Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
fêrîkê ûsiv - tirşik
fêrîkê ûsiv
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Helbestkar û wergêr. Di 2’yê Sermaweza 1934’an de, li gundê Sîpanê yê Yêrêvana paytextê Hayastanê (Ermenistanê) ji dayîk bû. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşiyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, tevî Kurdên Êzidî yên din û Ermeniyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe Sîpanê, di sala 1951’ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê re, di nava xwezaya çiyayên Kurdan ên li aliyê Hayastanê (Ermenistanê) de derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tebiyetbêjekî yekta.

Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv di 1955’an de, di Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan de dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kir. Heman salê, ku rojnameya Riya Tezeyê piştî demeke dirêj ji nû ve dest bi weşana xwe kir, dest pê bû helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar de weşiyan. Wî di sala 1960’î de enstîtu kuta kir. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kir. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961’ê de hate çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotiya xwe ya di jiyana xwe ya xebatê de tûşî êrîş û bêbextiyan bû, dev ji karê karê radyoyê berda û rojekê girt hemû helbestên xwe yên çap bûyî û çap nebûyî giş şewitandin.

Bi hanedana xezûrê xwe, Heciyê Cindî, di sala 1963’yan de, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova bû û bi wergera xwe ya bo Kurmancî ve xelata sêyemîniyê wergirt. Wî di navbera salên 1963 û 1967’an de ji Avedîk Îsahakyan, Lermontov û Shakespeare berhem wergerandin Kurdî, di 1964’an de, pirtûka wî ya bi navê Gula Elegezê hate çapkirin, di 1967’an de jî ya bi navê Lîrîka.

Di 1968’an de, wî li gundê xwe dest bi mamostetiyê kir. Di sala 1971’ê de, destana wî, Xewna Mîrmih, li Moskovayê, di nava pirtûka Hikayet Der Heqê Bar Mûraz De, bi Rûsî hate weşandin. Di sala 1974’an de, bû endamê Yekîtiya Nivîskaran. Destana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973’yan de hate weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977’an de çap bû. Du destanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984’an de, di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatin weşandin. Wî di nava van salan re her wiha ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yesenîn û Hovannes Tûmanyan berhem wergerandin Kurdî.

Di helbestê de, du helbestkarên mezin hebûn, ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl kirine: Pûşkîn û Yesenîn. Ji ber vê yekê, Fêrîkê Ûsiv di sala 1987’an de derkete gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris geriya.

Di payîza 1996’an de, Fêrîkê Ûsiv çû dîtina keça xwe, Zerê û neviyên xwe, Narê û Alîk, ên ku li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê êdî nexweş bû. Digel pêdagiriya malbatê, çû. Di 28’ê Avrêla 1997’an de, vegeriya Yêrêvanê, mala xwe. Lê nexweşiyê lê giran kir, Fêrîk di 1’ê Gulanê de rakirin nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin, di 3’yê Gulana 1997’an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêvana paytextê Hayastanê (Ermenistanê), li wî aliyê din ê Erezê, li ser axa Serheda xwe kiras guhest û tevî karwanê nemirên Kurd bû.

Li ser xwestina wî, Fêrîkê Ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî bi xakê hat spartin.



17.07.2013 13:27 | înano lo

2. hûn dikarin berhemên wî ji vê lînkê peyda bikin: http://bnk.institutkurde.org/catalogue/auteurs/auteur.php?autcode=89



17.07.2013 13:28 | înano lo

3. hemû berhemên wî wekî du pirtûk ji weşanên lîs ê hatiye çap kirin û buhayên van herdu pirtûkan bi maaşêkî ye



20.07.2013 01:16 | cîncoqo

4. xwekuştiye lê mixabin ne ji bo prisgirekeke felesfik ji bo xizaniy3e evji têra xwe trajike.



03.08.2013 11:59 | tivirloismail

5. mezintirîn helbestkarê qonaxa wêjeya kurdên kavkazan, ango qonaxa riya teze. fêrîko, di wêjeya kurdî ya sedsala 20. de wêjenasê herî gerdûnî ye. haya wî ji helbestên helbestkarên mezin ên cîhanê heye û wêjeyê ji xwe re nekiriye alav! tam eksê vê fêrîkê ûsiv kar û barê xwe tenê kiriye wêje! yanê cegerxwîn helbestê çawa ji xwe re kiribe alav (bo serxwebûn û azadiya kurdistanê), fêrîkê ûsiv jî helbestê ji xwe re kiriye armanc. lê sed heyf û mixabin ku fêrîko hê nû giha xwendevanên xwe... bi tenê helbesta wî ya bi navê "fortek" bedelê gelek helbestên ku bi kurdî hatîn nivîsandin e.

ev jî di derbarê wî û wêjenasiya wî de vîdeoyek e, temaşe bikin:





22.10.2013 18:34 | zero

6. bi dengê kawa nemir helbesteke fêrîkê usiv: çiyano.







24.03.2015 16:57 | diclefirat

7. Zavayê heciyê cindî ye



24.03.2015 20:12 | cîncoqo

8. Xweşşa'irekî kurd e. Di heyama edeba kurdiya kurmancî ya modern a qafqasyayê de şa'irê herî xurt e. Bimre stalînizm....



25.03.2015 12:27 ~12:29 | lalûte

9. "mezintirîn helbestvanê kurmancî ya sedsala 20. û Cegerxwîn ber wî ne tiştke" (Kawa Nemir)



18.06.2015 03:36 | hola êzîda

10. Gerek birez kawa ne gota cegerxwîn

Ber wî ne tisteke ev gotin ne raste

Cegexwîn jîyan a meyen bişkivî wan helbestên xweyên eziz ve gelek çaran dirû...

Cîhên fêrikên usif ji li nav dikê me de heye



18.06.2015 13:51 | hogir elegez

11. di bernameya daxwendê kawa nemir got ku ew ê bijarteyekê ji helbestên fêrikê usiv wergerînê ingilizî û her wisa şener ozmen jî wê fêrik wergerîne tirkî.



18.06.2015 22:57 | diclefirat

12. fêrîkê ûsiv êzîdî bû, lê xwe wek kurd didît û di helbestên wî de jî çend caran gotina Kurdistan û Barzanî derbas dibe.



18.06.2015 23:22 | hola êzîda


14. kesê ku hunermendê navdar û serkeftî ye. dikare hem kurd bibe ji barzanî re ji kurdistanê re helbestan bibivîse. dikare îbadeta xwe ya olî bîne cih. dikare hem kurd be hem jî êzîdî. kurdbûyin n li ber êzîdîbûyin ne asteng e.



19.06.2015 01:42 | endazyar

15. Èzîdî jî kurdîn tunê bawerîya wan cuda ye.



19.06.2015 12:56 | ronahî

16. di helbestek wî de hevokek wisa heye;

“ dîsa were yar keçikê,min bi evîn û surr bike.”



19.04.2016 00:49 ~00:51 | çiyayê mêrdîn