Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
mewlûda melayê batê - tirşik
mewlûda melayê batê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesta melayê bateyî ye ku di hemû mihrîcanên rojbûna hz. mihemed de tê xwandin. Ev helbest dîrokî û wêjeyî ye. Her neteweyek bi zimanê xwe mewlûd gotiye û ev jî ya kurmancî ye. Ya zazakî jî ehmedê xasî gotiye. seydayê tîrêj jî mewlûdek kurmancî gotiye lêbelê Mewlûda Batê ji hemûyan girîngtir e.



15.09.2014 13:13 | xwelî li ser

2. (bnr: mevlûdên kurdî)



15.09.2014 20:39 | bayesar

3. Yekemîn mewluda kurdî ye
Ez 5- yan 6-salî bûm dema ku min Mewlûda Mela Huseynê Batê li mala me dît. Tevî ku
dêbabên min nexwenda bûn, wan gelek giringî dida wê yekê ku em zarok fêrî xwendinê
bibin, bi taybetî xwendina Qur’anê û berhemên din yên pîroz.
Hingê min hê ji nû dest bi xwendinê kiribû lê ji niha jî zêdetir ez miriyê xwendinê bûm. Min
Qur’an bi dengê gelek mela û kesên din yên xweş dixwînin bihîstibû. Min gelek jê hez jî
dikir. Lê herçi ku min Qur’an dibihîst û bi xwe jî dixwend lê ew bi erebî bû û min jî hema
bêje qet erebî nedizanî.
Lê Mewlûda bi kurdî hê jî bandorek mezintir li min kir. Bêguman min di zarokiya xwe de ji
pirraniya wê jî fehm nedikir ji ber ku ew tijî peyvên erebî û hin yên farisî ye. Lê dîsa jî ew bi
zimanê min bû û min gelek tiştên xwe jê fehm dikirin jî. Belkî jî yek ji sedemên bandora wê
ya mezin li min, ji bilî kurdiya wê, ew bû ku di dema Mewlûdxwendinê de hemî kes beşdarî
duakirinê dibûn, ne tenê kesekî ew dixwend. Herwiha bêguman di dema Mewlûdxwendinê de
xwarinên xweş dihatin pêşkêşkirin ku ew jî bo me zarokan ne tiştek bêwate ye!



24.01.2020 17:50 ~18:41 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mewlûda melayê bateyî
» melayê erwasê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî