1. YekemÎn koma muzÎkÊ ya kurdÊ li tirkiye ye. di sala 1988 an de li enqere komek şagirtÊn beşa bijÎşkÎye ve tÊ avakirin. sÊ albÛmÊ wan heye: kulÎlka azadiye, agir Û mirov Û dergÛş. ji ber hin pirsgÎrekÊn siyasÎ belav bÛne. pişt re hinek endamÊn wÊ bi navÊ çar newa komek ava dikin. |
|
13.09.2014 11:36 |
xwelî li ser
![]() |
2. komeke efsane ye gelek stranên xweş û geş çêkirin, li dû vê komê jî çar newa hat û li dewsa vê girt. |
|
28.02.2015 15:48 |
ferhenga şikestî
![]() |
3. yek ji strana wan a herî xweş (bnr: baran baran e) |
|
09.03.2015 02:13 |
xendekî
![]() |
5. Ev strana wê pir ne navdare lê mala kom muzîk ê ava be stran bi zindî pêşkêşî me kir: Û ev jî gotinê stranê: DERYAYEK KÛR Ne dûrbûna deryayên kûr ezbenî Ne asîmanên serbilind ezbenî Wek çemekî bêserî Wek dilekî bêderî Wiha têm ez Ne raweste ne li benda xwe bimîne Hem bibare hem ji baranê nemîne Wek çemekî bêserî Wek dilekî bêderî Wiha werin Ger bêjim ez her dem navê wê yarê Ger bêjim ez her dem çavê (dilê) wê yarê Wek çemekî bêserî Wek dilekî bêderî Wiha têm ez |
|
15.01.2020 23:33 ~23:32 |
rizgarm
![]() |
6. di wan salên koman de koma herî serkeftî ye bi ya min. Bû efsaneyek ji bo me. endamek yê komê dr. Ahmet Kaya berîya du rojan li ser instagramê mêvanê weşana zindî ya kovara ziryabê bû. çawa min dît ez çav bihêsir bûm. xwezika wan rojan... |
|
13.04.2020 22:18 |
soryazyus
![]() |
7. (bnr: telli) (bnr: hawer le) vîdyoyê veke |
|
08.05.2020 17:58 |
fîriko lao
![]() |
8. Komekî pir serkeftî bû. Ez naxwazim zêde tişta bêjim. Hatim lînkeke berdim û herim stranên wan guhdar bikim. Ew belgefîlma koma amed e, hûn temaşe nekin nabe. Dubare dikim, tamaşe bikin! |
|
17.05.2020 01:42 ~01:54 |
master kurd
![]() |
9. koma amed li zarokati ya min de ji pir xweş bü aniha ji pir xweş e heke ku behnamin teng dibe ez govende van vedikim bu tamaşe dikim |
|
18.05.2020 01:44 |
hevi13
![]() |
10. Komek di dîrokê de cihê xwe girtiye. wan rojan di youtubê de tiliyên min ser tîpên koma Amedê de diçin û tên.. Mirov ji deng û awaza wan têr nabe. |
|
28.08.2020 18:21 ~2020.08.29 17:49 |
kajav
![]() |
11. Di germahiya rojên havîna Amedê de albûma wan a efsane "dergûş" ku wê çaxê li her derê lê dixist, 1998, bi stranên xwe yên ku mirov dibêje qey her yek ji binê erdê derxistine, hişê min de bicîh bû. Stranên vê albûmê ji bîr nabe. |
|
04.06.2023 04:28 ~2023.06.05 23:19 |
mirovekirind
![]() |
![]() |
fatih altaylı [1] |
![]() |
replîkên lo dublajê [1] |
![]() |
hetîketiyên zarên mala barzanî [1] |
![]() |
logoya tirşikê ya bi nivîsa "10 salî" [1] |
![]() |
swêd [2] |