Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kereng - tirşik
kereng
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

19. Cûreyek şînkayîyê ye di biharê de şîn dibe. Kîvarê tê xwarin di bin erdê de ye. Pelê wê li ser riya erdê ye û bi strî ye. Di pelê wê de xetek sor heye. Şorbe û zilopîyê wê tête çêkirin. Navê wê tirkî jî kengî ye.



27.12.2014 01:11 | gûndîyav

20. (bnr: çîroka pepûk)



02.04.2015 23:14 | tîrejên rojê

21. Geyayê go piştî çend salan li stenbolê leqayî hatim e.

Xwarina wê zehf xweş û meşhûr e. Xaf jî, biraştî jî û qelandî jî tê xwarin. kerenk, destpêka beharê tênê bîra mirov.



Here lînkê


Here lînkê

Here lînkê


Here lînkê



01.04.2018 18:56 ~19:09 | gumgumok

22. Tistê dema pîrka min diherî stenbolê mînanî tistê herî bi qimet bi xwere dibirî.



02.04.2018 16:22 | reşik eyşo

23. li çîyayê qerejdaxê gelek berbilav e. van deman yanî meha nîsan û gulanê, li ser rîya amedê, li her dû aliyê rê mirov dikare erebeyên sekinî bibîne ku xwediyên wan derketine çolê ji bo berhevkirina kerengan.
derxistina wan bi destî, ne hêsan e. ji ber ku li qerejdaxê, di binê keviran de derdikeve û jixwe ew bixwe jî bi strî ye. divê di destê mirov de tiştekî qewîm, dirêj û tûj hebe. aha wisa:
Here lînkê
Here lînkê

navê vê amûrê aduhtik. an jî Aduhtka kerengan.

beşa kerengê ya tê xwarin, di binê erdê de ye. bi qasê 15 cm e. lê divê ji jêra wê re were birrîn da ku nefelişe, belav nebe û reş nebe.



07.04.2019 15:16 ~15:16 | simurg56

24. Çend salên zarokatiya min li gûndekê sêwregê derbas bû.
Ew gûnda her tim bi kereng û kevîrên reş te bira min.

Kereng baharê xweş e. Hem ji pez re hem ji meriyan re xwerinek e. Lê gava payîz dibe ew hemû dibe çalû û ezîyet.
Ba wê top dike û dike nav hewşe û xwaniyan.



07.04.2019 15:25 | cinorek

25. (bnr: waxtê kerengan)



07.04.2019 15:31 | bûtîmar

26. Tirşîna wî pirr xweşik e û pirr jê hez dikim.



07.04.2019 17:13 | brzn

27. Benîşta wî şikestê tilî pêçî mila dra jî dermane. Donzdeh salî milê min şikest û benîşta wî baş bû.



29.03.2020 21:52 | quşxaneli

28. Tirşîna kerengan li serhedê pirr navdar e.Carna ku zêde tirş nebe tehma wî tehl e.Carna jî sitrûyên wî dev û pirrîyê mirov re diçe.Xeynê wî kereng xweş e , dema ku mirov nû nû ji erdê/axê derdixîne û sipî dike dixwe , ew jî tehmek e cihê ye. Ji bo derxistina kerengan Kergexan tên bikaranîn.
Here lînkê



29.03.2020 22:32 | brzn

30. (bnr: toşî)



19.04.2020 12:33 | bûtîmar

31. Mirov dikare bi hêk re çêbike bixwe , dikare bike xaşîl û girar ango tirşîn pê çêbike



19.04.2020 13:40 | brzn

32. Nika wextê werdişê nê vaşî yo. mi şinikêya xwu de qet nêwerdinî û wesar de keye de vaşî ra vêşêr çîyek nêameynî werdiş. Kenger, mizlak, bi hakê kergan rey de viraştinî û werdinî. Şarê dewe yabana kewtibî nê vaşî arê kerdinî.



19.04.2020 14:02 | kajav

33. Giyayê ku niha mehda min çûyê. Xweziya hebûya me hinek di nav rûnê nivîşkî de qelandiya û du hêkan li ser bişkandiya.

(bnr: erê bavo xweş bazar e)



19.04.2020 14:22 | xelîl

34. niha dema kereng ye. gava em li gund in, cihekî heye em diçin bo kerengan navê wî girê mîrze ye.



19.04.2020 16:20 | raman

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kerengê kera

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî