, valahiyek zêde û beredayî derdiket. ew valahiya zêde hat rakirin.



11.01.2017 22:10 | simurg56

231. rojanekirina 2.9.8;

di vê rojanekirinê de, ji bo tirşikê pêşketinek mezin çêbû. ji ber vê yêkê bû ku ev çend çend heftî bû min zêde nekarî di tirşikê de binivîsim.

- ferhengên tirşikê êdî gelek mezintir e. bi alîkariya gelek tirşikvanan, me bi qasê 200.000 peyvên din li ferhengên tirşikê zêde kirin. piştî ku me van peyvan lê zêde kirin hejmara peyvan hema bêje bû nîv mîlyon. paşê me hemû peyvên ku ji yekê zêdetir caran di ferhengê de cî girtine, tespît kirin, wateyên wan li hev zêde kirin û wan kirin yek. bi vî awayî, êdî ferhengan de peyvek tenê carekê cî digire.
li gel vê yekê, dîsa jî hejmara peyvan gihişt nêzikî 4 sed hezaran.
welhasil aniha di ferhengên me de bi giştî 384.249 peyv hene.
hevalên ku alîkarî kirin; simurg56, azadixwaz, xendekî, mergehezo nançû, darînê daryo, berxweda, vêca çiyeeee.
(kesên ku dixwazin di karên wisa de alîkarî bikin, dikarin bi min re bikevin têkiliyê.)

- di ferhengê de gelek xeletî hatin rastkirin û hinek tedbîrên ewlekariyê hatin standin.

ser xêrê be.



11.03.2017 11:36 ~11:40 | simurg56

232. Sîstema nû ya ku weke her car "Destxweș"eke mezin heq dike. Min jî digot ma çima pêjina lehengên tirșikê nayê *

Lê min tê anî der ku mijarên di kategoriya" peyv, biwêj" li ferhenga nehatine zêdekirin. Halbûkî hinek peyv di nav mijaran de derbas dibin lê di ferhengê de nînin. Gelo Çima?



11.03.2017 13:08 | gumgumok

233. înşallah di nava 2 hefteyan de ez ê peyvên "ferhenga tirkî-zazakî" ya weşanên vate, bişînim simurg56 re.bila yekê din xwe pê eciz neke.



14.03.2017 17:34 | bayesar

234. rojanekirina 2.9.9;

1- êdî dema mirov nû bikeve tirşikê, di rûpela xêrhatinê de, şûna mijareke çawalêhato, rûpelek xêrhatinê vedibe ku di vê rûpelê de 5 peyamên ku çeppik standine, tên lîstekirin. (ez bawer im endazer, carekê vê taybetiyê xwestibû)
2- di binê navê mijaran de, te dît bişkojka lêkolînê heye, êdî dema mirov li vê bişkojkê bitikîne, dikare navê mijarê di wîkîferheng û youtubê de jî bigerîne.



28.05.2017 02:25 | simurg56

235. Ser xêrê bît tirşîk hêj xweştir buye, rengek xweş hatîye.



01.06.2017 15:54 | azad30

236. rojanekirina dawîn baş çêbûye lê çend kêmasiyên wê hene.
- peyamên tên nişandan kêm in, divê bên zêdekirin.
- bawerim hemû peyamên di tirşikê de çawalêhato tên weşandin. ev jî dibe sebeb ku vîtrîna tirşikên nespehî xwuya bike. divê algorîtmayek jê re bê dîtin û bes peyamên xweş û hêjayî xwendinê bên weşandin. bi serê xwe ne nîşaneya başbûna peyamekî ye lê eger wekê dî tu rê neyên dîtin peyamên herî zede hatine çepikkirin dikarin werin weşandin. bi vî halî gelek caran peyamên hatine jêbirin derdikevin pêşiya min.
- û xuyaniya rûpelê divê bê baştirkirin bi vî awayî zêde amator xwuya dike.



01.06.2017 20:29 | endazer

237. ev sîstema nû ku çawalêhato peyam dide ber gelek li cih çêbûye. xuya kirina wê jî dê çêbibê û kêmasiyên tirşikê jî bi yeko yeko ji rastê werê hilanîn bi destura xwedê. bi riya wê xwemaliyê mirov bêhtir dixwînê û dinivîsê ez bawer im.



01.06.2017 22:56 | rûbar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol