Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; îmtîhana kurdan bi klozetê re
peyamên çepikkirî

49004. ezmûna ku ez jê derbas bûm*

di pirraniya malên stenbolê de di tuwaletan de klozat heye, ya normal tune ye, heta ku nehatibûm li stenbolê min hama bi şaşî jî ne têde mîz kir ne jî gû.. lê niha mala ku têde dijîm bi alafranga ye û ji ya normal rehetir e. dema min vê malê kirê kir min dûre ferq kir ku alafranga ye lê ji ber tunebûna malan û ji neçariyê min got tiştê çû nede dû. cara ewil min gelek zehmetî kişand, mîzkirin meseleyek e, gûkirin meseleyek e divê tu her car paqij bihêlî, avantajên wê jî hene, yek ji wan ew ku tu bi rûniştî karê xwe dikî lewma jî ling û çokên te naêşin, ya din jî ew e ku destê te bi gû nabe* ji ber ku çirra wê heye tu vedikî ew bixwe dişo û tu jî piştre bi peçeteyê ziwa dikî (xwedê heye, xweş dişo) lê ji bo ku dilê min rehet be di her çûyînê de sê qamyon av bi paqijkirina qûna xwe diqedînim



08.06.2013 14:50 | simurg56

49019. jiber ku ez niha li karim wextê min gelekî nîn e. ez hatime tiwaletê û min go ka ez meyzênim bê ma di tirşik.netê de jî çi deqewimê? ev mijar hebû û ancex di tiwaletê de tiştin li ser vê mijarê werine nivîsandin. wekî dî naxwe wê dilê mirov bixelê ji xwendina peyamên li jor û peyama min jî bi ser de.



em werine ser mijarê, pirsgirêka mezin rûniştina li ser klozetên cemidiye. havînî ti pirsgrêk nîn e lê çêla dihêlê ku qûna mirov qeşa bigrê. ne kurd tenê hemû milatên ku li bajarên sir û seqem lê di dijin ji vî derdî mizdarîb in. min jiber vê yekê daye qaqa reş. nexasim şeveqa, wexta şeveqa ez diçima tiwaletê hengî ew quzelqurt cemidiye ez naxwazim li ser rûnim carina tenê mîz dikim û derdikevim* jixwe bajarê ku ez lê dijim ji niha da li vir dinya bûye serma û li pêşiya me hê ewqas rojên serma jî hene, werhasil kelam em ê pê girin û hew. li va nêzîka mizgeft jî nîn in. mi niyayê yê ku ev qencî bi me kirî.



15.06.2013 00:28 | azadixwaz