Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
zewaca kurd û tirkan - tirşik
zewaca kurd û tirkan
(17) (0) (2)
di mijarê de bigere

20. (bnr: zewaca ker û kûçikan)

nizanim kî ker û kî kûçik e lê dizanim gunehekî mezin e.



08.09.2015 18:54 | dijber

21. Armanca kurdên dixwazin ji nav pergala heyî de asteke xweş ji bona xwe bidest bixin ew e ku zûtirke bibin tirk.
Bona tirkbûnê çi lazim e?
1-Aborî (Tirkbûn wekî kesên bajarî û xwedî pere hatine dizaynkirin. Tu nikari ji amedê ra bî biçî bibî tirkekî ji gundên yozgatê, lewra dibê tu li bajarekî mezin û hîç nebe ji çîna naverast bî)
2- zimanê tirkî (erê Kurdên tirkîaxêf henin û tên qebulkirin lê tirkên kurdîaxêf helbet nîn in.)
3- xwe ji gotinên siyasî, daxwazên doza neteweyî a kurdan ji dûr bixin.

Jixwe Kurdên jin bi tena serê xwe (ji malbatê cuda) nikarin tiştên wiha bikin lewma heke malbateke wiha hatibin bi hêsayî diçin ji tirkekî re dizewicin û (ji ber ku civak jinê wekî objeyeke pasîf dibîne, jin xwe jî gelek caran xwe wisa dibîne) êdî mêrê wê yî tirk çi bêje, çawa bijî rastîya jinê jî ew e.

Mêrên Kurd ên ku xwedî pere, ast, jiyaneke baş bi hêsayî diçin jineke tirk a bedew dibînin û dizewicin. Yanê bi awayekî sergirtî dibêjin ku; bona tirkbûnê çi hewce be min kir êdî vê şûnda jî divê malbateke rastî jî tirk ava bikim.

Mêrên Kurd û qaşo polîtîk, xwedî fêm jî diçin bi tirkan re dizewicin ji ber ku jixwe siyaseta tevgera kurdan jî vê yekê palpişt dike û ev kesana di binêhişê xwe de dibên "jixwe ez mêr im, ez çi bim malbata min e jî ew be. yanî malbata min e kurd be" Lê encax gû belav dikin;ji ber ku ev mesela jinbûn, mêrbûnê bêtir girêdayî çanda, zimanê desthilatdar e. Yanê tu çi mêr an jî şêr bî jî heke biçî li japonyayê jineke japon re bizewicî dibe ku çavên kurê te neşibe japonan lê çand,ziman û aîdîyeta wî ye japonî be. Mixabin desthilatdariya ziman û polîtik a tirkan li bakûrê Kurdistanê ew qasî hêzdar e ku meriv dikare mînaka japonyayê ve berhev bike.

Bêyî vê; Kurdbûn, tirkbûn, japonbûn nasnameyên neteweyî nin. Miroveke ji qirêjî û gunehên tirkbûnê haydar û li dijberî vê qirêjîyê ditêkoşe dê-bav, ziman û çanda wî çi dibe bila be ew kes tirk nîn e. wekî vê kesên kurdî xeber didin lê ji bona dagirkerên kurdan, bona entegrasyona kurdistanê kar dikin jî kurd nîn in. ji ber ku "kurbûn, tirkbûn, fransizbûn" nasnanameyên neteweyî nin û bona hevparîya vê nasnameyê hin şertên diyar henin. Lewma jî mijara ziman, çand cuda ye a polîtîk cuda ye.



18.09.2018 12:08 | jifêzagorda

22. ne baş ne baş ji keçikê tirkan dûr kevin.



18.03.2019 00:15 | brzn

23. Zewaca ku ez li dijî wê me. Ji xwe kurd têra xwe hatine bişaftin îja bi vê cureyê zewacê jî dê bibin netewperestên tirk. Mînakek ji wan di malbata min jî de heye mixabin. Ji vî aliyê ve Elewiyên Antakyayê bisiûd in, ji ber ku zewaca bi sunniyan re napejirînin.



27.05.2020 16:48 | xabûrî

24. zewicandinên divê neyê qebûl kirin. dêya min behs dikir. demên berê mirovên ji qeyserîyê dihatin kurdistanê keçiken kurd bi çend qurişan dikirîyan wekî ajalan. ew polîtîkayekî dewletê dagirker bû. dizanî bû ku her tişt bi jinê destpê dike. jin, dayîk e çawa zaroka xwe perwerde bike, ew zarok wisa be. jin, civakê, civakê digûherîne. wana bi ve avayî dixwastin gelê kurd bişaftinê derbas bikin.

"haydi kızlar okula" jî qampayayeke dewletê ji bo bişaftina jinan bû. ne ku ji bo wana pêş bixin ji bo ku wana ji kurd bûyîne derxin. kurdî bîr bikin ku li malê tirkî biaxivin û malbat bikin tirk. wekî her malêke de ajaneke dewlete çêbibe.



27.05.2020 23:27 | renasroz

25. Êdî Ji %99 bi bişavtina Kurdan encam dide. Ji ber vê ez dijî vê zewacê me.



28.05.2020 15:48 | kajav

26. Zewace ku gelek pisrgirêkan bi xwe re têne.
Bi piranî jî ji aliyê bişaftinê vê.
Teqez zimanê yekê/î bindest dimîne.
(Erê car caran belkî ne wilo be, lê bi piranî wilo ye)

Mînak: dema min li lîsayê dixwend, mamosteyekî me yê kurd hebû û jina wî tirk bû.
ji me re digot, ez bi kurikê xwe re Kurdî diaxivim û jina min jî bi tirkî, ji herdu zimana jî kêm namîne. ( lê ev tenê di nav gelê kurd de ji sedî 1e, mixabin)

her wiha ne hewceye em dûr bikevin, îsal dema ez çûm amedê ba hevalekî xwe
min bi çend hevalên xwe re da naskirin. Di nav wan camêran de yek hebû ku diya wî kirmanc û bavê wî jî kurmanc bû.
Hûnê bêjin ma ji vê xweştir çi he ye?
ne wilo?
na welleh ne wek ku hûn difikirin derket, malbat di nav xwe de bi tirkî diaxivîn( ne ji ber ku dê û bav ji hev fêhm nakin ha, ji xwe kesên ku çûbin amedê, gelê amedê hin ji wan hem kurmancî, hem jî kirmanckî dizanin).

an jî ez mînakekê di nav nasên xwe bidim,nasên me yên ku li nav tirkan di dijîn.
bi zarokên xwe re bi tirkî û di nav mezinan de jî bi kurdî diaxivin.
ma me çi ji vî karî fêhmkir dqn.
kesî li we nedayê zorê jî, hûn çima wek bi zarokên xwe re bi zimanê xwe naaxivin.

ez dibê qey min zêde dûvdirêjkir, ya baş ez bes binivîsim *
derd û kûlên * kurdan xelas nabin :(



28.05.2020 16:10 | merwano

27. Mixabin ez jî tirkek re zewicandîme..
Ez însanên welatperwer re peşniyaz nakim..Lewra zarokên we axlebî tirkî xeberdidin û wekî tirkek mezin dibin..
Rastî ez di hemberî vê de ditekoşim..
Ka em ê demekê direj de bibînin xebata me biserkeve an na..



28.05.2020 18:23 | xeletnivîs

28. zewaca ku ewqa zahf naye kirin. lê mesele ne zewaca tirk û kurda ye. kurd bi hev ra jî bizewicin êdî zarokên xwe weka yên tirka mezin dikin. piştî go zarok asîmîle bû, dê û bavê we kurd be çi ye, tirk-kurd be çi ye.



10.12.2020 11:56 | hueyn

29. dawîyê da kurd asîmîle dibe



10.12.2020 12:28 | doesntmatter

30. Êdî zewaca Kurd û Kurdan ti fêde tê de nemaye, ferqa wan ji Tirka tune. Zewaca Kurd û Tirkan normal e, xwe aciz nekin.



24.04.2021 21:37 | xabûrî

31. zewaca kurd û tirkan/132444 Xwedê ev gotin rast e. Ezê nihaka ji we re 2 mînaka bidim.
1-Xaltîka min (Kurmanc) + Mêrê wê( Kurmanc)= Zarok (?)
2- Pismamê min (Kurmanc) + Jina wî ( Kurmanc)=Zarok (?)

(?)= Kurmancên ko Kurmancî nizanin.
Meriv nikari bêje Tirk ji ber ko dê û bav Kurd in lê nikari bêje Kurd ji ber ko Kurdî nizanin.



24.04.2021 23:27 | pîroz

32. zewaca ku minakek e wê demek nêz de şahidbûm ;

keç xort
-kurd -tirk
-sunnî -elewî
-keça hêcîyan -lavê arak vexwaran

ku gotina keçê xasî û xwenzûr gef a lê dikin sixêfan pê re dibejin ku tişten nayên bilêvkirin.
dema sixêfan lê dikin kurdbûn a wê wek kamasîyêk û xerabîyêk pêşberê we tê gotin.
dawîya rewşê psîkolojî ya keçik ê xera dibe.dixwaze zerarê bide xwe.lawik dixwaze dev keçikê berde lê de û bavê keçikê xwedî kîza xwe dernanê.
dawî; tu kesî xêr zewacên wusa nedîtîye...



01.05.2021 22:11 | golikvan

33. Gelek naskirîyên min hene ku bi tirkan re zewicîne. lê ew jinên tirk piştî hatine mala kurdan fêrî kurdî bûne. lê dem guherî.

ha ji we re rewşa nû:




01.05.2021 22:18 | yûsiv

34. li ser zewaca Kurd û Tirk'an dibêjim ku;
çawa ku Îslam dibêje zewaca misilman û xirîstîyana ne meşru ye her wuha zewaca Kurd û Tirk'an jî bi xeter e, dibe ku alê Kurd ser Tirk'an da here...



01.05.2021 22:56 | rihamed

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» zewaca fermî
» kurd jî îskandinavî ne
» tirkan şoray

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî