Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
paşnavên komîk ên tirkî - tirşik
paşnavên komîk ên tirkî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yên ku mirov nade dijminê xwe. kê çawa van paşnavan li malbatekê daniye nizanim.



(bnr: ahmet otuzbirogullari

(bnr: yusuf gay
)

(bnr: şukriye memeli)

(bnr: salih zina)

(bnr: fayik malbora)



02.11.2014 15:36 | brusk56

2. Xwezî paşnavên kurda kurdî bûya, di nav van de hinek jî komîk hebû ya



Heke ev hal li gorî tirka re komîk be jî, ji kurda re trajîkomîk e. Çawa navê kurda bide wekî "türk" "öztürk" hwd.



(bnr: qanûna paşnav)



02.11.2014 17:34 | mîr

3. (bnr: eşek)

henek nakim, min bi çavên xwe dîtibû..



28.02.2015 18:46 | ferhenga şikestî

4. (bnr: aşkin azgin)

(bnr: yunus gay) *



28.02.2015 18:53 | xendekî

5. (bnr: navên tirkî yên komîk)



28.02.2015 21:38 | hûteheftserî

6. Paşnavê yekî gundê me "beklesin" bû. Qey li nifûsê jê re gotine beklesin. Wî jî gotiye "aa wala xweş e. Bila beklesin be paşnavê me" *



02.06.2021 13:37 | xwelî li ser

7. Nizanim tirk bû yan nebû lê paşnavê yekê köle bû. Îro min li cihê ez dixebitim de, di lîsteyeke fermî de dît.
Hetta min ji hevalê xwe re got ev çi paşnav e, ez bûma min ê biguherta.



02.06.2021 18:03 | xabûrî

8. Hevalekî min yê *****nî * heye, paşnavê wî ketme ye.
Vêce lawik digot, xelk henekê xwe bi min dike, ji ber ku wek ket
me tê fêhm kirin *

ew jî ji vê rewşê aciz dibe û diçe Dadgehê, dibêje mesele ev e vir de wê de, hakim(dadyaR) dibêje ka şahîtekê bêne da ku em bawer bikin.
Ew jî metika xwe têne û dibêjê tê halo bêjê wilo bêje da paşnavê min werê guhartin. Metik jî dibe: temam ser çavan.
hakim dipirse, gelo pirsgirêk heye di paşnavê lawik de?
metik: Na wele tune

û wek ku we jî texmîn kir, paşnavê wî nehat guhartin *
lawik dibêjê: te çima tiştê ku min gotin te jê re negot?
metik jî dibêjê ez kelacanî bûm.

(bnr: nivîskarê ku nizanê çîroka xweş bêjê) ಠಿ_ಠ



02.06.2021 21:36 | merwano

9. Her cara kizilkurt dibihîzim ya ku tê bîra min
quzilqurt e. Ji ber vê jî komîk e li gor min.



27 roj berê 11:47 | çaya germ

10. Li lîseyê keçikek hebû li mekteba me. Paşnavê xwe "hır" bû.

Ya ecêb keçik bi eslê xwe kurd bû.



27 roj berê 12:53 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» paşnavên kurdî yên ku tirşikvan dixwazin rojekê bibin xwedî
» êntropî
» tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e

Kategoriyên mijarê:: anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî