Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
marmarok - tirşik
marmarok
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Heywaneke bejayî ye ku havînî dema pirêzeyan û li nav erdên beyar dijî. terîya wan dirêj, serê wan dirêjîko, çarnig û bi xwêr re zûka, bi lez diherin.

Li ser bezê rojekê hevalekî min ê qoserî bîranînek xwe ya zaroktî bi min re par ve kiribû. Digot, "dema em zarok bûn, hevalekî me hebû, navê wî emîno bû. Emîno ji me gişa bezatir bû û lewma jî me gişa dixwest wek wî bibe beza, lê çawa? Rojekê me ji emîno pirsî ku tu çawa beza bûye? emîno pîç bû, guhê wî dilivîya, got, min nîyha marmarokê, lewma jî ez bûm mêrê wê û êdî ez jî wek wê beza bûm. Em zarok bûn, ket serê me. Li nav wan erdan me bera ser pişta van marmarokan dida. Me li ku ew zeft dikirin, me terîya wan bilind dikir û çîkê xwe bi bin terîya wan dida û me ew berdidan. Di wê kiryarê de pirê caran terîyê wan jêdibû û bê terî bi vir de û wê de zîz dibûn rebenan. Piştî ku me karê xwe diqedand û pê ve em bi hev re diketin pêşbazîyê-yarişê, me digot, hela bê bira jî em beza bûnin an na..."

Yaa! di emr û heyata xwe de hûn pêrgî çîrok an serpêhatîyeke wiha hatine?

Min ji mam Zinarê Xamo pirsî, ka bira jî tiştekî wiha mimkûn e, gote min, "ji qoserîyan tê...!"

Hasilî.



18.07.2013 19:50 | keje bemal

2. (bnr: amarok)



18.07.2013 14:51 | simurg56

3. dibêjin kuştina wan guneh e.Li gorî rîvayetê rojekê agir bi mala pêxember dikeve,marmarok jî gulpa xwe tije av dike û her car dihêne dirjîne ser agir ji bo ku vemire...





18.07.2013 22:54 | cirano

4. malbata Lacertidae.Gelek cûreyên wan he ne.Bi şiklê serê xwe û bi şayîkbûna xwe ji gumgumokan vediqetin...



18.07.2013 22:56 | cirano

5. her çiqas ew û gûmgûmok ji yek famÎlyayê bin jî , ew pîroz e lê gûmgûmok bi lehnet e...jiber ku ew şahîk e lê gûmgûmok giş e...(bnr: binhişê gundîya)



18.07.2013 23:00 | shepirze

6. (bnr: marmarîşok)



19.07.2013 13:21 | karmatî

7. gumgumok çîyayî, marmarok deştî ne...!



19.07.2013 14:06 | devliken kelogiri

8. (bnr: maregîsk)



19.07.2013 15:49 | filankes

9. Ev e:

http://openwalls.com/image/17466/thumb3_small_green_lizard.jpg



19.07.2013 15:51 | filankes

10. xwêrkişên kurdistanê



20.07.2013 11:16 | cirano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» marmarok

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî