Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
koleksiyona aleksander jaba - tirşik
koleksiyona aleksander jaba
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di roja 21.12 2013 gîhişt unîversîta mêrdîn ya artûklû enstîtûta zimanên zindî şaxê makezanista ziman û çanda Kurdî. Bi vî alî koleksiyon kete destê Lêkolînvan û xwendevanên Kurd.



Ji arşîvên Rûsya ên Kurdolojîyê koleksîyona aleksander jaba ji aliye cîgirê rektorê Unîversîta Mêrdîn artûklû serokê enstîtûta zimanên zindî şaxê makezanista ziman û çanda Kurdî Prof. Dr. kadri yıldırım û Doç.Dr. ekrem Önen ve giha Zangoya Mêrdînê.



herdu zanyar bi demeke dirêj li ser karê bi destxistina arşîvên Rûsya ên Kurdolojîyê, bi teybet ên wek koleksîyona kurdologê navdar aleksander jaba bi dest bixin, xebat dikirin. Li ser vê mijare Prof. Dr. Kadri Yıldırım û Doç.Dr. Ekrem Önen serdana Mosko û St.Petersburgê dikin. Li gel Akademîya zanistî a Rûsya her weha li gel beşê Kurdolojî ê akademîyê hevdîtin pêk tênin û piştre li St.Petersbûrgê li gel kitêbxana netewî a Rûsya beşê destnivîsa ku yek ji 5 pirtûkxaneyên cîhanê yên mezin tê naskirin, hevdîtinan pêk tênin. Piştî xebateke dûr û dirêj ligel St.Petersbûrgê peyman tê îmze kirin.



Piştî peymanê arşîv tev kopî kirin û ji alîyên zanyarên zanîngeha Artûklû arşîv tê wergirtin. Arşîv ji 54 beşan pêk tê û 4017 rupelin. Koleksîyona Aleksander Jaba heta niha baş nehatiye lêkolin kirin.



Wek tê dizanin Aleksander Jaba kurdologekî bi nav e. Jaba konslosê Rûsya Qeyserî li baja Erzrûmê bû û di wan demên li Erzrûmê bûye ew bi çanda Kurdî mijûl bûye û wê demê li gel gelek Kurdên navdar yên wê demê yên wek mele mehmûdê bazîdî û gelekî din têkilîyên di deynê. Jaba gelek berheman dide hev, her wiha ji bo koleksîyona xwe gelek berhemên li ser Kurdan bi perên xwe dikire. Ji ber vê yekê koleksîyona wî gelek dewlemend e.



Pewist e ku arşîva kurdologê bi nav û deng vladîmîr mînorskî jî werê welatê Kurd.



Wek tê di zanîn dîroka Kurdan heta niha bi awayekî fireh ronî ne bûye, tiştên heta niha jî hatine nivîsandin bêhtir li ser agahiyên rojhilatnasên hatine nivîsandin. ji ber Wê ji bidestxistin û ronikirina arşîvan ji bo Kurdan gelekî girînge. Xebata wan mirhovan di mijara Kordolojî de pir giring e. Gelek berhemên hêja ên kurdologên wek Mînorskî, Xalfîn, Orbelî, Lazerev, Hasretyan, Jigalîna û gelek zanyarên din hene. Bi teybetî arşîvên welatên ku hesabên wan li ser Kurdistanê hebûn, yên wek Rûsya, Îngilîz her weha Tirkîyê û Îranê, ji bona mijara Kurdolojî pir giring e.



18.09.2014 11:48 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» koleksiyona aleksander jaba
» aleksander jaba

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî