Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

89. sîstema ku her diçe xweştir dibe ye. siheta we xweş.



21.11.2014 22:45 | berxweda

90. ji ber çi diqewime nizanim, lê nikarim avatara xwe biguherînim. min çend caran ceriband, dîsa jî bi ser neketim. ez di profîla xwe de, li aliyê çepê bişkoka "avatara xwe biguhere" ditikînim. dûv re bişkoka "bar bike" xuya dike û wê jî ditikînim. lê sîstem weke "çewtiyek çêbû! koda çewtiyê sawrs009" hişyariya çewtiyê dide.





25.11.2014 11:30 | nazim tolhildan

91. sîstema ku ji bo avataran tenê wêneyên bi formatên png û jpg dipejirîne.



25.11.2014 19:13 | simurg56

92. bi versiyona: 2.4.3:



- di sîstema lêgerînê de pêşketinek gelek kêrhatî hat çêkirin. weke hûn dizanin ger mirov di qutiya lêgerînê de "tirşikvan" binivîse û bigere, encamên weke "helbestên ku tirşikvan herî zêde dixwînin" jî derdikevin. lê ji ber ku encam gelek zêde ne, mirov bi kutekî di nav encaman de ya xwe hildibijêre. lê bi sîstema niha ev yek gelekî hêsantir e. weke mînak hûn li vê mijarê digerin "ji tirşikvanan ji bo balefirgeha li amedê tê çêkirin pêşniyariyên navan" lê navê mijarê tam nayê bîra we. wê demê di qutiya lêgerînê de "tirşikvan amed balefir" binivîsin û bigerin, wê encama we derkeve pêşberî we. berî vê guhertinê, ger we "balafirgeha amedê" jî binivîsanda, we "pêşniyarên tirşikvanan" jî binivîsanda wê encama we derneketa.

bi kurtî û kurdî, êdî dema hûn çend peyvan di qutiya lêgerînê de binivîsin pêşîn ew hevok komple tê lêgerîn û paşê jî li wan mijaran tê gerîn ku yek bi yek wan hemû peyvan dihewîne lê rêza peyvan ne wisa ye.



weke mînakek din, berê carina min dixwest li mijara "fîlmên ku nivîskarên tirşikê vê dawiyê darî kirine" binêrim. ger min "tirşikvan" binivîsanda bi dehan encam derdiketin û serê min gêj dibû. dema min tenê "fîlm" an jî "pêşniyar" binivîsanda, dîsa serê min gêj dibû ji ber ku hejmara encaman gelek zêde bû. lê niha "fîlm tirşik dawî" dinivîsim û encam derdikeve *



mînakek din: "tirşik pêşniyar" binivîsin û pêşniyarên tirşikvanan yên di derbarê her tiştî de hîn bibin *



- di rûpela "zindî" de, êdî behsa kûl û derdan jî tê kirin. dema kesek, tiştekî ji xwe re dike kûl û derd, di weşana zindî de nûçeyek weke "fîlankes fîlantiştî ji xwe re kir kûl û derd" derdikeve.



27.11.2014 20:20 | simurg56

93. Bi telefonê re, problemê peyam şandinî jî hatiye sererast kirin.

Her dem baştir dibe welle.



28.11.2014 02:01 | endazyar

94. sîstema ku meriv nikare nivîsên li ser dîwarên xwe jê bibin e.



29.11.2014 03:55 | berxweda

95. kêfa min gelek ji sîstema nû ya tirşikê hat. lê li ba min pirsgirêka nivîsa didome. xwendina peyaman ji ferhengên din xirabtir e; nizanim em vê pirsgirêka bi tirşikvanekî parve dikin an na. aliyê din mixabin guherandina avatar jî qet ne pratîk e.



29.11.2014 10:54 | biruya hayao miyazaki

96. sîsteam ku wekî hayao gotiye pirsgirêkên peyamdankê hene ye. Ez ji peyamdankê nikarim bersivê bidim tu peyaman. piştî xwendina peyaman divê ez herim profîla wî kesî an jî şîroveyek wî kesî û bişkoka peyam bişîne vikim. Ne bi van rêyan be nikarim peyama bişînim.



30.11.2014 15:48 | berxweda

97. pergala ku di şandina peyamên taybet de problemek çawa heye, nizanim.

min heta niha bi sîstema nû, bi sedan peyam şandine û problem nedîtiye. gelo problemek çawa ye?



30.11.2014 19:49 | simurg56

98. her wiha ew sîstem e ku wê di rojên pêş de beşek gelek xweşik û sûrprîz lê vebe. li benda versiyona 2.4.4ê bin *



30.11.2014 19:49 | simurg56

99. agahî: xeletiyên gramerî hatin sererastkirin.

haya min ji problema apostrofan jî heye lê hê min nekarî çareser bikim. eslê xwe de hê zêde derfet çênebû ku lêkolînê bikim.



04.12.2014 22:00 | simurg56

100. guherînên bi versiyona 2.4.4ê;



- beşa sînemayê hat çêkirin. ev beşek ewqas super e ku dikare bi serê xwe bibe malperek cuda.

taybetiyên wê:

1- hemû fîlmên ku me weke malpera wergerine.comê wergerandine kurdî, li vir tên lîstekirin. weke din mirov dikare fîlmên wernegerandî jî lê zêde bike. yanî ev rûpel dibe danegeha fîlman. mirov dikare binnivîsên kurdî yên van fîlman ji rûpela fîlmê daxe.

2- ji bo fîlman agahiyên weke "derhêner, senarîst, sal, cûre, welat, ziman, dirêjahî, fragman, afîş, wergêrê li kurdî" tên lîstekirin.

3- bi tikandinekê, mirov dikare here mijara wê fîlmê ya di tirşikê de.

4- mirov dikare;

hemû fîlmên bi zimanekê

hemû fîlmên ku wergêrek, wergerandine kurdî

hemû fîlmên salekê

hemû fîlmên welatekê

hemû fîlmên senarîstekî

hemû fîlmên derhênerekî

hemû fîlmên bi cûreyekî we lîsteyek, bibîne.

5- tirşikvan dikarin puanê jî bidin fîlman. (û dikarin puana xwe biguherînin jî)

6- hemû fîlmên ku tirşikvanek puan dayiye wan, dikarin werin lîstekirin

7- bi forma fîlmşandinê, mirov fîlmên nû jî li danegehê zêde bike

8- bi tikandinekê, moderator dikarin ji bo fîlmekê binnivîsên kurdî bar bikin

9- îstastîstîkên derbarê fîlman jî tê weşandin. (ev îstatîstîk wê pêşerojê de hê dewlemendtir jî bibin)

10- mirov dikare bibîne ka ji bo fîlmekê, heta niha kîjan nivîskaran çiqas puan dane.



- hesaba pûana karmayê hat rojanekirin. êdî her fîlmeke ku tirşikvan wergerandiye, 20 pûan tên lêzêdekirin.



ser xêrê be.



05.12.2014 20:17 | simurg56

101. sistema ku roj bi roj weke 2.4.1, 2.4.2, 2.4.3, 2.4.4 nû dike ye. xuyaye ku yê heta 9.9.9 berdewam bike*



06.12.2014 13:13 | nazim tolhildan

102. di vê sîstemê de fonksiyona peyamên taybet baş kar nake bawerim, îro min xwest bersivê bidim peyama camêrekî lê min kir û nekir ez bi ser neketim, çawa ez mişkê tînim ser valahiya ji bo peyam nivîsandinê, rûpel ji ber xwe de nû dibe û nahêle ez peyamê binivîsim.



09.12.2014 22:58 | uciezkvidyêvp

103. guherîn û pêşketinên bi versiyona 2.4.5ê;



- bi vê rojanekirina dawîn vê carê jî beşa pirtûkxaneyê li tirşikê hat zêdekirin. li vir tirşikvan dikarin agahiyên pirtûkên kurdî bibînin û wan kategorîze bikin. li gorî sala weşandinê, zimanê orjînal, zimanê pirtûkê, cûreya pirtûkê û li gorî nivîskarê pirtûkê û wergêrê pirtûkê, pirtûk dikarin werin rêzkirin.

weke beşa fîlman, li vir jî tirşikvan dikarin puanê bidin pirtûkan. her wiha dîsa pirtûk li mijara xwe ya li tirşikê ve hatine girêdan. bi tikandinekê mirov dikare bibîne ku tirşikvanan derbarê pirtûkê de çi gotine.

- her tirşikvan dikare pirtûkan li pirtûkzaneyê zêde bike.

- ji bo pirtûkan sîstema "puana tirşikê" hat çêkirin. li gorî puanên tirşikvanan ya ji bo pirtûkan, pûana navincî tê hesabkirin.

- ji bo fîlman jî sîstema "puana tirşikê" hat çêkirin. li gorî puanên tirşikvanan ya ji bo fîlmê, pûana navincî tê hesabkirin.

- hesaba puana karmayê dîsa hat rojanekirin. êdî ji bo lêzêdekirina her pirtûkekê jî tirşikvan 0.4 puan distînin.



11.12.2014 19:32 | simurg56

104. Di sîstema berê de gava meriv li tiştekî digeriya te kîjan tîp dinivîsî hemû mijarên bi wê tîpa hatine nivîsandin rêz dibûn. Bi tlf dikevim tirşikê



11.12.2014 23:13 | cîncoqo

105. her roj beşeke li tirşikê zêde dibe. pirtûk(xane) jî mîna sînemayê gelek xweş e. lê piştî bijkoka wê, beşa jor a reş ê bijkokan hatiye rêzkirin ê bi rengê tarî bi nîşan e, pir fireh bûye. hewqas ku bijkokên li ser beşa çepê mîna 24 seat û navên mijaran û hwd li bin ew beşa reş winda bûye. bi ya min ba, ev beşên her du li bin bijkoka "yên din" be, wê xweştir biba.



12.12.2014 10:58 | biruya hayao miyazaki

106. nûbûnên bi versiyona 2.4.6;



- di beşa fîlma de jî fonksiyona dengdanên dawîn, hat çêkirin.

- êdî dema tirşikvanek puan bide pirtûkek an jî fîlmek, di beşa zindî de ev yek tê ragihandin.

- dema pirtûkek li beşa pirtûkan were zêdekirin an jî dema fîlmek li beşa fîlman were zêdekirin, di beşa zindî de behsa van nûçeyan jî tê kirin.



14.12.2014 12:08 | simurg56

107. sîstema ku hê jî hin kêmasiyan dihewîne. me berê carekê têdiketinê û heta ku browser neyê girtîn tê de diman. lê niha divê her serê nîvsaetekê ji nû ve têkevî. bi rastî ev tişt min gelekî aciz dike û gellek caran naxwazim ku ji nû ve têkevimê.

her wiha li bin peyamên kurê xelkê bişkokên rastkirin û jêbirinê dertên ku ev qerebalixa bişkokan çavê mirov diwestîne. dîsa bi min ne hewce ye ku li bin peyaman avatara nivîskaran xuya bike.



14.12.2014 14:59 | oxir

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîstema barkêş
» nûçikên tirşikvana
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî