Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 85 peyam
leman sam - tirşik
leman sam
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. stranbêjek tirk e ku ji aliyê gelek kurdan ve jî tê guhdarkirin.

îro tweetek wisa avêtiye "benim için ışid ile bıçağını masum bir hayvanın boğazına dayayan aynı duygudadır, ışid beni şaşırtmıyor"



yanî "ji bo min di navbera hestên mirovê ku heywanek bêguneh serjê dike û ya daîşê de tu ferq tune"

yanî quzzilqurt. wateya vê hevoka tewşo mewşo ev e "hemû mirovên ku goşt dixwin, mîna daîşê ne".



05.10.2014 22:58 | simurg56

2. (bnr: bêbextiyên vejeteryanan)



05.10.2014 23:10 | biruya hayao miyazaki

3. ya ku di vê rojeva têr û tijî de ji akpê re melzeme derxistiye.

joe biden dibêje akp alikariya rêxistinên radîkal kiriye, tirkiye dibêje em dixwazin herema tampon çêkin ev makera hanê derketiye çi dibêje.

yanê te ji daîşê vê fêm kir ?



ehmeqo, rebeno ...



nîşe ; wek navê xwe dizanim ku ji %90ê tirkiyê zêdetir goşt dixwe .. di gewiyê de mayîî ..



06.10.2014 00:02 | brusk56

4. îro dîsa nîşan daye ku bi qasê misqalek jî mejî di serî de tune.

dîsa tweetek rîtiye. derbarê erheja li nepalê û bi hezaran miriyan de gotiye "ji xwe xwedavenda xwe bi hezaran heywanan kiribûn qurban. ma digotin wê bêceza bimînin? îro bi hezaran ji wan mirin, xwedaya wan qebûl bike."



di tweetandinê de ji asta nihat dogan jî derbas kir vê xanimê.

gelek hunermend hene, heta ku neaxivin mirov dibêje qey zana ne, ronakbîr in. lê dema dippeyvin mirov dibêje xwezî tu lal bûya.



26.04.2015 12:48 | simurg56

5. Ajalan gelek hez dike.dikarîm bêjim hez kirina wê yê ajalan ji insana gelektir e.lê xweda he ye dengê wê pir xweş e.biratî ya netewan dixwaze lê yek stranekê wê yên kurdî min nebihîstî ye.



17.06.2015 15:32 | ronahî

6. strana hoy memo stiriyaye:





17.06.2015 21:16 | mergehez

7. Kesa ku dijberî li jor hatiye gotin, faşîst û nijadperstek kemalîst e. Dîsa twîtek avêtiye û di gotina xwe de " soysuz arablar" ( erebên bênijad ) bikar aniye. Helbet li ser erebeke ku hatiye stenbolê û li ser sûriyan gotiye. Lê ji bo vê kesê gotine, "biratiya gelan dixwaze". Xwuşkatiya kemalîstan heya bi derekî, jê pê ve nijadperestiyadi xwîna wan de diherike zextê li wan dike û nikarin xwe zevt bikin. Kurdên me jî ketine pey xwuşkatî û biratiya kesên weha. Yê îro ji ereban re bêje soysuz wê sibe ji kurdan re bibêje soysuz û dibêjin jî.



13.01.2022 22:39 | tîrêj zana 21

8. mirovekî faşîst e. ewqas ku mirov dikare wek pênaseya faşîstan vê jinikê nîşan bide. di vê meseleya ereban de jî, di twîtên xwe yên berê de jî rasterast faşîzmê dike. ku erk di destê wê de bûya, hîç guman nekin ku wê ji erdogan û bahçelî gelek zêdetir zalim ba.
tişta ecêb ew e ku li gorî vê zîhnîyetê, ev ne faşîzm e.



13.01.2022 23:49 | simurg56

9. Wek kemalîstên din faşîsteke lê zayenda wê jin e. Lê divê neyê jibîr kirin, faşîst tu carî li faşizma xwe mukir nayên. Ji ber ku xwe xwedîyê vî welatî û axê dibînin. Lewra di hemû gotin û kiryarên xwe de xwe mafdar dibînin. Yek radibe baca ava penaberan pênc caran li gor ya fermî zêde dike, yek dibêje ereb bedewî ne. Nizanim kurd çiyayî ne. Tu dibêje qey asyaya navîn navenda şaristaniyê ye û bavû kalên wan hemû bajarî bûn. Lê dema tu mêze dikî Ötükena wan a pîroz ne bajar e. deşteke ku bihar û havînan kon lê vegirtine. Kar û barên wan talan bûye. Axa wan hemû beyaban e. Û koç kirine hatine van deran. Welhasil bi gotina kurmancan di başên wan...



14.01.2022 00:46 ~00:52 | dewbir

10. Hema tirk hemû wisa ne hewce nîne meriv behsa wan bike.



14.01.2022 01:41 | serhed

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» leman sam
» samsung galaxy s4 i9500 vs i9505 black edition

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî