Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
kurdcell - tirşik
kurdcell
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. li gorî nûçeya malperekî ji çapemeniya tirk operatora gsm-ê ya ku wê ji aliyê pkk-ê ve li rojavayê kurdistanê bê danîn.. li gorî malpera ku nûçeya xwe spartiye îstîxbarata mîtê pkk-ê ji bo bingeha vê operatorê dane qewlê xwe bi endazyarekî ku di şîrketeka telekomûnîkasyonê a li bakurê kurdistanê de dişixule re kiriye.. û ji bo malzemeyên lojîstÎkê pkk-ê nûnerê xwe yê hewlêrê yê bi navê savaş topaloğlu tevî 500 hezar dolarî şandiye çînê.. dîsa li gorî heman çavkaniyê pkk dê ji bo vê operatorê texmînen 3-4 milyon dolar pere razîne û dê di nav salekî de bi firotina sîmqertan û kontoran sermiyana xwe amortî bike.. ya b'xêr.. http://www.medyalens.com/pkk-kurdcell-kuruyor/



17.07.2013 17:19 | endazer

2. navê kurteçîrokeka nivîskar murad celalîyî ya ku di kovara tîrojê di hejmara sermawez-berfanbarê de hatîye weşandin..



''Xeyal ji bo wî kar bû. Çawa mirov şeveqê ji xewê şîyar dibûn diçûn ser karê xwe, ew jî hema wisa her roj di hişê xwe de xeyalek çêdikir, pê şadibû, seba ku bigihêje encamê dûr û dirêj li ser difikirî. Gava xeyalê xwe rêk û pêk dikir, mîna qey êdî gihîştîye armanca xwe bextewar dibû. Dema heval û cînarên wî çav bi wî diketin digotin qey tu xem û kedera wî tuneye, li ser rûyê erdê kesê herî bextewar û serfiraz ew e. Çendekî vê yekê wisa berdewam dikir, lê nişkêva rojekê hişê wî dihate sêrî, tê derdixist ku tiştekî wisa, mîna xeyalê wî tuneye, vê carê ji binî ve diguherî dibû merivekî din, gunehê sêwîyên li ber dîwaran jî pê dihat. Gava meriv çav pê diket, ziravê merivan jê diqetî. Te digot ew ne merivê çendek li berya vê ye.



Sal û danzdeh meh halê wî ev bû. Ji ber vê rewşa wî malbata wî, bav û birayên wî, zar û zêçê wî jî nizanibûn ka li ser çi û li ber çi ne. Seeteke wî bi seeteke wî nedibû yek. Ya rastî, sifte, demên pêşîn herkesî digot, dê aqil bigire, hişê wî yê bê serê wî. Loma hê hefdeh salî bû, bavê wî jê re birazîyeka xwe xwestibû. Digotin, ger bibe xwedî jin û zar, yê yatir be, hişê xwe bide serê xwe. Lê nebû, hingî diçe ev rewşa wî xirab dibe. Nika sê kurên wî hene, dîsa eynî berê ye, hê serva çûye. Li ber bestan xeber dide.

Ev çendeke jî dibêje ezê şebekeyeke têlefona saz bikim. Nanê wî yê êvarê tuneye, ew rabûye qala tiştên weha dike. Gava diçe cîyekî rudinê dest pê dike qala vê projeya xwe ya nû dike, xelkê bi xwe dide kenandin:

Kuro, ezê di çend salan de bibe dewlemendtirînê welêt, a howe li hemû kes têlefonên desta dixebitînin. Ehmo! Ka tu bêje, çend xetê te yê têlefona hene? Dudo. Nado! Ya te? Yek. Lê tu Cindî! Sê. A we dît, ka bala xwe bidinê hûn. Dema min ew şebeke saz kir û navê wê jî danî Kurdcell, qey kîjan kurdê bêxîretîyê bike, ji xeteke Kurdcell nekire. Welleh, ez bi Xwedê kim, sî milyon Kurdê hemû vê xetê bikirin. Lawo, gava Kurdan kirîn, Tirkê ku mejbûrin bi Kurdan re xeberdin, ewê jî bi yeqîn ji Kurdcellê bikirin. Ez bi Qur’anê sond dixwim, di salekê de ew şebekeyên dinê jî top biavêjin.

Yekî got:

Ka perê te tu vê şirketê ava bikî! Howe tu nikarî heqê çaya xwe bidî, ji kîsê xelkê vedixwî. Kuro, baqil be, hişê xwe bide serê xwe. Here ji xwe re karekî bibîne, zarên te hûr in. Li destê evda nenihêre. Mêranî bi rûmetê ye.

Yekî din got:

Em bêjin te pere peyda kir, ka dewlet dihêle tu vî navî li şirketa xwe bikî. Ev teze teze em dikarin navên Kurmancî li zarokên xwe bikin. Ew jî li hêvîya kêfa wan maye. Xwezila qebûl bikiribana. Te gava ev şebeke saz kir, soz, sozê mêrên berê ezê yekê bikirim. Lê kambaxê xeyelên te xav in. Vê gavê dûrî aqilan e.

Kuro, hûn hemû jî nabine meriv. Mala xeyalên we şewitîye, hûn gêjegêj bûne bendê dû hebana xelkê û neyaran. Roj hat, dema min ev kara kir, hûn hemûyên ji şermana di erdê de herin. Lê êdî ew rojê ji bo we dereng be.

Kurdcell, peywendîya çar parçan!!!''



17.07.2013 17:23 | endazer

3. navê kompaniyeka muhtemel ya gsmê (bnr: global system for mobile communications) ku di sala 2009'an de ji aliyê geştkarekî kurd ê bi navê murat aslanoğluyî ve û di sala 2010'an de jî ji aliyê parêzerekê kurd ê ji stembolê yê bi navê murat ekenî ve ji bpo standin û tescîlkirina vê navî serî li tpeyê (bnr: türkiye patent enstitüsü) hatiye dayîn lê bi sedema reqabetê û hevşibina navê kompaniyê ya bi kompaniya tirk a gsmê ya tirk re destûr nehatiye dayîn û ev nav hîn nehatiye tescÎlkirin..



17.07.2013 17:38 | endazer

4. kurmançcell + sorancell + lorîcell + kirmançcell + gorancell = kurdcell



23.12.2013 11:43 | mîrêhekarya

5. Ev navê ha careke dî şanî me dide ku ti îşê kurmanca bê tirka û tirkî naqede. Kurdcell çi ye j'bo xwedê, ma nav nemaya fikr nemaya, kurdcell vêca.



01.12.2020 21:25 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdcell

Kategoriyên mijarê:: nuce jiyan ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî