Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ömer faruk baran - tirşik
ömer faruk baran
(9) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. xweyî û nivîskarê dirêjtirÎn navê pirtûka helbestan e.. anku helbestkareke kurd e.. ji devê rûdawê;

sala 1989 li navçeya Pirsusê ya Rihiyê ji dayîk bûyê. Li zanîngeha Stenbolê beşa Hiqûqê û ya civaknasiyê li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê jî beşa endezyariyê ya hawirdoriyê kar kiriyê lê belê ji her 3 beşan jî dest berdaye û niha jî ser wêjaya kurdî dixebite.

pirtûka wî ya pêşîn ya bi navê ''pirsa behram filan..'' ji nav weşanên ronahî rohnî dîtiye..

bi dirêjiya navê pirtûka xwe bala medyaya kurdî, tirkÎ û azerî kişandiye ser xwe.. baran di mûlaqateka dayî rûdawê de dibêje dixwazim li ser dirêjiya navê pirtûka xwe serî li guinnesê bidim lê tirsa min ew e ku di defter û krîterên guinnesê de cih ji kurdÎ re tune be..

http://rudaw.net/kurmanci/culture/170920142



18.09.2014 01:19 | endazer

2. ez gelek meraq dikim di tirşikê de jî dinivîse yan ne? heke nivîskarê tirşikê be, bi kîja navê dinivîse?

not: heke nivîskar bî sê car bêje werin sêva werin sêva werin sêva*

di nava kurdên me yên ciwan ên ku bi kurdi re eleqedar û têkildar in de yê herî jîr û jêhatî ev e, ne tenê edebiyata kurdî, di heman demê de di derbarê edebiyata tirkî û îngîlîzî de jî xwediyê zanîneke berfireh e, ji îngîlizîyê jî carinan wergeran dike, de vêca ez nizanim hemdê xwedê ye herhal hemû omer faruk'an wisa jîr û jêhatî dibin.

di sala 2012 de di pêşweyaziya çîrokan a abdullah duran de çîroka bi navê 'zênebêj'ê xelata yekemîniyê girtiye..

pirtûka wî ya yekem û tekan jî ji vir çend meh berê ji aliyê weşanxaneya ronahiyê ve hatibû çapkirin..



18.09.2014 11:41 | ferhenga şikestî

3. xwendevanê zîrek ê ku êdî xwedî berhem e. Lê mixabin ji naveroka helbestên xwe bêhtir bi dirêjtirîn navê berhema xwe derketiye pêş û bûye mijaran nûçeyan. Bi ya min xwezî hinekî sebr û tebat kiriba da ku helbesta wî bêhtir kemilî ba.



18.01.2015 22:38 | seydayê_peyvan

4. serê xwe gelek li ser edebiyatê diêşîne..

heke ne kurd bûya, wê jê nivîskarekî qerrase derketa



19.01.2015 00:41 | ferhenga şikestî

5. Ji bo xwe blogek vekirye, hin nivîsên wî û hevpeyvînên xwe yên bi nivîskarên kurd re parve dike:



Here lînkê

(bnr: blogên kurdî)



19.02.2015 22:27 | xendekî

6. Helbesta wî ya di pêşbaziya helbest û çîrokê a Huseyin Çelebi de xelata duyemîn wergirtiye:

(bnr: bîrêmjar)



04.03.2015 08:51 | xendekî

7. li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsek wisa weşandiye ku gelek xweşa min çû ;



Sosyal medyayı artık aktif bir şekilde takip etmeyeceğini söylüyor küçük dayım Nazif. Profiline girip yazdıklarını yorumlarına kadar okuyan ama hiç bakmamışmış gibi yapan okur ve yazarlardan sıkılmış. Ne bir retwit ne bir fav, ne bir beğeni ne bir yorum, bu ne! Sade Facebook ve Twitter sosyal medyası da değil, Kürtlerin tek aktif interaktif sözlüğü tirşik.net'te hakkında yazılanlar da sinirini bozmuş küçük dayımın. Site müdavimlerinin tirşikvan dediği casuslar onu Dağkapı'nın oralarda sevgilisiyle Türkçe konuşurken görmüşler. Sonra bu tirşikvanlar vay efendim sen ne biçim Kürt Nazif'sin diyerek -Kurmanci ve Zazakî söylemişler bunu- küçük dayımı hayatında hiç duymadığı Kürtçe kelimelerle bir güzel dövmüşler. ''İnternet de eski internet değil'' diyor küçük dayım, kıyıda köşede kalan, etiketlendiği son birkaç fotoyu falan da indirdi az önce, flashdiske atıp birazdan ayrılacak internetten. Tekrar dönecekmiş gibi gülüp ''O güzel arabaya binip gideceğim'' diyor, ''iletilerin kötüsüne, twitlerin sahtesine kalın'' Benim küçük dayım Nazif, yakışıklı, hafif, iyi süvari.





li min biborin lê wele niha nikarim wergerînim kurdî.



05.03.2015 23:16 | brusk56

8. Ji 'embara mêran e. 'embara mêran jî siruc e . ew ji wek min ji navê pîrsûs'ê gelek aciz e. Birayê Pirtûkeke ku navê wê dirêjtirîn navê kitêbeke Kurdî ye nivisiye -qudûmê tune ye ez nav li vir binivîsim, yanê ewqas dirêj e. . Ji Arjen Arî zêde hez dike û xuya bûye ku rehmetî jî pirr jê hez kiriye. Di vê sureca Berxwedana Kobaniyê de - ew jî ji navê kobanê zehf qicix digre - ji malpera "Dengê Amerika" re nûçegihanî kir . Xwediyê vê hevoka rastetûj e ku behsa me gişan dike : "

Ku bîr e ne niha,

çend salên din bila were bîra herkesî:

me tiştên xwînî dinivîsandin li ser Facebook ê

çil û çend ecibandinên xemxemkî

paşê me alim li bin guhên Twitterê dixistin

şoreşa paşilên şikestî,demdemkî li ber şerrê li ber serê me,dûr

em bûn bênamûsê wextekî"

her çiqas miraqa wî pirr l'ser kurmancî hebe jî ez Tirkiya wî jî pirr begen dikim . Riya wî vekiriye.



û son olarak ez vî wêneyî ji bîr nakim.

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=784215391616720&set=a.613738311997763.1073741826.100000848007399&type=1&theater



06.03.2015 16:23 | mistefa

9. ez bawer im xortê ku ji bo tirşikê wê surprîzek çêbike

deriyê wî sor be ocaxa wî gûr be*



06.03.2015 19:49 | ferhenga şikestî

10. (bnr: perxudres)



09.03.2015 17:45 | ferhenga şikestî

11. xwudê jê razî be kurê wî zava be, têra xwe li ser çapemenî û teqemeniyan qal û behsa me dike..

di malpera rûdawê de jî di derheqê tirşikê de nivîseke nivîsandiye



Here lînkê



25.03.2015 19:19 | ferhenga şikestî

12. nûçeyeke di derbarê tirşikê de weşandiye lê xwezîka nûçe jî bi kurdî biweşiya bes ev jî ji bo danasîna tirşikê baş e.



25.03.2015 19:27 ~19:27 | kurê xelkê

13. malî ava, kedek mezin dide ji bo nasandina tirşikê. gotibû çi ji destê min bê ez ê bikim, wileh çi ji destê wî tê kir, heta jê zêdetir jî kir.



25.03.2015 19:33 ~19:34 | xendekî

14. kesekî xwîn şêrîn û germ e. di hevpeyvînê de pirsên ku nedihatin bîra min, pirsîya.

destên wî sax bin.



25.03.2015 20:28 | simurg56

15. ha min cergê wî xwar * bê sohbet danasîna tirşikê gelek baş diket.belê diviya ew nivîsa wî ya di rûdawê de weşandî wergerîne kurmancî,hetta soranî ..belkî kurdên li wêrê jî tirşikê binasin û hejmara wan li me zêde bît..



25.03.2015 20:35 | vêca çiyeeee

16. Gellek tiştên baş dike kêfa min ji nivîsên wî re tê û tiştekî pir baş kir ku blogê ji xwe re vekir. Di ser de reklama tirşikê jî dike.

de aferim ömer farûk aferim *



25.03.2015 21:02 | gulan

17. (bnr: kucuk dayim nafiz)



Nivîskarê ku li ser hesaba xwe ya facebookê, bi tirkî, bi bikaranîna karektera kucuk dayim nafiz nivîsên gelek xweşik dinivîse. Pir kurt in lê pir xweşa min diçe wele. Yek ji wan jî li ser tirşikê bû..



25.03.2015 21:37 | brusk56

18. Çikas helbestê ew nexwîne jî weka ku wî xwendîye xuya dike.Birayê ÎHB ye û nirovek pirr xessas e.Damara hunermendîyç tê de heye





25.03.2015 22:46 | xebat

19. nivîskarekî ku ji bo siberojê hêviya min jê heye ye.



10.04.2015 12:38 | kurê bavê xwe


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ömer hayyam
» baran rizgar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî