Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

238. piştî pêşniyaran û ragihandina xeletiyan, çend guherîn hatin kirin.
te dît, bi rojanekirina dawîn, dema mirov diket tirşikê 5 peyamên ji mijarên cûda, dihatin nîşandan.

- carina peyamên jêbirî, dihatin nîşandan.
ev hat rastkirin

- di tirşikê de tenê endamên kevin dikarin peyamên sîyasî bixwînin, lê di vê rûpelê de peyamên siyasî jî ji aliyê herkesî ve dihatin dîtin.
ev hat rastkirin.

- hejmara peyaman 5 bû.
ev hejmar êdî 15 e. (ger peyam jêbirî be, an jî siyasî be wê neyê nîşandan. loma peyamên ku werin nîşandan belkî carina 15 be, belkî carinan 10 be)

têbinî; ev peyam jixwe ji nav peyamên çeppikirî tên bijartin.



02.06.2017 00:31 ~00:32 | simurg56

239. her hebin



02.06.2017 00:33 | rûbar

241. eva çend mehe ez hêvîya vê surprîzê me lê deng ji simurg56 wana dernayê..



19.11.2017 15:49 | bûtîmar

242. Tiştek mina ekşi şeyler hebe baş be.



19.11.2017 17:49 | cinorek

243. ev çend meh in wek xwe maye.
heta niha bi qasê 30 rojanekirin hatin temamkirin. ji ber ku vê carê bingeha malperê jî bi temamî rojane dibe, em nikarin bi awayek nîvço biweşînin. sedema rawestînê jî ew e ku tirşik ev demek dirêj e bêdeng e. dema tirşik bêdeng be, mirov motîvasyona xwe wenda dike ya rastî.
lê wê bi awayekê xelas bibe, nikarim soza dîroka wê bidim.



19.11.2017 19:28 ~19:28 | simurg56

244. (bnr: guhertoya nû ya tirşikê)
Guhertoya ku em hêviya wê ne.

Here lînkê
1. Gelo navşîn çi ye?
2. Li beşa twîtirê çima navşîna min a fêsbûkê binivîsim. *

Here lînkê
1. Bişoînî=> bişopînî
2. Piştî "xal"ê bi tîpên girr destpe dike.


(bnr: ez ê ********** derda te)
Lêzêdekirin:
Benda bişkoka/vebijêrka "min têketî bihêle" me.



04.12.2017 23:33 ~2018.07.17 13:57 | cûndûllah el-kurdî

245. sîstema ku ji navnîşana Here lînkê dikare were ceribandin. ji bo 2 rojan, sîstema nû wê ji bo nêrînên we vekirî be. paşê wê ji bo pêşvebirinê dîsa ji weşanê were rakirin.

rojanekirinên nû;
1- di mobîlê de dema mirov mijarekî vedike, berî mijarê lîsteya mijarên îro, venabe êdî. tenê mijar vedibe, ger hûn bixwazin bi tikandinekê, lîsteya mijaran ji aliyê çepê vedibe.

2- qutiya lêgerîna çû jor. û êdî dema mirov pêşîn '@' binivîse, êdî tişta ku nivîsand di nav nivîskaran de tê lêgerîn. weke mînak ger hûn '@sîm' binivîsin, wê nivîskarên weke "sîmurg56, simko, simurg, qasimlo vs" derkevin. dema wê li navê nivîskar tikand jî hûn ê herin profîla wî. û dema mirov li nivîskarekî digere, li kêleka navê wî/wê wêneya avatarê jî derdikeve.

3- piştgiriya dirb (tema / theme) hat tirşikê. yanî êdî bikarhêner dikarin yek ji opsîyonên xuyanîyê hilbijêrin.

4- nivîskar dikarin jixwe re dirbek/xuyaniyek resen jî biafirînin. li gorî keyfa xwe tirşikê birengînin.

5- ji bo rûpelên rojev, 7 roj, tevlîhev; hebûna rûpelek cûda hat betalkirin. yanî êdî dema mirov li van taybetiyan ditikîne, mirov naçe rûpelek din, li aliyê çepê rasterast mijarên li gorî daxwaza me (yên îro, yên heftiyê an jî tevlîhev vs.) tên lîstekirin. bi vî awayî bêyî ku mirov ji rûpela heyî derkeve, dikare rojev mojevê bibîne û dîsa vegere cihê xwe.
û dema mirov ji van lîsteyan mijarek ditikîne û diçe rûpela wê, lîsteya mijaran naguhere. bi saya vê yekê, dema we mijarên tevlîhev xwest û pêl yekê kir, dema ew mijar vebû, lîste naguhere. berê ev problem hebû.
û em bêjin we ji van lîsteyan, lîsteya mijarên popûler yên 7 rojan bijart. êdî ger hûn çiqas di nav tirşikê de bigerin jî, wê li aliyê çepê ev lîste were nîşandan. heta ku we guhert. ev jî problemek pîs bû ku hat çareserkirin.

6- êdî bi her tikandina li mijarekê, rûpel xwe nû nake. dema we li aliyê çepê li navê mijarekê tikand. ew mijar li nava malperê tê nîşandan. aliyên menûya jor, aliyê çepê û rastê fîlan ji nû ve nayê barkirin. bi vî awayî sîstem gelek leztir bû û barê tirşikê jî kêm bû.

7- rûpela zindî hat rakirin, dema mirov li vê fonksiyonê ditikîne êdî rûpelek nû venabe, fonksiyona zindî, li rûpela heyî bar dibe.

8- di rûpela mijarê de, te dît di binê navê mijarê de agahiyên weke "hejmara çeppikan, reşşikan, nivîskaran, ecêban vs" heye. êdî weke mînak em bêjin hajmara peyamên çeppikirî 0 be, îkona wê beredayî nayê nîşandan. bi vî awayî xuyanî sadetir bû. û xuyaniya wan jî hat başkirin.

9- rûpela oxweş hat betalkirin. ji ber ku jixwe dema mirov cara ewil dikeve tirşikê an jî dema li îkona tirşikê bitikîne, peyamên çeppikirî tên nîşandan. pêwistiya vê rûpelê nemabû.

10- piştgiriya 2 zimanên din hatin. êdî tirşik bi tirkî û îngîlîzî jî dikare were bikaranîn. ev piştgirî jixwe ji bo beşa ferhengê hebû. ji bo tirşikê jî hat weşandin. ya îngîlîzî hê kêm e. li gorî daxwazan dikare were temamkirin an jî tirkî û îngîlîzî dikarin werin rakirin.

11- (ji bo moderatoran) rûpela rastkirina mijaran bi rûpela sereke re hat yekkirin. û rûpel êdî gelek xweşiktir e. him jî aliyê dîtbariyê ve xweşiktir û siviktir e him jî bikaranîna wê hêsantir e. êdî dema we xwest mijarek beralî mijarekî din bikin, sîstem di nav mijaran de lêgerînê dike û mijara ku hûn dixwazîn lê were beralîkirin, tîne ber we. û dema we xwest navê mijarekî biguherînin
di qutiya ku hûn navê nû ya mijarê dinivîsin de, navê heyî cî digire. hûn dikarin rasterast li ser wî navê guhertinê bikin. ne hewce ye hûn navê wê ji derek din kopî bikin û bînin fîlan. dîsa rastkirina kategoriyên mijarê jî bi hêsanî ji heman rûpelê dikare were kirin.

12- li kêleka rastê fonksiyonên "nivîskarên ku li mijarê nivîsîne" û "peyamên ku lînk dane vê mijarê" hebûn. ev taybetî ji wir hatin rakirin û li kêleka navê mijarê, di bin bişkojkekî de hatin bicîkirin. bi vî awayî dema rûpel vedibe, ev fonksiyon jixweber naxebitin û bi saya vê yekê sîstem belasebeb naweste. dema hûn li bişkojka wan ditikînin, di nav qutiyekî de ev fonksiyon tên nîşandan. ji aliyê dîtbariyê ve jî baştir e.

13- dema mirov bikeve rûpele mijarekê û bixwaze peyamek lê binivîse, diviyabû mirov heta herî jêra rûpelê here û li wir di qutiya nivîsandina peyamê de, peyama xwe binivîse û bişîne. lê êdî li kêleka navê mijarê, bişkojka nivîsandinê/pênûsê heye. dema mirov li wir ditikîne, qutiya nivîsandina peyamê tam li wir vedibe û mirov dikarî rasterast li vir peyama xwe binivîse.

14- li aliyê çepê, dema lîsteyeke mijaran tê hilbijartin (rojev, îro, vs.) bi anîmasyonekê pêvajoya barkirinê tê nîşandan.

15- êdî mirov di peyaman de lînk bide profîla nivîskaran. (weke mantion'a twitterê). ji bo vê yekê bişkojka "@" heye. weke formata wê mîna bnr'yan e. (@: binivîsin paşê, valahiyek bihêlin, navê nivîskar binivîsin û parantezê bigirin.

16- di nivîsandina peyaman de rihetiyek gelek mezin hat çêkirin. êdî dema mirov peyamek dinivîse û tê de dixwaze bnr'ya mijarekê an jî lînka profîla kesekî bide, ne hewce ye bi destî an jî bi bişkojka bnr, vbnr vs. bi kar bîne û here navê rastîn ya wê mijarê an jî navê nivîskar peyda bike.
şûna vê, di nav peyama xwe de dema we karaktera @ nivîsand û dûre pêl li herfekî kir, tirşik jixweber navê wî nivîskarî/ê dibîne û pêşniyar dike. dema we hilbijart jî bnr, an jî mantion'a wî çêdike.

17- di nivîsîna peyaman de, berê dema mirov pê li bişkojkên bnr, vbnr, wêne, stûr vs. dikir. mişka mirov rasterast diçû dawiya nivîsê. ger nivîs, dirêj bûya, vê yekê mirov aciz dikir. êdî aciz nake ji ber ku êdî mişk li cihê xwe dimîne.

18- di rûpela mijarekê de, dema hejmara peyaman zêde be, te dît, nimroya rûpelan derdiket. 1,2,3,4,5,... wisa dewam dikir. xuyaniya vê yekê gelek baştir e êdî. tenê hejmara rûpela heyî tê nîşandan. bi bişkojkan mirov dikare here rûpela pêşî an jî dûre, an jî dikare hejmarek hilbijêre. her wiha êdî ev fonksiyon him li jora peyaman him jî li jêra peyaman heye. bi sya vê yekê, ji bo ku mirov here rûpelên din, ne hewce ye ku here binê rûpelê. ji aliyê din ve, demm hûn hatin binê rûpelê û we ji fonksiyona li vir rûpelê guhert, rûpela we xwestî tê barkirin û hûn diçin serê rûpelê.

19- dema mirov peyamek dirêj binivîse, qutiya nivîsandina peyaman biçûk dima. mirov dikariya ji qûncika vê qutiyê bigire û wê mezin bike lê di telefonan de ev gelek zehmet bû. di komputerê de jî mirov diwestand. lê êdî dema mirov peyamek ji 6 rêzikan zêdetir binivîse, qutiya nivîsandinê, bi awayek otomatîk dirêj dibe û ji bo nivîsaninê cî vedike.

20- dema di nav peyamekê de vîdeo an jî wêne hebe, tirşik êdî wan jixweber bar nake. te dît, berê jî vîdeo û wêne girtî bûn û dema we pêlê dikir vedibû. lê wê demê di eslê xwe de wêne û vîdeo bar dibûn, tenê dema we dixwest dihat nîşandan. lê êdî bi rastî jî nayê barkirin, dema we lê tikand nû tê barkirin û nîşandan. bi vî awayî barkirina rûpelan gelek bileztir e. bi taybetî dema di peyamekê de an jî mijarekê de gelek vîdeo û wêne hebû, barkirina rûpelê gelek giran bû.

21- êdî dema mirov bixwaze peyameke xwe rast bike, ne hewce ye here rûpelek din û piştî sererastkirinê dîsa vegere mijarê fîlan. dema mirov li bişkojka rastkirinê bike, hema tam di cihê peyamê de paceya rastkirina peyamê derdikeve û mirov dikare ji vir peyamê rast bike. piştî rastkirinê jî mirov ji rûpelê qet naçe û peyama rastkirî dikeve cihêê xwe.

22- êdî dema mirov dengê çeppik, reşşik an jî dengê ecêb bide peyamekê, rûpel ji nû ve bar nabe. hema di cihê xwe de deng tê dayîn. wher wiha dema mirov peyamek bike favorî an jî peyamekê jê bibe jî, dîsa rûpel ji nû ve nayê barkirin. berê û ger mirov ne di rûpela ewil ya mijarê de bûya, rûpel ji nû ve dihat barkirin û mirov cihê xwe jî wenda dikir.

23- berê dema we dengek da, we nikariya dengê xwe biguherin. diviyabû hûn herin panelê, li wir dengê xwe ya dawîn jê bibin, dîsa werin peyamê û ji nû ve deng bidinê. lê êdî dema we pêl çeppik kir, çeppik tê dayîn. ger hûn paşê li reşşik bitikînîn, dengê we yê berê tê jêbirin û reşşik tê dayîn. her wiha dema we peyamek kir favorî, ger hûn dîsa pêl li bişkojka favorî bikin, vê carê peyam ji favoriyan tê derxistin.

24- ji bo performansê gelek başkirin û sadekirin hatin pêkanîn.

25- "dengê ecêb" hat rakirin. êdî tenê çeppik, reşşik û favorîkirin heye.

26- êdî di binê peyaman de, mirov dikare bibîne ku ji bo vê peyamê çend çeppik, reşşik hatine dayîn an jî çend caran hatiye favorîkirin. (ger 0 be, nayê nîşandan) her wiha xuyaniya van bişkojkan jî hat başkirin û sadekirin.

27- li beşa îstatîstîkan, îstatîstîkên "nivîskarên favorîkirî" û "peyamên têr favorî" hatin lêzêdekirin.

28- dema xeletiyek çêbû an jî çalakiyek bi serkeftin hat pêkanîn, di tirşikê de hişyariyên agahdarkirinê derdikeve. weke mînak "hişyarî: ji bo dîtina vê rûpelê mafê te tune". ev hişyarî weke paceyek biçûk vedibûn(popup) û ji bo girtina wan diviyabû mirov pêl li bişkojka "temam" bike. carina ev yek mirov aciz dike/diwestîne.
êdî hişyariyên tirşikê li jora ekranê hêdika vedibe û bêyî ku hewce be mirov tiştekî bike, jixweber wenda dibe. malper jî ji nû ve bar nabe. ne hewce ye mirov tiştekî bike. weke mînak çeppikek bidin peyamekê û bibînin.

29- êdî dema elektrîk çû an jî we bi xeletî rûpela tirşikê girt an jî înternet qut bû, belkî jî di tirşikê de xeletiyek çêbû. bila çêbe, xem nake ji ber ku tirşik, hûn peyamê neşînin jî peyamên we bi bîr tîne. wisa; em bêjin we mijarek vekir û di qutiya nivîsandinê de dest bi nivîsandinê kir. we 3-4 paragraf nivîsî, lê berî şandinê tiştek qewimî û peyama we wenda bû. xem nake, dema hûn dîsa werin wê mijarê, hûn ê bibînin ku di qutiya nivîsandinê de peyama we ji nû ve hatiye barkirin. gelek kesan heta niha gilî dikir ku peyamên wan yên dirêj, berî şandinê ji ber sedemên cûr be cûr wenda bûne.

30- di panelê de mirov dikare hemû agahiyên xwe êdî di yek paceyê de rast bike. di forma rastkirina zayenda xwe de, êdî zayenda we ya heyî çi be, ew bijartî tê nîşandan. xuyanî bi temamî hat nû û nûjenkirin.

31- firehiya cihê peyaman firehtir bû. êdî kêleka rastê ya malperê tengtir e, bi vî awayî cihê ji peyaman re hatiye veqetandin firehtir bû.

32- li beşa panelê, menûya "yên ku wan dişopînim" hat lê zêdekirin. ji vir mirov dikare wan nivîskaran bi hev re bibîne.

33- li aliyê çepê, ji ber bişkojkên hilbijartina zimanê û taybetiyên rojev, 7 roj, zindî û vs. gelek qerebalix çêbûbû. niha şûna van nivîsan îkon hatin bicîkirin, û taybetiyên hilbijartina zimên, dirb û kategoriyan di bişjoka ewil de hat veşartin. dema li vê bişkojka ewil tê tikandin, ev menû jî vedibin.

34- xuyaniya rûpela profîla nivîskar hat guhertin û xweşkirin.


35- dema mirov peyamek dinivîse û dişîne (ger di mijarê de ji yekê zêdetir rûpel peyam hebin) mirov rasterast diçe vê rûpela dawîn ku jixwe peyama me ya nû li wir e.

36- dema hûn piştî demek dirêj vegeriyan tirşikê û we têketinê kir, weke berê ji we re tê gotin ku ka ji roja têketina we ya dawîn heta niha ji te re çend çeppik, reşşik hatine dayîn, çend peyam hatine nivîsandin, li mijarên tu dişopînî çend peyam hatine nivîsandin û nivîskarên ku dişopînî çend peyam nivîsandine. êdî hûn dikarin di heman rûpelê de, yek bi yek van hemû peyaman bixwînîn. rûpel nû nabe û lîste naçe tu derî, hema yek bi yek lê bitikînin û bila peyam li jora rûpelê were barkirin. bi vî hawî, dema hûn têketin tirşikê beyî ku li pey lîsteya mijaran bigerin, dikarin hemû peyamên nû yek bi yek bixîwînin.


têbinî: xelatiyên ku di peyama berî vê de ji aliyê cûndûllah el-kurdî ve hatibûn gotin, hatin rastkirin.



07.12.2017 21:03 ~21:04 | simurg56

246. sîstema nû moderntir bûye lê hinek kêmasiyên wê hene.
1. avatara hin kesan xuya nake.
2. listeya mijaran xweştir bûye lê dema ku meriv li mijarekê ditikîne mijar diguhere lê lîsteya mijaran naçe. eger piştî tikandinda mijarekê ew lîste bi xwe biçûya baştir dibû.

min hemû fonksiyonan ne ceriband lê kêmasiyên ku min dîtine ev in.



07.12.2017 22:46 | sloujouc

247. seata te xweş. lê belê kêfa min ji zêdekirina tirkî nehat. ji ber ku xwerû kurdîbûna tirşikê ye, dilê me bijiya. heke gaveke wisa bê avêtin, vê car, dê yekî rabe peyamên temamî tirkî li tirşikê zêde bike, dê dîmena tirşikê ya "kurdî" xera bibe. ji kerema xwe dev ji vê lêzêdekirinê berde.

ya din, vebijarka dirbê ne: nizanim bi kîjan têgihan û çawa vedibêjin, lê ez ê wisa bisêwirînim: keko şêweya nûjen gelek vala xuya dikin, valahiyeke fezayî. kêfa min jê nehat. gelo tiştekî wisa ji destê we nayê? dê pir û gelek û mişt xweş bibaya:
Here lînkê



08.12.2017 00:17 ~00:26 | biruya hayao miyazaki

248. Bûtonên ser mijaran ne baş.
Xwezî dizaynek baştîr hebe seba wan.



08.12.2017 08:49 | cinorek

249. rojanekirinek biçûk;
1- di weşandina "peyamên li benda weşanê" de problemek hebû. hat rastkirin.
2- di menûyan vebijêrkê de nivîs nedihatin xwendin. hat rastkirin.



11.12.2017 22:52 | simurg56

250. agahî; beşa îstatîstîkan de problemek rû dabû; hat çareserkirin. hemû fonksîyonên îstatîstîkan vê gavê dixebitin.



16.01.2018 23:17 | simurg56

251. ji ber rojanekirina sîstema imdb, ev çend roj bûn di beşa fîlman ya tirşikê de, agahiyên fîlman jixweber ji imdbyê nedihatin kişandin. ev problem hat çareserkirin. hûn dîsa dikarin bi hêsanî fîlman li tirşikê zêde bikin. (fîlma ku wiha wilo wisa bar kiribû jî hat rastkirin)



01.05.2018 13:42 | simurg56

252. çend guherînên biçûk;
1- êdî peyamên jêbirî, hîç nayên nîşandan. yanî êdî hişyarîya li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin xuya nabe.

2- piştî peyamek hat jêbirin, peyamên payî ji nû ve tên nimrokirin.

3- dema mirov nû dikeve tirşikê, peyamên çeppikkirî dihatin nîşandan. carina peyamên çomezan jî xuya dikirin. ev xeletî hat rastkirin.



09.05.2020 00:48 | simurg56

253. 4- êdî dengdayîn jî zelaltir bûye. Êdî hem bijkoja dengdayînê mezin e hem jî baştir xuya ye bê ca kîja ji wan çepik e kîja ji wan reşik e



09.05.2020 00:58 | ferhenga şikestî

254. min şiklê bişkoşkan eciband û hişyariya peyamên jê birî hat rakirin min pitir eciband.. sihhet xweş



09.05.2020 01:10 ~01:10 | de facto hozan

255. guhertina herî mezin ya ser peyamên jêbirî ye û pir baş bûye. heke yekî xwestibe peyamên xwe jêbibe -her çi sebeb be- wê demê bile cih jî jê neyê veqetandin -her çi hincetê be jî-. bi vê êdî xeyaletên kevn, bi temamî ji rûyê tirşikê rabûn. ev dramek din e. :/

bişkok zelaltir bûne, xweşik bûne.



09.05.2020 01:31 ~01:32 | biruya hayao miyazaki

256. sîstema ku dilê min rehet kiriyê, weyy seata we xweş yaw *
ji derdê li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin em dîn û har bûbûn dqn



09.05.2020 02:29 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol