Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şêx mihemed kerbela - tirşik
şêx mihemed kerbela
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Şêx Mihemed Kerbelayê helbestvan û nivîskar, herweha mêrxasê bi navûdeng , di sala 1885an de, li gundê axtepe ji diya xwe re çêbûye û di sala 1939an de jî, li gundê Çolê çûye ber dilovaniya Xwedê û li gundê Axtepe di wargeya xwe ya timî de dimîne.



Şêx Kerbela kurê Şêx evdirehmanê axtepÎ ye. Lê ew bi Şêxîtiyê qewî nehatiye naskirin. Di nav xelkê de, jê re Mihemed Kerbela, yan jî Kerbelayî dihate gotin. Herweha alim û zanayekî gihaştî bûye. Xasma di warê zanîn û dersdana feqiyan de, şûna bavê xwe dagirtiye. Sed heyf û mixabin M. Kerbela nezewîye, li paş xwe ne kur û ne jî qîz hiştine û kurdûnde ji dinyayê koça xwe bar kiriye.



Wî, mîrata xwe tenê du heb pirtûkên granbiha ji nefşên nûhatî re diyarî hiştine. Li gorî gotinên xelkê, M.Kerbela ji mîrata bavê xwe Şêx Evdirehman jî, ji xwe re tenê pirtûk hildane. Wekî din, mal û milk ji xwişk û birayan re hiştine. Ji ber wan xeysetên wî yên rind û gihaştina wî ya zêde, di nav xelkê de navûdeng daye. Herweha bi hunermendî, zanyarî, rewşenbîrî, helbetvanî û welatparêziyê jî menşûr bûye. Ew, di ilmê Erebî û Farisî de pir zana bûye, wek zimanê xwe yê netewî zanibûye.



M. Kerbela di şerê şoreşa 1925, bi serokatiya Şêx seîd de alaya azadiyê hildaye. Piştî fetisandina Serhildanê, Hikûmeta Tirk wî jî bi hin serok û berpirsyarên Dozê re biriye neyistanê (nefî) û wî li bajarê Uşaqê xistiye bin çavdêriya mecbûrî. Lê piştî demekurtekê, wî ji wirê hinartine bajarê Edenê. Di sala 1927 an de, piştî ku Roma Reş ji Kurdan re “lêborîna giştî“ beyan kiriye, M. Kerbela jî vegeriye gundê xwe. Lê mixabin ew li beyabanê pir zor û zehmetî dîtine û nexweşîneke bêderman girtiye. Ew nexweşî, lê pir tîn kiriye û bi salan domandiye, heta ku bûye sedemê mirina wî.



Li gorî gotinên xelkê, Kerbela di ber sekerata mirinê de weha gotiye: "Ez sindoqeke devgirtî hatim û devgirtî çûm!"



17.09.2014 14:49 | xwelî li ser

2. Vî welatparêzê mêrxas, li paş xwe du heb pirtûkên granbiha ji me re diyarî hiştine. Yek dîwanek e û ya din jî ferhengokeka Kurdî-Farisî bi navê mÎrsad-ul etfal e. Wî ew Ferheng di sala 1912 an de nivîsîye. Her çiqas pirtûk bi xwe ferheng e, lê wek NÛBARa ehmedê xanî, bi kêş û qafiye û kite, bi helbestkî nivîsîye. Tê de li dor 1350 bêje hene. Navê wê, bi mana riya (papûr) piçûkan e.

Mihemed Kerbela di destpêkê de gotiye ku wî ev Fergeng ji bo "etfal û ewladê di Kurdan" nivîsîye û domandiye:

... Wekî wê NEWBEHARa şeyxê Xanî Esasê wê ji bo etfalan danî ...

Mihemd Kerbela Dîwana xwe jî, di sala 1914an de nivîsîye. Piştre mela Zeynelabidîn Amedî wê Dîwanê bi destxetê xwe, ji nûve bi tîpên Erebî nivîsîye û di 1980 de çap kiriye. zeynelabidin zinar ev herdu jî veguhaztin tîpên alfabeya latînî û di 1989an de dan weşanxaneya Jîna Nû ku çap bike. MÎRSAD-UL ETFAL di eynî salê de hatiye çapkirin, lê belê Dîwana wî hêjî nehatiye çapkirin.



17.09.2014 14:52 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêxbizinî
» mihemed nojdar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî