Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 32 peyam
kereng - tirşik
kereng
(6) (0) (29)
di mijarê de bigere

1. Mizgîna çîyayên Kurdistanê!



2013.07.18-14:43 | keje bemal

2. Nebata ku li ser gora zarokên reş ku ji alî leşkerên dewleta dagirker ve hatine kuştin, şîn tê.



2013.07.18-14:45 | keje bemal

3. ''Kereng jî wek gelek hêşînhatan (nebatan) hem jibo têrkirin, hemjî jibo derman di biharan de digehije hewara mirovên feqîr û ruhberên din.



Kereng hêşînhatek bi kelem (strî) e. Di destpêka biharê de li çolan û bedenan xwebixwe li cihên axsist hêşîn têt. Belgên wê kesk û hinekî bi pûrt in. Bejna wê bi tîrane bi qasî 40 – 60 cm bilind dibe. Navtenga wê singane û zer e. Çiq û şaxên wê ji navtengê berjortir vedibin û bi stirîyan dorpêçkir



Di mehên nîsan û gulanê de kulîlkan vedide.



Kulîlkên wê spîzer in, bi stirî û pûrt in. Dema kulîlkên wê digehin, rengê wê soremor anjî zer û keskane ne. Dema digehe ew kulîlk dibin paxoxeyên bi stirî û di nava wan paxoxan de bizirek heye. Ji wê bizirê tov- sîsik, qehwa kerengan û çerez çêdibin. Şîrek ji qevd (navteng) û çiqên wê tê, jêre tê gotin şîrê kerengê. Ji wî şîrî benîştek çêdibe.



Du cûreyên kerengan hene. Kerengên zer û kerengên reş. Li hinek deveran ji kerengên reş re ” kerengên keran“ jî tê gotin. Lê kerengên reş li hinek deveran nayên xwarin. Gelek pispor jî kerengê û qîvarkê ( kerbeşê ) tevlihev dikin. Ca jixwe kerengên zer rengê wê zer e. Kerengên reş jî rengê wê keskereş e. (keskê tarî)



Welat û dîrok: Welatê kerengê Kurdistan e. Ba û bagerê bi xwe re birine hinek welatên din jî.Dîroka wê kes nizane ji ber ku ne hêşînhatek çandinî (kultûrî) ye. Lê wer xuya dike, dîroka wê digehije dema berî mirovatîyê. Kurd gelek cûreyên xwarinê û pir tiştên din ji kerengê çêdikin. Ji ber ku ewilî di biharê de dema her tişt li kîleran xilas dibe û biharan nexweşîyên biharan dest pê dike, kereng jî wek hinek pancarên biharê digihije hewara birçîbûn û nexweşîyên mirovan û ruhberên din. Lewre jî bav û bapîrên me li ser kerengê helbest û stran çêkirine. Bendek ji helbestekê wehaye.



Kereng digehije bedenan û kaşan

Xwarina feqîr, jar, bergîr û wehşan

Kereng çi digere li mala wezîr û paşan.



Têdahî: Sed heyf û hizar mixabin ku li ser têdahîyên vê hêşînhata nirxbilind çi lêkolînên giring nehatine kirin. Heke hatibin kirin jî, di çi pirtûk û malperan de ez lê rast nehatim. Heke hinek xwendevan lê rast hatin, bila ji kerema xwe jibo me bişînin da ku em jî bi wan bihesin û bigehînin xwendevanan. Herweha li ser bandor û faydeyên wê jî (derveyî benîşt) min çi agahdarîyên lêkolîneran bi dest nexistin. Hîvîdarim wê kesên di derheqa wan de agahdarî hebin wan jî bigehînin me.



Prof. Baybot û Prof Dr. Îbrahîm Saracoglû dibêjin: Benîştê kerengê sistbûna lam ê (çenê) dişidîne. Teqîna perda (zar) guh dikewîne. Jibo xistina kevirên sefrayê dibe alîkar. Li ser daxistina zixt (tansîyon) û şekirê xwînê bandorek erênî nîşan dide. Rehên dil nerm dike. Hezmê hêsan dike. Iştahê vedike, diranan paqij dike, dostê kezebê ye, pêşîya felcbûna serûçavan ( rû) digire.



Karanîn: Kereng bi gelek cûreyan tê bikaranîn. 1- xwarin 2- tirşî 3- benîşt 4- çerez 5- qahwe.



Xwarin û tirşî: Ewilî biharê reha kerengê bi darên sertûj (xilç) tên derxistin . Piştî şûştin û spîkirinê hinek diqelînin û hêkan dikin ser (dikin mixle). Hinek dixesînin xwê pê werdikin û hinekî sor dikin) wek pêxwarin bi nan re dixwin. Dikeve nav xwarinên dew, savar, brinc. Li alîyê Diyarbekirê meftûna wê jî çêdikin. Di mehên hizîran û tîrmehê de binê kerengê, bi kêrekê tê jêkirin anjî brînkirin. Di cihê hatî brînkirin de şîrek jê tê. Ew şîr dibe benîşt. Herweha qaşilê li ser navteng û şaxên wê, wek rêvas û xîyaran tê spîkirin û xwarin. Payîzê bizirê di nava papoxka wê de tê derxistin, qelandin û hêrandin. Ew dibe qehwa kerengan. Heke ew bizir bê qelandin û xwêkirin, wek dindikên kundir, gulberoj û zebeşan dibe çerez.'' http://www.yuksekovahaber.com/yazi/kereng-3208.htm



2013.07.18-16:30 | endazer

4. li herema amedê jê re dibêjin kenger jî.



(bnr: kenger)



2013.07.18-16:31 | berxêres

5. (bnr: go kerengo warê te go ba zane)



2013.07.18-16:36 | endazer

6. nebatek bi strî ye. rengê pelên wê yî bi dirik; kesk û çixêz sor e. koka wê spî wekî berfê ye. xavî jî tê xwarin. û bi pijandin an jî kelandin jî dikare bê xwarin. li kurdistanê pirr navdar e.

ji bona kurdên vejeteryan mîna goşt e.



2013.07.18-16:48 | berxêres

7. êvar e ro dereng e

sî xwar bû ser kereng e



2013.07.18-16:50 | filankes

8. kerengo zîla zengo

li te şevo

li min derengo



2013.07.18-19:19 | cîncoqo

9. peyvek ku bûye mijara pêşgotina (bnr: kerengê ber bayê)



2013.08.08-00:10 | xewnname

10. derenge şîva me kerenge..



2013.08.08-18:51 | ezpinktufloyd

11. bi histiriye belê pir xweş e.



2013.08.08-20:46 | delal

13. ez îro saya serê wîkîpediyaya kurdî pê hesiyam ku kurd ji vê darê an ji berhemên darê qajikan çêdikin..



2013.10.29-01:15 | endazer

14. xwarina me ya demên zaroktiyê bû, min hindî dinyayê ji xwarina wê hez dikir...



2013.10.29-10:06 | elomelo

15. Jajî yê wê û li ber dohnî sorkitina wê pirr xweşe.



2014.01.30-07:19 | ayzek

16. wexta yek kerenga bi masîkî çêdikê gelekî xweş in. yanî kerengê qelandî ku wek masî ya tên qelandin.



2014.03.09-20:59 | mamostanısebin

17. Bi zazakî em jê re dibêjin "kenger", herwiha bi tirkî jî kenger dibêjin ku bi rêya farisî ketiye tirkî. qasê ku ez zanim di gelek devokên kurmancî de jî wek "kenger" bi nav dibe lê hinek deveran bi kurmancî jê re "kereng" tê gotin, bawerim ew bi rêya metatezê yanî bi cihguherîna dengên " ng-r " bûye "kereng". Nimûneyên din bo metatezê di kurmancî de;



cîran => cînar

befr => berf



2014.03.09-21:09 | prode_pasha_chinyo!

19. kereng meha bûharî derdikeve û gelek xweşe. lê hay ji we hebe. dirîyê we di devêwe de ranebe *



2014.03.09-22:54 | azê

20. "derenge hoy derenge şîv û taştê kerenge " dibêje bavê min *



2014.04.21-19:26 | sewdaxan

21. Cûreyek şînkayîyê ye di biharê de şîn dibe. Kîvarê tê xwarin di bin erdê de ye. Pelê wê li ser riya erdê ye û bi strî ye. Di pelê wê de xetek sor heye. Şorbe û zilopîyê wê tête çêkirin. Navê wê tirkî jî kengî ye.



2014.12.27-01:11 | gûndîyav

22. (bnr: çîroka pepûk)



2015.04.02-23:14 | tîrejên rojê

23. Geyayê go piştî çend salan li stenbolê leqayî hatim e.

Xwarina wê zehf xweş û meşhûr e. Xaf jî, biraştî jî û qelandî jî tê xwarin. kerenk, destpêka beharê tênê bîra mirov.













2018.04.01-18:56 ~19:09]| gumgumok

24. Tistê dema pîrka min diherî stenbolê mînanî tistê herî bi qimet bi xwere dibirî.



2018.04.02-16:22 | reşik eyşo

27. li çîyayê qerejdaxê gelek berbilav e. van deman yanî meha nîsan û gulanê, li ser rîya amedê, li her dû aliyê rê mirov dikare erebeyên sekinî bibîne ku xwediyên wan derketine çolê ji bo berhevkirina kerengan.
derxistina wan bi destî, ne hêsan e. ji ber ku li qerejdaxê, di binê keviran de derdikeve û jixwe ew bixwe jî bi strî ye. divê di destê mirov de tiştekî qewîm, dirêj û tûj hebe. aha wisa:




navê vê amûrê aduhtik. an jî Aduhtka kerengan.

beşa kerengê ya tê xwarin, di binê erdê de ye. bi qasê 15 cm e. lê divê ji jêra wê re were birrîn da ku nefelişe, belav nebe û reş nebe.



2019.04.07-15:16 ~15:16]| simurg56

28. Çend salên zarokatiya min li gûndekê sêwregê derbas bû.
Ew gûnda her tim bi kereng û kevîrên reş te bira min.

Kereng baharê xweş e. Hem ji pez re hem ji meriyan re xwerinek e. Lê gava payîz dibe ew hemû dibe çalû û ezîyet.
Ba wê top dike û dike nav hewşe û xwaniyan.



2019.04.07-15:25 | cinorek

29. (bnr: waxtê kerengan)



2019.04.07-15:31 | hozan serhad

30. Tirşîna wî pirr xweşik e û pirr jê hez dikim.



2019.04.07-17:13 | brzn

31. Benîşta wî şikestê tilî pêçî mila dra jî dermane. Donzdeh salî milê min şikest û benîşta wî baş bû.



2020.03.29-21:52 | quşxaneli

32. Tirşîna kerengan li serhedê pirr navdar e.Carna ku zêde tirş nebe tehma wî tehl e.Carna jî sitrûyên wî dev û pirrîyê mirov re diçe.Xeynê wî kereng xweş e , dema ku mirov nû nû ji erdê/axê derdixîne û sipî dike dixwe , ew jî tehmek e cihê ye. Ji bo derxistina kerengan Kergexan tên bikaranîn.



2020.03.29-22:32 | brzn

34. (bnr: toşî)



2020.04.19-12:33 | hozan serhad

35. Mirov dikare bi hêk re çêbike bixwe , dikare bike xaşîl û girar ango tirşîn pê çêbike



2020.04.19-13:40 | brzn

36. Nika wextê werdişê nê vaşî yo. mi şinikêya xwu de qet nêwerdinî û wesar de keye de vaşî ra vêşêr çîyek nêameynî werdiş. Kenger, mizlak, bi hakê kergan rey de viraştinî û werdinî. Şarê dewe yabana kewtibî nê vaşî arê kerdinî.



2020.04.19-14:02 | kajav

37. Giyayê ku niha mehda min çûyê. Xweziya hebûya me hinek di nav rûnê nivîşkî de qelandiya û du hêkan li ser bişkandiya.

(bnr: erê bavo xweş bazar e)



2020.04.19-14:22 | xelîl

38. niha dema kereng ye. gava em li gund in, cihekî heye em diçin bo kerengan navê wî girê mîrze ye.



2020.04.19-16:20 | raman

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
six days war [1]
Navê şerê di nav Îsraîl û ereban e. Rastî ev şer pirr balkêş e. Ji ber...
lincoln [1]
FÎLM QALA JIYANA abraham lincoln DIKE LÎNCOLN LI ŞERÊ NAVXWEY...
bariş çakan [1]
Ciwanek kurd e ji destê faşîstên tirk yên hovên moxolî hatî kuştin. ji...
bariş çakan [1]
Bavê wî çi tiştekî ecêb derket, hê Roj di ser de derbas nebûye, derket...
bariş çakan [1]
Xorteko seba goştarî kerdişê deyra kurdkî polê leyrê xenzîrê şamanîsta...
belki ev jî bala te bikişînin
» kerengê kera

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî