Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

71. ewqas zû guhertoya xwe diguhere ku mu nikare pê bigihê. ka hêdî hêdî lo ma çi leza te ye! bawerim berî bi dawî buna 2014an wê bigihe 20.14an.



10.11.2014 19:05 | azadixwaz

72. Ji telefonê nayê bi rêvebirin mixabin..



11.11.2014 10:50 | mergehez

73. agahî: ji telefonê jî dikare were birêvebirin. piştî têketinê ger moderator herin vê rûpelê menûyên rêvebirinê hene: https://www.tirsik.net/reveberi.php

ger di xuyaniya menûyan de problem hebe dikare were çareserkirin.



11.11.2014 14:59 | simurg56

74. sîstema ku serê carê error dide..

beriya niha jî min xwest bikevim lê bi îngîlizî tiştina ecêb derketin pêşberî min û bi qasî bîst xulek paşê min cardî ceriband axirê çêbû



11.11.2014 20:19 | ferhenga şikestî

75. sîstema ku min qet hejê nekiriye.

gava mirov tiştekê lêdigere divê navê wî tişti bi temamî bê nivîsîn ji ber ku pêşniyara lêgerîna dernakeve.û hindek caran jî mirov nikare mijarek nû veke.gava ez diceribînim ev nivîse derdikeve pêşberî min:

Warning: mysql_fetch_array(): supplied argument is not a valid MySQL result resource in /home2/simurg56/public_html/tirsik/legerin.php on line 48



Warning: mysql_num_rows(): supplied argument is not a valid MySQL result resource in /home2/simurg56/public_html/tirsik/legerin.php on line 49



12.11.2014 01:21 | vêca çiyeeee

76. sîstema ku zêde pirsgirêkan derdixîne ye. Bi hêvî me ku wê ev pirsgirêk jî çareser bibin.



Di hin mijaran de ev pirsgirêk derdikeve.

Warning: mysql_fetch_array(): supplied argument is not a valid MySQL result resource in /home2/simurg56/public_html/tirsik/index.php on line 191



12.11.2014 21:06 | berxweda

77. hê jî di asta pêşdebirinê ye, loma her roj ez li ser dixebitim û ji ber vê yekê carina tirşikvan rastî xeletiyên teknîkî tên. yanî sedema beşek mezin ya çewtiyan, ez bixwe me û derbasdar e.

neyse, bi guhertoya 2.4.1ê;



- li kêleka çepê ya lîsteya mijarên îro de, mirov li kîjan mijarê bitike ew mijar reş dibe. bi vî awayî, mirov dizane ka li kîjan mijarê mabû.

- rûpelên sitemap.xml yên otomatîk hatin çêkirin. bi saya vê yekê wê google bikare bi hêsanî naveroka tirşikê bibîne û tomar bike: www.tirsik.net/sitemap.xml



12.11.2014 21:55 | simurg56

78. agahî: di ber nivîsandina peyve lêgerînê de pêşniyarên otomatîk nakeî rast e. lê şûna wê mirov dikare fonksiyona lêgerînê bi kar bîne. weke mînak ger mirov "kurdî fikirîn" binivîse û li "bigere" bitikîne, mirov bi hêsanî dikare xwe bigihîne mijara kurdî fikirîn û tirkî gotin



12.11.2014 22:21 | simurg56

79. Her çiqas kêmasî vê tê nîqaş kirin jî, xebatekî ber çavê min gelekî serkeftî ye. Dîzaynê vê xweş hatiye çêkirin, bona bikaranîna mobîle kêrê me tê.



"Bêkemasî dijmina ya tiştên baş e," yanî heke tu bona tiştekî heta gavekî nevêjî tu nikarî birevî



niha herî zêde Kemasiya vê heye, gere mirovên me pesnê xwe bidin, bixwînin, binivîsin...



12.11.2014 22:36 | mîr

80. (bnr: bereketa ku bi pergala nû a tirşikê hat)



15.11.2014 14:23 | brusk56

81. Sîstema ku êdî dikarim bo telefonê jî ananê xwe li bin peroşa tirşikê xim.



15.11.2014 17:48 | gernasnenas

82. Sîstema ku êdî nikarim biemilênim.



15.11.2014 18:42 | rêzan

83. ji aliyê dîzaynê ve hîn jî kêmasî hebin jî sîstemeke xweşik e.

weke tê zanîn ji zû ve ez ji tirşikê dûr ketibûm ji loma ye min zêde wext çênebûye ku bi kûrahî biceribînim. lê heta niha min 2 kêmasiyan dîtiye.

yek; mirov nikare berî ku peyamekê bişîne li pêşdîtina wê binêre.

dido; bişkoka youtube-ê an naxebite an jî bi min nebû ku bixebitînim.



15.11.2014 20:41 | oxir

84. Sîstema ku ez li tirşikê vegerandim. *



15.11.2014 22:06 | xendekî

85. ya ew qardaş im. Em bi zorê fêrî ya dın bûbûn. We çû ew jî goherand. D Ka em ê çawa fêri vê sîstemê bibin?



16.11.2014 01:33 | bavêkal

86. guherînên bi versiyona 2.4.2;



- li beşa çepê, bişkojka "zindî" hat çêkirin. dema mirov lê ditikîne, rûpelek vedibe ku li vê rûpelê nûçeyên dawîn yên weke "kê li dîwara kê nivîsand, kê avatara xwe guhert. kîjan çomez hat erêkirin, kê rewşa xwe ya derûnî guhert" û hwd. tê lîstekirin.

- taybetiya "rewşa derûnî" hat çêkirin. ev taybetî heman taybetiya bi navê "çi difikirî" ya di sîstema berê de, ye. mirov dikare fikrên xwe yên wê gavê li vir parve bike. kes nikare şîrove lê bike an jî reşşik bike û hwd.



17.11.2014 21:17 | simurg56

87. êdî peyamên ku bi "paşê bişîne" hatine tomarkirin, tenê ji aliyê xwediyê wê ve dikare were dîtin. moderator û admîn jî êdî nikarin wan bibînin.



21.11.2014 20:01 | simurg56

88. êdî pêşdîtina peyaman jî pêkan e.



peyama xwe binivîsin û pêl li "pêşdîtin" bikin. hûn ê yekcar pêşdîtina xwe bibînin. lê wê peyam hê neweşandî be. hûn ê li binê peyamê bişkojkên "betalke" û "biweşîne" bibînin. bi van bişkojkan hûn dikarin peyamê biweşînin, rast bikin an jî betal bikin.



21.11.2014 22:01 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene