Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
keje bemal - tirşik
keje bemal
(11) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar, rojnameger, lêkolîner, qunciknivîs, gerok, ehlê keyf û ehlê heq..

li ser dosyeyên taybet kar dike û carinan ji bo dosyeya ku amade dike hevpeyvîninan bi kesên ku bi mijara dosyeyê re eleqedar in re dike.. û piştî ku dosyeya li ser dişixule temam dibe li rojname û kovar û malperên înternetê yên kurdan belav dike.. heçiyê weşand weşand heçiyê neweşand jî ji serê.. * heta niha bipiranî tirkî dinivîsand lê vaye wekê ku ji tirşikê jî dixweye zimanê xwe li yê diya xwe jî digerîne êdî.. axirê b'xêr hatiye.. hêviya me her ew e ku di tirşikê de xweşiyê jî bibîne..



18.07.2013 12:52 | endazer

2. Bi min xerîb nayê, lê ji ku nas dikim, nizanim...

Hat bîra min,

Kejê bêmal, rojnameger, nivîskar û aktivîst...

kejê bêmal, xwedîya dosya "zarokên ji zimanê xwe xeyidîne" ku rebenê bi rojan qîrîn û hewara wê bû, lê deng ji kesên ku pizika serê zimanê wan perwerdehîya bi zimanê zikmakî ye, derneket...

Û hîn jî zarokên kurdan bi dîntî tên raporkirin û davêjin rehabîlîtasyonên tirkan...



18.07.2013 17:31 | devliken kelogiri

3. (bnr: homeless)



18.07.2013 17:39 | berxêres

4. Dosyayên balkêş mîna ''Zarokên ji zimanê xwe xeyidîn'' amade kiriye.. Qasî ku dizanim li ser dosyeya derheqê hevzayendên kurdistanê de dixebite.. di demek nêz da wê eşkere bibe..



22.07.2013 13:59 | roj

5. nivîskara ku beşa yekê ya xebata wê ya paşîn ya ku derheqê hevzayendên kurdistanê de ye dikare ji vê lînkê bê xwendin.. http://www.agendakurd.com/index.php?option=com_content&view=article&id=1413:kuerd-ecinseller-boeluem-i-keje-bemal&catid=59:dosya&Itemid=130 di beşa yekem ya vê dosyeya xwe de bi mîmareke kurd ê gay ê ku li kurdistanê dijî re derheqê şert û mercên psîkolojÎk û yên fîzîkî yên hevzayendên kurd ên li kurdistanê dijîn de hevpeyvînek dûrûdirêj û têrûtijî kiriye.. heçiyê dixwaze jiyan û halûwextê hevzayendên kurd û ên li kurdistanê dijîn bibin xweyî malûmat dikare ji lÎnka li jor hevpeyvînê biwîne..



22.07.2013 17:27 | endazer

6. û kesê ku ev paşnav lêkirî jÎ ez zanim û baş nas dikim lê nabêjim..*



22.07.2013 17:38 | endazer

7. jinekî pir jîr e. dosyeyê "zarokên ji zimanê xwe xeyidîn" min xwend û ez gîrîyam gîrîyam gîrîyam... min xwest biqêrim û dengê qêrîna min here ezmanan... http://www.agendakurd.com/index.php?option=com_content&view=article&id=1252:diline-kuesen-cocuklar&catid=59:dosya&Itemid=130



23.07.2013 23:32 | keçkacindî

8. ew jina ku ez bi dîtina wê gelek kêfxweş bûme ye, jineke jêhatî ye, min cara pêşîn li ser facebookê di koma agendakurd de ditîbû û dest bi şopandina wê kiribû. **



24.07.2013 23:49 | bazirgan

9. dil bi kurdî, hiş bi tirkî ye, bi kurdan re hevpeyvînên bi tirkî çêdike.



01.08.2013 14:47 | rojgar

10. beri hertiştê tirşik nizene çê bike. Gelo nave rasti ew xatun çiye mirovek hesud nine.



13.09.2013 14:10 | elias

11. kurdîkêmzana tirkîaxêf e ku derheqê yek ji berhemdartirîn nivîskarê ciwan (bnr: kawa nemir) re dibêje:



"kesê ku ew bi xwe jî nizane çi dibêje û çi dinivîse..."



naxêr ku kejê bi xwe bikaribûya kurdî binivîsiya wê demê wê hîç xema min nebûya. lê divê mirov di bin bargiraniya gotinên xwe de nemîne...



25.09.2013 20:18 | serhednişîn

12. navê kejê ji filmê Eskîya nas dikim, ji ber ku ji hezkiriyê xwe veqetiya ye heta roja ku wî bibîne neaxivî ye û axaftinê jibîr kiriye. Heger ev kejê ew kejê be, wê pîroz dikim rola xwe bas lîstiye. Ger ne ew be, ji min re ci law? Ji xwe bê mal e!..



28.09.2013 01:46 | dîno

13. bi nivîsa xwe ya dawîn bersivek qerrase xistiye derina camêrinan de ku radibin rûdinin davêjin barzanî û statûya hikûmeta federe ya kurdistanê: http://www.dengeazad.com/En/NewsDetailN.aspx?id=31313&LinkID=118



06.10.2013 03:49 | endazer

14. Kejê Bêmal, nizanim ji ku vî nave li xwe kiriye lê li çend kuçeyên kurdistanê bigeriya navek dî wisan ne didît ku evqas lê bê. bi dîdar û rewşa xwe kejê ye, bi kar û barê xwe, bi fikr û welatê xwe bêmal e, bêwar e. wek pezkoviyek, an jî wek kewek, ji vî çiyayî diçe wî çiyayî.



wek mihemed arif cizîrî distra:

kejê elwendê çil bisk û çil û zendê



14.10.2013 14:54 | alasor

15. Jinekî şirîn û şekirê naşibe tu tiştî, bixweser e wek fistiqê Entebêye lê jê çêtire,mina pezkûvîye çiyayê kurdistanê jî azade, hem ye tu kese nîne, hem jî kî/ê dilê xwe jêre veke wekî xezalek tê rehmê û kûvîtîya xwe li ser xwe davê û bi sernermî tê ber wî kesê dimexele...



31.10.2013 22:05 | nunê

16. nivîskara tirşikê ku ew jî bi wêneyekî beşdarî kampanyaya ez kurdistanî em bûye..



''Ez Kurdistanî me..

Û wekê her Kurdekî Kurdistanî Kurdistaneke Azad,Yekgirtî û Serbixwe Dixwazim.''



http://goo.gl/PzJw57



07.03.2014 00:24 | endazer

17. rojnamegerek û jinek serbixwe ye û li hemberî siyaseta pkkyê ye*

li ser facebookê liqayî hin dosyayên wê yê wek diline küsen çocuklar/diline aşık çocuklar/eşcinsellik hatibîm û ew nivîs pir bala min kişandibîn. pêşiya wê jî dibem qey hin kovaran de nivîsên wê hebîn,

lê ez îtîraf bikim piştî ku wêneyên xwe yên mehra şirîetî li internetê parve kirin dilê min jê sar bî.



27.04.2014 07:27 | kevçiyê dil

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keje bemal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî