Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
vîn - tirşik
vîn
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. îrade



17.07.2013 13:30 | cirano

2. peyva ku cara pêşîn dema bi ber guhê min ket ez ecêbmayî mabûm û di ber lêvan re min çend xeberên xweş ji zimanzanên me yên şareza re şandibû û gotibû ''nizanim ev zimanzanên me van peyvên ecêb ji kÛ dera xwe diderînin..'' paşê bi demê re min tê derxist ku koka peyva dîvêtiyê ye û peyvek kevnar û resen e.. li deverinan wek vên jî tê bilêvkirin..



17.07.2013 17:46 | endazer

3. navê kanaleka televîzyonê ya ku li hikûmeta herêma kurdistanê li ser satalaytê weşana xwe dike û digihîne çar parçeyên kurdistanê..



17.07.2013 17:47 | endazer

4. vîn, viyan-xwestin, hezkirin. Îrade ku bi erebî ye, ji xwe bi xwestinê re têkildar e. (mirad, ard-arz)



17.07.2013 14:18 | mastfirosh

5. di beyteka dîwana melayê cizîrî de wiha derbas dibe:



“Husn û cemalê xwest evîn vêkra di yek zatî civîn

Nûra qedîm bû ‘işq û vîn wan li êk naz û ‘işwe da”



20.12.2013 07:05 | endazer

6. vîn û viyan radera lêkerî ye jî.

tiştê balkêş di vê lêkerê de ku li herêma behdînan û hekariyan û hin herêmên botan bi awayekî çewt likar li gel ku ergatîvîtî li nik wan temam û bê kêmanî ye.

binerin li van mînakan:

1.ez avê divêm.

2.te ez viyam/vîm/vêm

.3. heger tu bivêyî

lê li herêma jorê ku min bi nav kirine wisa ne

1. min av divê(t)

2. tu min viyayî

3. ez te divêm

4.heger te bivê



21.12.2013 21:12 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîn tv

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî