Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
abbas kiarostami - tirşik
abbas kiarostami
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min heta niha tenê fîlmeke abbas kiyarustemî temaşe kiriye; fîlma wî ya bi navê close-up.. fîlmeke gelek xweş û baş e. fîlmeke bêhempa ye û min di sînemayê de ti fîlmê ku dişibe vê fîlmê nedîtiye..

welhasil tarzeke wî ya cuda heye û derhênerekî jêhatî ye..



17.09.2014 15:47 | mergehez

2. xweyê fÎlma bad ma ra khahad bord*



18.09.2014 00:06 | endazer

3. kûl û derdê min bû, lê xuya ye mazlumozdogan bûye derman *



18.09.2014 18:22 | simurg56

4. mirovê ku nizanim çend sala berê, di festîvala sînemayê ya stenbolê ya bi mavê "if İstanbul" ê de tev li gotûbêj a wî bûm. bi rastî cilûbergên wisa xwe kiribû ku min qey got şivanê gûndê me ye. lê fîlmên wî têra xwe serkeftî û bandordar e.



18.09.2014 19:01 | nazim tolhildan

5. min darî fîlmên wî yên bi navê "Shirin"(şêrîn), "Bad ma ra khahad bord "(ba wê me bibe), "Ta'm e guilass "(çêja gilyazê), "Khaneye doust kodjast? "(mala hevalê min li ku der e) kiribû û min fîlmên wî yên weke "Zire darakhatan zeyton "(li binê darên zeytûnan), "Zendegi va digar hich "(jiyan û tu tişt) an jî ( jiyan û tiştên din) nîvî temaşe kiribû. ez dikarim serî de bêjim ku nurî bilge ceylan di fîlmê xwe de bi temamî ekola vî derhênerê bi kar tîne. kiarostami ji tiştên basîtê li ber çavan ku mirov jê hay nabe jiyanên mezin rapêşî meriv dike. di piraniya filmê wî de dem nêzê beratiyê(realîte) ye. bi taybetî jî di fîlmê wî "bad ma ra khahad bord " de hima bêje dema ku di fîlm de dibore û dema bera(real) weke hev e. tiştekî dinê ku bala min kişandiye ew e ku di fîlmên kiarostami de hebûna kesayetên kurd û sempatîkbûna wan e. derhêner vê yekê bi zanebûn dike lê ez nizanim têkiliya wî ya kurd û kurdîtiyê çi ye? bi taybetî jî di fîlmê "ba wê me bibe" û di fîlmê "çêja gilyazê" de...



19.09.2014 11:15 | ceso

6. miriye. ger ez di şûna xwedê de bûma; di şûna pirûkên mîna avesta û qur'an û tewrat û încîl û mishefa reş hwd de, fîlmên mîna kesên abbas kiarostamiyê bişandama.



05.07.2016 05:46 | remlavêj

7. Dêrhenerê ku şevadin miriye ye. Hînbûyina agahiya mirina hin kesên hêja (Dêrhener, nivîskar filan...) tişteke ecêb e. Paşê min got wayy bee abbas jî çû, zalim dinya.



05.07.2016 09:25 | gulêê

8. xwediyê gotina, ''Helbet dareke tek û tenê, ji çend daran zêdetir dar e'', ye



11.02.2021 09:43 | merwano

9. Îro liqayî vê vîvedoya jêr hatim, berî bimire li odeya nexweşxanê stranbêjek li ber serê wî strana nobaharî dibêje ku bi xwe helbesteka şîrazî ye û behsa hêviyên bi ser negirtîn û kul û derdên di dil de mayîn dike.



;ab_channel=B%C3%A2d-%C4%B1Sab%C3%A2



17.04.2021 12:08 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» abbas vali

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî