Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 46 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

52. ya nivîskarên tirşikê li bendê ne. lê min nekarî ez têkevimê bawer im divê pêşiyê ev bê rastkirin.



29.10.2014 20:56 | azadixwaz

53. a ku min niha karî bikevimê. nexwe temam e, êdî dikare derbasî wê bê kirin. de hadê!



29.10.2014 22:08 | azadixwaz

54. sîstema ku ez carê pirsgirêka "502 error gateway" tîne ber min e.



29.10.2014 22:19 | berxweda

55. carina dmibe sedema çewtiya gateway error. ji ber ku vêga ev sîstem û sîstema kevin/heyî bi hev re tê bikaranîn û ev yek dibe sedema tevlîheviyê. dema em bi temamî/kutekî/mecbûrî/komple derbasî sîstema nû bûn, ez bawer im ev problem wê çareser bibin.



29.10.2014 22:28 | simurg56

56. pergala gorî nivîskar tevdigere. xeletiya dide min; 504 error gateway



29.10.2014 22:37 | azadixwaz

57. sîstema ku bi min ji roja yekemin ve ye heq dike bê weşandin.

êdî biweşînin bavê min wellehî çêbû ye yaw *



30.10.2014 01:34 | brusk56

58. sîstema ku vê carê xwe tekûz kiriye û tam bi dilê min e, him bi rengê xwe û him jî bi dîzayna xwe tişteke pir xweşik çêbûye. destê simurg56 sax be.



31.10.2014 12:11 | ceso

59. di nava çend rojan de, wê bigihe versiyona 2.2

di versiyona 2.2ê de jî wê taybetî û fonksiyonên gelek xweşik werin weşandin.

li bendê bin *



02.11.2014 11:46 | simurg56

60. guhertin û nûbûnên di versiyona 2.2ê de;



- fonksiyona "paşê bişîne" hat çêkirin. êdî dema mirov peyamek binivîse li kêleka bişkojka bişîne, bişkojka "paşê bişîne" jî heye. dema mirov li vê bişkojkê bitikîne, peyam tê tomarkirin lê nayê weşandin. paşê mirov dikare here rûpela panelê û li wir bi menuya "peyamên li benda weşanê" peyamên xwe yên li bennda erêkirinê bibîne û biweşîne.



- êdî rêvebirina dengdanên xwe jî pêkan e. li rûpela panelê êdî lînkên "çeppikên min", "reşşikên min", "ecêbmayînên min" hene. dema mirov li van lînkan bitikîne, 20 dengdanên we yên dawîn tên lîstekirin. mirov dikare ji vê menûyê li bişkojka "poşman be" bitikîne û bi vî awayî vê dengdana xwe betal bike.



- di beşa profîlê de îstatîstîkên "nivîskarên ku min herî zêde çepik/reşşik/ecêb dane wan" hat çêkirin.



- problema nekarîna nivîsandina karektera ( ' ) hat çareserkirin. êdî mirov dikare di nnav peyamên xwe de vê karekterê bi kar bîne.



- foksiyonê rojeva 7 rojan hat guhertin. êdî ev menû li aliyê rastê dernakeve. êdî li kêleka çepê tenê lînka wê heye û dema mirov lê bitikîne 20 mijarên popûler yên heft rojên dawîn derdikeve. bi vî awayî, di her tikandina her bikarhênerekê de sîstem hesaban nake û bi barê sîstemê siviktir dibe.



- di lîsteyên mijaran ya li aliyê çepê de hemû karakter êdî otomatîk dibin tîpên biçûk.



- êdî di hesaba pûana karmayê de, bandora hejmara kesên ku nivîskar dişopînin, jî bondorê dike. ji bo her kesekê ku nivîskar dişopîne, tirşikvan 10 pûanên karmayê distîne. weke mînak ger 2 nivîskar we bişopînin, wê pûana we ya karmayê 20 pûan zêde bike.



- fonksiyona lêgerîna di egerin.comê de, hat çêkirin. di rûpela mijaran de êdî di menûya "li derek din bigere" de vebijêrka egerin.com jî heye. dema mirov li vir bitikîne, navê mijarê di malpera egerin.comê de jî tê gerîn.



03.11.2014 07:04 | simurg56

61. bi rojanekirina 2.3ê, êdî sîstema sereke ye. yanî êdî tirşik bi awayeke fermî derbasî vê sîstema nû bû.

em ê vê sîstemê weke sîstema sereke jî dîsa ji bo demekê biceribînin. ger problem dernekeve û tirşikvan biecibînin em ê li ser bingeha sîstemê jî guhertinên mayînde bikin ku em bikarin vê sîstemê hinek din baştir bikin. (bingeha sîstema heyî, ji bo pêşveçûnê vêga ji bo me dibe asteng) ger em van guhertinên bingehîn bikin, wê demê êdî em ê nekarin vegerin sîstema berê. loma em ê hinek rawestin ji bo ceribadinê.



nûbûn û guhertinên di vê versiyonê de;



- di panelê de, di menûya "peyamên li benda weşandinê" de êdî bişkojka "betal ke" jî heye. hûn dikarin ji weşandinê poşman bibin û vê peyamê komple ji rûyê dinyayê rakin.

- fonksiyona guhertina avatara xwe hat çêkirin. li rûpela panelê, bi menûya "avatar biguhere" mirov dikare avatara xwe biguherîne. avatarên hemû tirşikvanan hatin veguheztin li sîstema nû. bawer dikim wê piştî vê guhertinê çewtiya "gateway error" zêde dernekeve pêşberî me.

- di peyaman de dema lînkek gelek gelek dirêj hebûya, xuyanî tevlîhev dibû û loma navê nivîskar dernediket. ev çewtî hat rastkirin.

- fonksiyona guhertina şîfreyê hat çêkirin.

- di xuyaniyê de li hinek rûpelan de problem hebûn, ev problem hatin çareserkirin



08.11.2014 09:52 | simurg56

62. cara yekê ye ku bi vê sîstemê dikevim tirşikê, ji ber ku êdî bû mecburî, berê pêşdaraziyên min hebûn bo sîstema nû lê xuya ye ku ji ya berê xweştir û çêtir e, qenebî ez ji derdê opera mîniyê xelas bûm



08.11.2014 10:49 | ferhenga şikestî

63. şikir ji xwedê re (bnr:sîstema nû ya tirşikê/51233)



08.11.2014 10:51 | nazim tolhildan

64. sîstema ku hîn mariv nikare hemû peyamên nivîskaran bibîne, bixwîne..

çima taybetiya hanê ji holê rabû min fêm nekir an jî min nedît; qehirîm loo



09.11.2014 00:10 | ferhenga şikestî

65. sîstema ku dema meriv li lêgerkê tiştek dinivîse lêgerk tu tiştî pêşniyar nake. gelo nizam ev xeletî tenê li bal min peyda dibe an na kêmasiyek gelemperî ye ?



09.11.2014 01:01 | ceso

66. agahî: taybetiya "hemû peyamên nivîskar" wê di rojanekirina bê de were çêkirin. vê kêmasiyê bala min nekişandibû.

taybetiya "pêniyarên otomatîk yên di lêgerînê de" ji bo min hinekî zehmet e. loma ez ê piştî temamkirina hemû kêmasiyan, ji bo wê bixebitim.



09.11.2014 11:20 | simurg56

67. ji ber çi diqewime nizanim; lê îro bnr yên di tê de tîpên ne ingilizî wek "ö,ş,ê,ğ" hebin venake.



09.11.2014 17:41 | nazim tolhildan

68. bnryên ku tê de karakterên kurdî hene jî vedike. weke mînak:

https://www.tirsik.net/index.php?peyam=19565

li vir problem tune.



09.11.2014 17:43 | simurg56

69. sipere



09.11.2014 20:46 | tivirloismail

70. pergala derbasî versiyona 2.4ê bû.



nûbûnên di vê guehrtoyê de;

- rûpela çewtiyan hat çêkirin. dema mirov bixwaze here rûpeleke çênekirî/tune, rûpelek derdikeve û hişyariya tunebûna vê rûpelê dide. berê rûpelek bi îngîlîzî derdiket. weke mînak:

https://www.tirsik.net/index00.php



- beralîkirina lînkên kevin çêbû. êdî lînkên di nav peyamên kevin de ku li gorî sîstema kevin hatine amadekirin jî otomatîk tên naskirin û tên beralîkirin.



- lîstekirina peyamên heft rojan hat rastkirin. di menûya "mijarên heft rojên dawîn" de, dema mirov li navê miajrê bitikîne, tenê peyamên aîdê heft rojên dawîn, tên lîstekirin; ne hemû peyamên li mijarê.



- rûpela "derbarê de" hat çêkirin ku tê de danasîna tirşikê tê çêkirin. rûpel ji menûya "xizmetên din" dikare were dîtin. (wê agahiyên hê berfirehtir jî li vir werin zêdekirin)



- li rûpela profîla nivîskaran, taybetiya "hemû peyamên nivîskar" hat çêkirin.



- fonksiyona "notên di derbarê nivîskaran de" hat çêkirin. êdî li profîla nivîskaran li aliyê çepê menûya "notên min" heye. dema mirov têkeve vê rûpelê, mirov diakre derbarê wî nivîskarî de notek bistîne. ev not ji bo dibîrnekirina wî nivîskarî ye. tenê tu dikarî vî notî bibînî. wê haya nivîskar jê çênebe. mesela dikarî wisa binivîsî "tirşikvanek camêr e. te dît wê rojê em li zanîngehê li hev rast hatin û me bi hev re çayek vexwar. xwîşka wî di pola me de ye." * fonksiyonek xweş e. ji bo fîşkirinê ye *



- di rûpela profîla nivîskaran de başkirinên xuyaniyê hatin çêkirin.



10.11.2014 19:00 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîstema nû ya tirşikê
» nûçeya tirşikê ya di kurdistan24 de
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî