Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

128. li aliyê çepê ya rûpela panelê de jî lînka "» mijarên ku dişopînim" hat çêkirin.

mirov dikare ji vir, hemû mijarên xwe yên di lîsteya şopandinê de, bibîne û guherandinan çêke.



14.02.2015 19:40 | simurg56


130. bi rojanekirina 2.5.4ê fonksiyon û guherînên nû:



- bişkojka spoiler hat çêkirin. êdî dema mirov behsa fîlm/pirtûk an jî tiştek din bike û bixwaze spoiler bide. dikare bi saya vê bişkojkê van nivîsên xwe yên ku spoiler dihewînin, veşêre. dema mirov li nivîsa "spoilerê veke" bitikîne, spoiler nû tê nîşandan. (dîqat: di spoîlerê de şûna parantezên normal, parantezên bi goşe hene)

weke mînak:


li vir derbarê fîlmê de hinek agahî hene ku ger tu bixwînê (kujerê di fîlmê de mêrê jinikê ye), wê tu tama fîlmê nemîne




- xuyaniya lînkan hat nûkirin. dema nivîskarek lînkek ji malperek cuda bide, ew lînka dirêj nayê nîşandan lê şûna wê tenê nivîsa "here lînkê" tê nîşandan û dema mirov li vê nivîsê bitikîne, diçe wê malperê.

weke mînak: Here lînkê



- xuyaniya rûpelên nivîskar panel û îstatîstîkan gelek xweşiktir e.



15.02.2015 14:22 | simurg56

131. Wey maşela, maşela, çi qa xweş bûye. Malî ava simurg56, ha rojanekirinên wisa cardin cardin mirov li tirşikê germ dike.



*tişteke din, Camêro tu her tiştî rast dikî lê ma ev "h" avatar biguere çima winda ye? Hema xêra babê xwe h'yekî li wê jî zêde bike, (bnr: avatar biguhere)



15.02.2015 17:54 | xendekî

132. tişteke din: kêmasiya ku xendekî behsê kiriye, hat rastkirin. di dawiyê de.. *



15.02.2015 18:44 | simurg56

133. agahî: xeletiya ku qivaro ragihandiye, hat rastkirin.



15.02.2015 19:59 | simurg56

134. sîstema ku roj bi roj nû dibe ye. ger mirov weke mehekî ji tirşikê dûr bikeve û paşê vegere ji ber taybetmendiyên nû, xwe xerîb hîs dike. xêncî wê helbet taybetmendiyên nû baş in, lê carinan jî hin pirsgirêkên nebaş jî ji xwe re tînin. weke mînak: "wêne" nûbûna beş e, lê ger tu wêneyeke ku piksela wê mezin bar bikî, wêne bi temamî naxuye. nîvê wêneyê dixuye û yê din jî li aliyê rastê wenda dibe.



20.02.2015 12:23 | nazim tolhildan

135. nûbûnên bi guhertoya 2.5.5;



- li ser daxwaza ferhenga şikestî, êdî dîroka guhertina peyaman jî heye. ger peyamek were guhertin, êdî di binê peyamê de dîroka guhertina wê tê nîşandan.

weke mînak: bnr: inna/34732

- bişkojka "hemûyan bixwîne" hat standartîze kirin û xweşiktirkirin.



05.03.2015 19:34 | simurg56

136. guhertoya 2.5.6;



- (bnr: wergera bi peretî ya peyvên îngîlîzî)



06.03.2015 22:39 | simurg56

137. nûbûnên bi guhertoya 2.5.7;



- xuyaniya beşa ferhengan hat başkirin. tevlîheviya ku serê tirşikvanan gêj kiribû niha sadetir e.

- çend xeletî hatin rastkirin

- ji bo beşên pirtûk, fîlm û ferhengê peldankên cuda hati veqetandin. bi saya vê yekê êdî mirov tirsik.net/ferheng binivîse an jî tirsik.net/film an jî tirsik.net/pirtuk binivîse bes e.



têbinî: heye ku hinek guherîn, di komputerên we de hinek dereng bikeve meriyetê.



07.03.2015 18:18 ~18:19 | simurg56

138. guhertoya 2.5.8:



- pêşniyarên otomatîk yên di lêgerînê de hat çêkirin.

- qutiya lêgerînê ji jor hat danîn û êdî li aliyê çepê ye.



bi saya van nûbûnan: êdî dema mirov di qutiya lêgerînê de 3 tîpan binivîse, pêşniyarên lêgerînê tên nîşandan û bi saya vê yekê lêgerîn bileztir û hêsantir dibe.

di telefonên bêrikan de jî qutiya lêgerînê êdî çêtir li ber destan e.

ser xêrê be. yek ji kêmasiyên herî girîng bû.



(êrê haya min jê heye, di vê taybetiyê de tîpa ş şaş xuya dike lê ez ê di pêşerojê de safî bikim îşelleh. ev du roj in min nekarî *)



15.03.2015 08:42 ~11:17 | simurg56

139. A ku guhertoya nû pir kêfa min aniyî. bi taybetî jî hatina xwarê ya qutiya lêgerînê. Ji telefonê lêgerîn pir bi hêsantir bu. Destê te sax be.



15.03.2015 10:58 | azadixwaz

140. guhertina ku do êvarê di hişê min de derbas bûbû ku min hindik mabû ji simurg re peyam bi rê bikirana ku pirsgirêkeke wiha heye lê min bi xwe re nedît ku binivîsim îcar serê sibê şiyar bûm ku pirsgirêk hel bûye xwedê jê razî be gelo simurg dilê min xwend? * û ji bîr nekim pir baş û xweş çêbûye



15.03.2015 11:36 ~11:37 | ceso

141. (bnr: bênezer be)

(bnr: çavên xelkê li pişt qûna wan be)



pîroz be...



15.03.2015 16:43 ~17:08 | xendekî

142. nûbûnên bi guhertoya 2.5.9;



- tirşik caps yanî rûpela capsan ya tirşikê êdî bi sîstema heyî ve hat yekkirin. rûpel komple ji nû ve hat çêkirin û êdî hemû tirşikvan dikarin têkevinê û wêneyan bar bikin.

ji bo agahiyên berfirehtir: (bnr: guherînên di tirşik capsê de)



16.03.2015 19:47 ~19:51 | simurg56

143. ew pergal e ku wê îşev bi taybetiyên gelek xweşik, were rojanekirin.


me got em ê bi şev bibêjin...



30.03.2015 17:42 ~17:43 | simurg56

144. heke veqetîna nivîsan ya paragrafa dawîn rast nebe, bo min hîç e!

bila haya patron jê hebe*



30.03.2015 17:45 | ferhenga şikestî

145. guhertinên bi versiyona 2.6.0;



1- sîstema kurtkirina lînkan ket meriyetê. dema mirov têkeve vê rûpelê (Here lînkê) qutiyek derdikeve. Ger mirov lînkek gelek dirêj li vir binivîse û bişîne, tirşik wê lînkê kurt dike û lînkek nû dide we. êdî hûn dikarin wê lînkê li her derî bi kar bînin. ev lînka nû ya kurt, we dîsa dibe wê lînka we ya dirêj.

mirov dikare li jor, di binê menûya "yên din" de, bikeve vê rûpelê.



2- li beşa profîlê rûpela eyaran hat çêkirin. mirov dikare ji vê rûpelê hinek eyarên tirşikê biguherîne. weke mînak:

a - ger we bivê êdî di binê mijaran de teklîfa "xêra xwe vê peyvê wergerîne îngîlîzî" dernakeve.

b- ger we bivê hûn dikarin hejmara mijarên ku li aliyê çepê tên lîstekirin,kêm bikin an jî zêde bikin.

c- ger we bivê êdi di nav peyaman de wêne otomatîk nayên nîşandan. (hinek nivîskar jê aciz bûn)



3- pirsgirêka parçebûna peyvan ya di dawiya rêzikan de, hat rastkirin.



4- di rûpela panelê de fonksiyona kesên ku min dişopînin hat çêkirin. mirov dikare ji vir nivîskarên ku we dişopînin, bibîne.



30.03.2015 20:37 ~21:10 | simurg56

146. rojanekirina 2.6.1;



- di menûya rêveberiyê de beşa "mijarên beralîkirî" hat çêkirin. êdî hemû moderator dikarin beralîkirina mijaran betal bikin.

- di beşa caps'an de bişkojka "jê bibe" hat çêkirin. êdî xwediyê wêneyê û moderator dikarin wêneyê jê bibin.



08.04.2015 21:43 ~21:44 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîstema zanyariya coxrafî
» nûnergeh
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî