Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
şêwira bi zarokan re - tirşik
şêwira bi zarokan re
(6) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. -apo, baran didê.

+barana kê?

-barana min û te. [mîrza 3 salî]



28.09.2014 15:29 | serpale

2. mijara ji bo çi hatiye, çi ye, derdê nivîskar çi ye ne aşkere ye. birano min tu tiştî ji vê mijarê fêhm nekir ku yekî fêhmkirî hebe bila ji min re jî vebêje.



28.09.2014 16:12 | azadixwaz

3. li gorî ferhengê şêwr: Qisedana navbera çend kesan a ku ku li ser mijareke.

ji çavê zarokan nirxandina bûyeran e..

zarokek sê salî dibêje:

- bavo baran dibare, an jî baran tê..

bav bersîve dide û zarok ku nav mîrza ye, dibêje barana min û te ye.. an jî barana me.

ji nêrîna zarokekî barana me dibare an jî barana dibare ya me ye... *



28.09.2014 19:36 | havka

4. yanî qise û galegalen ligel zarokan tên kirin..



(bnr: ferhenga têgihiştina dinyayê ji bo azadîxwazan)



28.09.2014 20:19 | endazer

5. mijara wateya "didê" û armanca mijarê nehatiye fêhmkirin.

(bnr: spasdar-buna ji endazer û hawka re)



28.09.2014 22:12 | azadixwaz

6. (bnr: di tirşikê de berxwedana fahmnekirê)



28.09.2014 23:13 | serpale

7. şêwira ku dema li mala we zaro(çi keç çi kur) hebe tehmeke bêhempa ye û bi ser de jî axaftin bi kurdî be gelek xweş dibe, (tabi min mebest ne ew e ku bêjim kurdî pîroz e û niza çi niza çi..) mesele cuda ye. min bixwe di nava diyalogên zaroyên malbata xwe de dîtiye, seh kiriye. yên me bi pirranî di 6 saliyên xwe de hînî tirkî dibin, bi awayekî çawalêhato dest bi jiyana bi tirkî dikin lewma jî têgihîştinên wan piçek nivco û kêm dibe. hîn nû bi nû fêrî peyvên tirkî dibin û heke wateya peyva hanê tênegihîştibin hawara xwe digihînin te û were vê meseleyê safî bike*

şêwira min û evînê (evîn keça xaltiya min e niha diçe pola yekemîn) li ser fêmnekirina xêzefîlmên tirkan bûbû, bi taybetî jî kayu û pepe.. mînakên ku tên bîra min;



evîn- serhad abê maxfettin çi ye?

ez- yanî te lewitand

-lewitand?

-yanî evîn te min herimand, qirêj kir (evîn ergatîvî nizane mixabin* )

- hii yanî li ser meriv çay dirjê wisa dibe?

-erê evîn eyn wisa

-serhad abê?

-çi bû evîn_

-ji min re xebroşk vedikî?

-evîn şarja min tune ye

-yaw tu jî sabahtan dibêjî şarja min tune ye haa

(hêrs bû çû lê dilê'm sot, çûm û min jê re vekir*



29.09.2014 00:35 | ferhenga şikestî

8. ya ku di navbera min û kurê apê min ê 6 salî de derbas bûye. navê wî serdest e.



-serdest(6) ; paşê min got what the fuck abê !



-ez(23) ; kerem ke ?



-serdes(6) ; bêhna goreyên te çima wek ya cipsan e.



-ez(23) ; asdkjabvkjabvlkfblakdjfb !!! error !!!



04.10.2014 12:10 | paşê min got what the fuck

9. ez û evîn..(evîn 7 salî ye keça xaltiya min e bi tirkî baş nizane û em bi hev re dijiyan)



ez- evîn ez diçim

evîn- diçî li kû?

ez- diherim stenbolê

evîn- (piçek fikirî) ma diçî biçe, ez jî odeya te digirim ji ma çi*



28.02.2015 14:11 | ferhenga şikestî

10. - Bavo bêhna min gelek teng bûye, em derkevin j'derve...
+ Keça min ez ji kû bizanim bîhna te teng bûye, ka were nîşanî min bide.
(tê ba min)
- Ka? Li ku derê ye bîhna te?
(zikê xwe nîşanî min dide. Destê xwe datînim ser zikê wê, hinekî digovişînim)
+ haa, rastî jî teng bûye. Nexwe em derkevin derve.



06.05.2017 13:13 | simurg56

11. ji ber ku dest bi dibistanê kiriye, carina bi keça xwe re bi tirkî diaxivim da ku hinekî lê germ bibe. di destê me de pêlîstokek şeşgoşe hebû û min jê pirsî;

- berçem bu altıgen mi yoksa beşgen mi? (berçê ev pêncgoşe ye an şeşgoşe?)
+ yeeek, didooo, sisêêê, çaar, pêênc, şeeeeş: şeşgen e!
- : )



11.04.2018 22:10 ~22:10 | simurg56

12. keça min: bavo tu zanî bavê hevalê min bûşra jî doktor e. lê doktorê heywanan e, veterînere navê wî.
ez: erê keça min. lê ew ne li nexweşxaneyê ne.
keça min: (piştî fikara bi qasê 3-4 sanîyeyan) ê babo nexwe li kû dişixulin. gelo li ormanê(daristan) dişixulin?
ez: muhaha. na keça min, cihên wan hene. ez ê nîşanî te bidim.



05.04.2019 21:26 | simurg56

13. Van roja gelek caran li strana bajarê miksê guhdar dikim. Di erebeyê de dema ev stran vekirî bû, min dît keça min got bavo ev zilam çima wisa dibêje?
+Çi dibêje keça min?
-dibêje: dinyayê dinyayê ji ber Kurdan ket belayê.
+Haha. Keça min wisa nabêje jixwe.

Rebenê çi bizane Kerbela çi ye... Gotina rast wisa bû:
Dinyayê dinyayê
Ji bo Kurdan kerbelayê



26.11.2019 17:12 ~17:13 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêwira bi zarokan re
» zarokanîn

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî