Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    15 mijar û 14 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bîrnebûn
    peyamên çepikkirî

    48290. kovara kurdên anatoliya navîn e ku ji 1997'a virve, çar mehane, yanê demsalî, derdikeve ye. Kovarê, mîna gelek kovarên kurdî, siftê/berê bi pirranî bi tirkî dest pê kiriye û dû re hêdî hêdî vegeriyaye ser kurdî. kurdî, lê bi giranî kurmanciya kurdên anatoliya navîn tê de cih digire. berê gava ku ez li peyvek an jî biwêjeka devoka semsûrê, ya ku di ferhengan de cih nagire digeriyam, bi pirranî bi malpera wan ve derdiketim[carcaran jî bloga zinarê xamo ve]. serekî(demeke), min dest bi xwendina hemû hejmaran kiribû, lê paşê min nekarî dewam bikim, lêbelê hîn jî xweziyeka ku ji qirika min neçûye û nehare xwarê ye.



    http://birnebun.eu/



    05.06.2013 14:07 | simurg56

    118884. kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê ye.
    hejmara 56 de helbestek xweş hatîye nivîsandin ji alîyê Seyfî Doğan

    çekê xwe li nav zinaran veşêre
    tu baş dizanî
    çiya dê te biparêze
    ma tu neyî bi lêz bi
    rîya te ya dirêj e
    piştê xwe bi zinaran de
    û bifikire
    ne xewnên xwe
    ne jî xeyalên xwe
    sivik bike
    bîrmeke
    ê te ne macera,
    serhildan e…



    24.06.2013 23:59 | xewn