Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
amedspor - tirşik
amedspor
(13) (1) (4)
di mijarê de bigere

56. îsal heta niha ji 14 maçan tenê 14 puan stand.
rewş qet ne baş e. aniha di rêza 15'ê de ye.
ji xwe serê salê jî me dizanî îhtîmala derketina lîga jor tune ye. ev ne suprîz e lê wisa xûya ye ku em ê têkoşîna mayîna di ligê de bidin.
divê em zû 2-3 maçan bistînin hey nexwe îcarî wê îhtÎmala ketinê derkeve holê.



27.11.2019 00:10 | brusk56

57. Tîma ku ji alîyê wezereta naxweyî Suleyman Soylu ve hedef hate nîşandan

Here lînkê

Jixwe amedspor di zehmetîyê de ye înşelah nebe sedema têkçûna amedspor ê.



27.11.2019 20:30 | azad30

58. tîma ku bi daxûyaniya dawî a suleyman soylu'yê hebûna wî ketiye xetereyê de.
bi rastî aniha ditirsim ku bê girtin.
suleyman soylu dibêje aniha derdê pkk'ê amedspor e û cemîl bayik gotiye bila jê re 400-500 hezar tl were berhev kirin.
teqez teqez vir û derew e.
lê belasebeb daxûyaniyên wisa nadin.
ya bi xêr ...



27.11.2019 22:51 | brusk56

59. tîma ku 4 maçên dawî ên li mala xwe de lîst, bi piştgiriya aligiran, hemûya qezenc kir.
bi rastÎ jî serkeftinek gelek şaşker bû. ji ber ku ji xeynÎ van maçan, di 12 maçan de tenê 8 puan standiye. yanê ev maçên me di hûndir de kar kirÎ tune bûya, em teqez ji lîgê diketin.

encama 4 maçên dawî ên li amedê hatî lîstin :

Amed Sportif 2 - 1 Başkent Akademi
Amed Sportif 1 - 0 Afjet Afyonspor
Amed Sportif 3 - 2 Yeni Çorumspor
Amed Sportif 1 - 0 Kırklarelispor



08.12.2019 23:34 | brusk56

60. Çîmentoya ciwanên Kurd ên li ser hîmekî welatparêz û xwenas ava dibe ye.



09.12.2019 13:09 | dijberîst

61. Heta vê sersalê di amedstorê daxistinek pir xweş heye. Hinek hirka û kinc 25 a ne. Stumal 10, îskan 10, forma 50 a ne û gelek tiştên din de jî daxistin heye.

Ji piştgirîyê bêpar nebin.



29.12.2019 22:10 | azad30

62. îro suleyman soylu gotiye min mûfetiş şand amedspor'Ê tam wek gotina min derket. şaredariya bajarê mezin û şaredariya ferqînê alikariya amedspor'ê kirine.

xwedê aqil bide. kîjan şaredarî heye piştgirî nade tîma bajarê xwe. ji xwe tu ji serokê amedsporê bipirsî ew ê bêje şaredarî çi alikarî kiriye.



30.12.2019 21:36 | brusk56

63. Di vê navberê ji Amedspor ê 3 lîstîkvan çûn her du forvetên zîrek muhammet burak taşdemir, furkan yaman û bulut kaya.

5 lîstîkvan jî hatin 2 ji wan forvet yek jin li nîvekê dileyze her 2 yên din jî defansê dileyzin. Înşelah hêz bidin Amedspor ê da ku bikare derkeve lîga jortir .



10.01.2020 17:46 | azad30

64. tîma ku îsal qet rewşek gelek xerab de. aniha di rêza 16'ê de ye.
vê heftiyê wê bi rihayê re bilîze. ji xwe divê teqez rihayê têk bibe û ji xeynî wê jî divê 3-4 pêşbirkan qezanc bike an na îşê me gelek zehmet e.

lê baweriya min tam e. ger ji aliyê hakeman û tff'ê mûdaxaleyek neyê kirin, li gor fikra min ew ê bi hesanî di lîgê de bimîne.



06.02.2020 12:00 | brusk56

65. heftiya borî, li rihayê 5 gol avêtin şanliurfaspor'ê. lê ev ne ew qas nûçeyek baş e ji ber ku herkes rihayê têk dibe.
wê vê heftiyê li amedê li hember sariyerê bilîze. divê em vê maçê bistînin. ji ber ku dawiyê dewreyê tê û em gelekî nêzikê xeta sor in.

ji bo ku em bikaribin maçê bistînin, divê piştgiriyeke mezin a aligiran hebe. divê rêveberiya amedspor'ê, pêşbirka sariyerê ji bo jinan bêpere bike û bilêdan jî bike 1 tl. ev yek wê atmosferekî gelek xweşik derxîne holê..



11.02.2020 21:30 | brusk56

66. Beriya ku pêşbazî îptal bûn, di rewşek ecêb xerab de bû.
Di rêza 16emîn bû û 3 puan bin ya 15emîn bû.
Îxtîmala ji lîgê ketinê gelek zêde ye.

Lê niha îxtimalek din derket holê, dibêjin tff dibe ku lîga duyemîn û sêyemîn îptal bike. Wê roja sêşemê di koma zanistî de were nirxandin.

Ger tiştek wisa biqewime, em ê di ligê de bimînin.
Ya bi xêr..



02.05.2020 18:34 ~20:34 | brusk56

67. ez bi xwe zêde ji gogê hez nakim.
di nava jiyana xwe de carekê tenê ez çûme, maçekê, ew jî ya amedsporê bû *
Tişta di maçê de min meraq dikir, çima sloganên wan bi tirkî ne?
Heyf û sed carî heyf !



02.05.2020 19:54 ~19:57 | merwano

68. tîma ku hêviya me ew bû, lîg bên îptal kirin û di lîgê de bimîne. ji ber ku ger lîg neyên lîstîn, wê ji lîg ketinê jî rakin bo îsal. lê tff biryar da ku hemû lîg bên lîstin. piştî vê biryarê îxtîmalê di lîgê de mayînê gelek kêm bû.

lê, dîsa jî hêviya min a îptal bûna lîgan heye. îro tîma sancaktepe'yê daxûyanî daye û eşkere kiriye 3 futbolîst û 6 xebatkarê wan corona pozîtîf derketiye. 2-3 nûçeyên din ên wisa derkevin, wê lîg teqez îptal bibe.



09.05.2020 19:25 | brusk56

69. Sirûdeke wan ji aliyê Serhado ve:





22.11.2020 13:48 ~2021.06.11 21:22 | merwano

70. Min maskeyek logoya vê timê liserê çapkirî sitend û li ser devê xwe xist û ji xwere kir berdevk a ecêb logoya wî a liser maske kî li ber devê min liser maske dibîne dibêje ew çi quze te li ser devê xwe xistiye *
Di logoya amedsporêde teyrê bi duserî heye pir naşibe jî lê şibandin


Bese lêdin jixwe pozê wî na şewite bila qene pozê we bişewite *
(bnr: çepik)
(bnr: lîllandin)
(bnr: tilîlî kirin)
(bnr: peyamên zanyarî jê difûrin)



22.11.2020 23:42 | shorbevan

71. li ser hemÛ lÎg-an ê tu maçê wûnda nekirine tenê amedspor ma :3




72. Îro maça xwe qizinc kir û li lîga xwe serket* Bi xêra Amedsporê îroj kêf kêfa me ye. Rêya şampiyoniyê li ber te û vekirî be Amed*



11 roj berê 20:36 | horhorik

73. Ji bo Kurdan Amedspor diyariyeke xwedê ye. Her hebî Amed. Her bijî Amed. Her bijî tîma Kurdan.



11 roj berê 21:01 | xemberzêr

74. tilîlîlîlîlîlî



11 roj berê 22:16 ~22:16 | keloş

75. Ne tenê serkeftinan de her tim Amedspor.




dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» amedspor kaos ve direniş

Kategoriyên mijarê:: sporfutbol kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî