Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
boran zaza - tirşik
boran zaza
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. mûzîsyen û komposoreke kurd e..



di sala 1991 li Qamişlê ji dayik dibe. Tevî malbata xwe dirine Lîbiya û 5 salan li wir dimîne. Di 1996 vedigerin Qamişlê.

Dersên xwey pêşî li Instîtûya bavê xwe Dr. Mohammad Zaza werdigire, di solfêc, kîbord, muzîktêorî, tevî wilo beşdariyê di hemû çalakiyên muzîkê di dibistanê de dibe.

Di 2003 tevî malbatê koçî Hewlêrê dikin. Di 15 saliya xwe de dest bi xwendina piyano li Peymangeha Hunerên Ciwan/ Hewlêr, dike û di 2011 dîploma xwe werdigire.

Boran bi Orkêstra Iraqê jibo Gêncan re 2 salan 2008-2009 li piyano dixist mîna ku li tîmpanî jî. Wekî din pêşkêşkiriya bernameya ku bi xwe damezrand, bi navê "Di pey muzîkê re" di Radio ZED de, ku bi zimanê ingilîzî bû û heftane ji 25 xekekan pêkdihat, dikir. Di hemen demî de yek ji damezrênerên şepêla kesên ku POP û ROCK distiran, bû.

Di 2011 Boran Zaza 3 konsêrtên klasîk, solo piyano, li Hewlêr û Slêmaniyê li darxist, bi wan konsêrta bala dezgehên ragihandinê kişand ser xwe û ji hêla wîzareta çandê a herêma Kurdistanê hat binavkirin "Çalaktirîn muzîkvana ciwan". Pê re jî vexwendin ji gelek bernameyên telvîzyonên iraqê û ê yên navnetewî dihat. Boran li kêleka van çalakiyên xwe di kovar û rojnameyan de dinîvisand. Mebesta wê jê ew bû, danasîna muzîka klasîk bo ciwanên kurd.

Di 2011 berê xwe dide Beyrût/ Libnanê û salekê li konsêrvatwarê dixwîne. Dûv re dest bi xwendina piyano û muzîkolociyê li zankoyê dike. Di hemen demî de fêrî tîma dengbêjiyê dibe "Beirut Vocal" û bi wan re dibe endam. Pêk ve seranderî libnanê konsêrtên A capêlla didin.

Di meha 7.2014 û bi helkeftina Roja Muzîkê A Navnetewî, Boran Zaza berhema muzîkvanê libnanî Sêzar Naisî bi navê "Roja gava min piyano dûzan kir" jenî. Ev bûyer ji perspektîvên wêyî piyanoyî re xalek giring bû bû jibo jiyana wêy muzîkî.

Niha Boran xwendina xwe berdewam dike di muzîkolocî û piyano û wekî din li peymangeha Rifqa dersên xwedina solfêc û piyanoyê dide, û di dema valabûnê de piyanoyan dûzan dike û gotaran dinîvisîne li ser muzîkê.



http://boranzaza.wordpress.com/



13.09.2014 02:43 | endazer

2. performanseka wê;



13.09.2014 02:46 | endazer

3. nimûneyeke din ji mûzîka wê;

https://soundcloud.com/boran-zaza/gai-printemps-performed-by-boran-zaza



13.09.2014 02:49 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» boranî
» zazakî world

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî