Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
qesra îshaq paşa - tirşik
qesra îshaq paşa
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. qesra Îshak paşa,yek ji koşkên navdar Ên bakurÊ kurdistanÊ ye Û li axa bazÎdÊ ye.koş ji alÎ ishaq paşa di sala 1199 hÎcrÎ,miladÎ 1784 hatiye çÊkirin.li gorÎ dÎroka fermÎya tirka di nava 99 salan de avakirina wÊ hatiye bidawÎkirin.mÎmamrÎya koşkÊ elementÊn kurdÎ ,roma Û farsÎ dihewÎne.



23.04.2014 14:49 | hemokrates

2. ji bo dîroka avahîsazîyê qesreke pir girîng e. di dinyê de sîstema navendî ya kêzin û sîstema navendî ya germ kirinê ya yekemîn di vê qesrê de hatîye çêkirin. cara yekemîn min deh sal berê dîtibû. piş re, dûv restorasyonê re salekê berê min dît, lê restorasyon pir xirab bû û xwezî min qet nedîtiya.



24.04.2014 02:05 | nazim tolhildan

3. qesra ku hê jî çavê min pê neketiye..

gor û merqeda bavê şi'r û edeba kurdî ehmedê xanî di vê hewşa qesrê de ye..

dibêjin bedÎuzeman mele seîdê kurdî bi qasê çend mehekî li vê qesrê li ziyaretgaha ehmedê xanî ketiye silûk û xilwetê û bi awayeke batinî ji ilmê ehmedê xanî feyz û îlham standiye..



24.04.2014 03:17 | endazer

4. qesra ku gora ehmedê xanî di hewşa wê de nîne. gora ehmedê xanî li jora qesrê ye û navenda wan de weke 200 metro dûrayî heye.



24.04.2014 03:22 | nazim tolhildan

5. Qesra Îshaq Paşa yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li axa Bazîdê ye.



Koşk ji aliyê Îshaq paşa ve, di sala (1199 Hîcrî.)-(1784 Mîladî.) hatiye avakirin. Gorî dîroka fermî ya Tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên Kurdî, Roma û Farsî (bo mînak Selçûkî) dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye.



Koşk gelek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên Kurdan ve hatiye restorekirin. Di wejeya Kurdî gelek caran bûye kaneke navdar. ehmedê xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Ehmedî Xanî de hîna hîmê wê hatiye danîn û Xanî jî di wê dêlindêzê de dua kiriye. Ew dua jî ev e ku ebdulla varlı di pirtûka xwe ya bi navê "dîwan û jîneweriya ahmedê xanî"



Niha goristana Xanî li wir e. mûsa anter gelek caran koşk wekî "Tirba/Goristana Ehmedê Xanî" binavdikir. Dîsa mizgefta bazîdê jî li cem wê ye.



15.09.2014 13:51 | xwelî li ser

6. bi rastî jî dive be perandin ji turîzme re.weke hemû nirxen turîstik ê li Kurdistanê ew jî ya avetîya.



01.02.2015 21:37 | hûteheftserî

7. di Sala 2012 de çûbûm, ez heyran mabûm.



Piştî restorasyonê hate lewitandin arîkê wê girtin, niha ji dûr ve dinêrî wekî sera ye (germxane)



Qesra îshak paşa mixabin bû sera 'ya îshak paşa. qet destê xwe lênedabûn hezar car baştir dibû.



01.02.2015 22:14 | mîr

8. Ev çend salin qaşo dewleta dagirker biryara restorasyonê daye lê mixabin yekem restorasyona wan ew e ku bana qesrê bi alimünyomê pêça ye. Belê hema bana qesra dîrokî bi bûjeneke erzan a ecêw ve girtine û pişta xwe dane çûne!



03.04.2018 13:13 | jifêzagorda

9. qesra bawer dikim di nav avahiyên kurdan de herî zêde têsîr li min kiriye. ji mêrdînê me û min gelek qesr li mêrdin, carbekir û bajarên kurdistanê yên din dîtine lê yekê jî ewqasî ez heyranî xwe nehiştim.

herî zêde jî ji hundir ve ew motîfên qubbeya wê.



24.11.2019 23:14 | berxweda

10. qesra ku min hê neditiye.
hê dewleta bêşeref, nehiştî bin ava bendaveke biçim bibînim ew ê gelek baş be.



24.11.2019 23:16 | brusk56

11. Ne pêkan e bimîne di bin bendavekî de ji ber ku li ser zinarekî ye. Û jixwe yek ji bermahiyên Osmanî ye, loma nahêlin tiştekî were serî.
Avahîyek bi rastî jî gelek xweş e. Em ketin heta zindanên wê jî. Li wan zindanan mirov xwe wek ku di gorê de be, hîs dike.
Qesr li beramberî mizgeft û gora Ehmedê Xanî ye. Ji bo me esas cihê pîroz ew e, ne qesr.



25.11.2019 12:44 ~12:45 | simurg56

12. wek kela behlûl paşa jî tê zanîn.

temelê wê ji aliyê evdî paşa yê kurê mîr mihemed pir bela va hatiye ovêtin.
di dema evdî paşa da înşeata wê xilaz bûye û di heman demê da ehmedê xanî jî katibtîya dîwana vê serayê kiriye.



16.12.2020 12:12 ~12:31 | bûtîmar

13. wek teyrekî bayîzdê dinêre, bin qesrêda bayîzda kevn heye, çîyayên derdorê kela urartuyayên kevn tê dîtin, qesrê da çîyayê agirî nay dîtin behs ev e ku dema evdî paşa daye çêkirin gotîye qesrek wisa çekin ku bila gilîdax neyê kifşe, bila sîyê gilîdax nekeve ser.
hinda bayîzda kevn jî baxçe keşîşa hebû hema dagirkeran ev çend sal berê hirşandin. ser rêya vê qesrê dadgeha bayîzdê yê kevn jî tê dîtin. hinda vê dadgehê 2 sal berê bo dîroka bayîzdê jî kevnargeh(muze) hat çêkirin dibên serkeftîye min jî hê nedît.
alî din 200 mt şûnda mizgefta xezretxanî (bnr: ehmedê xanî) heye an jî bi gotina bayîzdîya xanî baba. hinda mizgefta ehmedê xanî jî goristana berê heye.
xwezî hemû kurd herin û bibînin. bayîzd wek bîdlisê serê dîrokvan û çîrokvana kurdaye.



16.12.2020 14:38 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qesra balindeyên xemgîn
» paşa

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî