Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; helbestên ku tirşikvanan nivîsandine
peyamên çepikkirî

6896. BÎŞENG

Şirnex xemla xwe giréda bû bi rengé biharé

Coşiya newrozé keti bû botané meha adaré

Bîşeng tu ciwan bû bûka delal

Tu pak bû mîna ava zelal



Bihar hati bû çiyayén pîroz

Serhildanan destpékiri bû ji bo doz

Tu mîna kulîlkek bi dilsoz

Evîndara welaté xwe bû te da bû soz



Tu bû yî pakrewan bîşenga ciwan

Bi réka te ketin hezaran ciwan

Kulîlk şîn dibin li ser axa te li van deran

Em te ji bîr nakin ti wextu ti caran



31.05.2013 10:42 | simurg56

58381. Ez ne di koxa bavê kesî de mirîşk

Ne jî di bin mirîşka kesi de hêk im,

Tu kes nikare min bimirîşkine

Ji sedsalan û vir de ye her dîk im!



29.06.2013 12:10 | simurg56

61837. ez ne di koxa bavê kesî de mirîşk

ne jî di bin mirîşka kesi de hêk im,

tu kes nikare min bimirîşkine

ji sedsalan û vir de ye her dîk im!



26.10.2013 15:08 | tariq

72053. hemû entryê tirşikvana helbest û awazê wanin.



27.10.2013 00:18 | endazer

79098. suht'im dil'êm bi du peyvan

min qet nema teqet bo îzan



xwinî kirim bi du awiran

nema lazimî ji xençeran



hej jê kiribim bi dil û can

ne xem e rih biçe ji giyan



08.06.2013 14:50 | simurg56

91434. li Şengalê bû ferman

li Hemû kurdîstanê bû berxwedan

daîşê tiştê kir nekir ti heywan

gerilayan li pişt xwe nenihartin reviyan



lê pêşmerge da dû wan

ev gû xwarin ji wanre nehiştin pêşmergeyên qehreman

biji pêşmerge û shorbevan



27.10.2013 00:18 | endazer

98851. helbesteke min a bênav û nîvmayî.. (qisûr û kêmasiyan biborin..)

...
kolanên dilê min da melodiyek lêdide
bi tehma murxeke lîrîk a ku her heyam nas dikin da..
xweş-awazeke ku her zimanî û zemanî de cuda hatiye nivîsin..
belam tim eynî hatiye xwendin.

şefeqên qeşayî da lîrîk lîrik gazî min dike gazind dike.
dibihîzim,
dixwînim û dibînim..
di vê gerestêrkê da
ên dixazin vê newayê rast bixwînin hene.
...
...û vê galaksiya rêgeh elîps da hez û eşq,
bi melodiyan ve li ser kevirên bîrdariyan û li dîwarên şikeftên beriya dîrokê da çiqas hatibe nexşandin,
hemû ji me ra notaya hez û evîniyê dixwînin.

hemûşk ji me ra zimanê mirovahiyê vedibêjin

payîza 2016 an.



26.10.2013 23:54 | endazer

129051. Te emrê min qedand bê xwe ey bê wefa
Te cergê min hela da ser ey terafa
Tu gelek dikî zeafa
Te min hiştiye liber dengê defa
Tu yê kîngê rabî derkebî ji nava refa
Ma ne bese hewqas te bimin kişand cefa
Zilm û zordariya te dilê min tefa
Te tenêtiyê li min lefa
Ne stargeh man ne jî qefa
Te ez hiştim li ber berfa
Û bêt bide zewq û sefa
Min nehêle li nav xefa
Bi tevekê sonda, tu ne bawerî here hafa
Bi shorbevanre hew ma qafa

Ji shorba helbesta
di tirsim xendekî here biavêje asayo helbestan *



27.10.2013 00:18 | endazer

130907. helbestek minî amator yanî ev destpêke qisûrek hebe jî nebînin, nedin riyê me, jibû nivîs û helbest hezên min, hindik argo dihewîne rêzik bi rêzik bixweynin ne lezînin hêviya ken û diayên qenca û demek xweş dikim.

ez kîme, çime, ji kude têm bikude diçim?

Dê û bavê min min ji ku anîn pir li min geriyan di binê bîran û qulyayande
Çima li benda 2023 yan nesekinîn dibû ku mejî pere bikira
Ji dergeha xwedayê cîh û war ji xwere ne afirandî,
Min xwe ji bavê xwe diziye
Min ji 'êla mirtiva dizîne
an Ez bê hemdê dê û bavê xwe afirîme
An govend û dîlanek lidarxistine
Jibû hebûna min bavê min dicîda û delîlo,
diya min şemamê û şêrizdin esmerê girtine
Bi pihîna axawo berê min dane vê koraniyê
Govend ji kude digere,
bi kuda diçim,
li kîjan dawetim?
Gelo di pê avêtin û hinca çendade bavê min derketiye reqsê?
Û ez afirim

Hima tê bîra min
Govenda ser mila vêde ez afirim
Ez hemoyê bi navê 'ezîm bûm
ayetek mûhkem
ez zarokek avakarê heft hebûna
bê şirîk
Ez diçûm diziya xwe
Ti bostanên îrema jixwe nedihişt
Bi çolên asîmanê heşta diketim
ez serîkî çortanbûm
Di heft gebolande peyda nedibûm
yê bi dê û bavê felekêre kapan diavêt
kapê xwe mîr kapên wan ker dihanî

...


Îro hatim asta shorbevan
xuyaye dereng û şaş biminde xwendine
Di guhê minde hê jî azana meleyek zekat nesitendî Olan dide
Di situyê minde niviştek bê hewa û hewas
Îro bûme ayetek muteşabih
ez bûme benîştê puvdayî û nan li navê ketî
Teqe peqa mine li bazara van şevedera
jihevde ketî
ji dûmana cixarê dûzerkî bûme
Ji sobeyekre nebûm çeng
bazirganên salê tên bazarê
ez ne yusifê kenanîme bi zîvê zer bêm pîvan
Ez nebûm milûkek ji misrêre
malê min jî wekî qarûnê zencî nebû
Ne elafek ne serafek jimin fehmkir
Ne hekîmek ne beytarek
Û ne jî min ji wan fehmkir
jiyan jî di bin mineta minde ma
min mirina nîşanî mirinê da

mirin ji minre temenek mirin
û çend dar û çend pihîn
Û elb û dewlek reşik
ser çav şûştinek bi tukê
Derxistinek ber derî
Jiyan ji minre welatek dagirtî
hişek dehê birçî,
Bist û yekê navranqelaştî
jiyanek rojî, tevî şeşekan
Gelek pêxwazî
Û niyanek tevî faîza xwe deyndare
ev jî qenciya min


...


Ez bûme çerxçerxoka aşê filankesê
Bi tilima avê dikşînin serserê min
Ez hêriyam
min hişê xwe libin şiraneka aşê bêvankesê şûşt
Aqil negirt
bi şeraba baxên rizgo cebirand
cebar negirt
Bi shorbeya shorbevan format avêt
Bihevda pelixî
min bi şivterka dara cinnetê ya qedexe li hişxist
Bihevde reşkir
Wekî seferek rêxê li axa debr wêran belav bikim
Firêz lê şaxda
Bi kî şêwirîm gotin te hiş pir dûrve avêtiye

hişê xwe nabinim
Dibînim û nabînim..
Bêhiş diçim rastî strana
"Newal û 'çem diçim diçim.."
Dûre strana berçem berçem diçûm ez
benîştê xwe dicûm ez..

min hişê xwe daye dû xwe diçim
Ez zanim ezê wî li derek winda bikim
xwe jê çep bikim
hişê min li min bûye bar û piştî li vê dinya bê malxweyî û bermalî
Serê min bûye wekî defa bi deh dar û bê zirne
Min di Qafê xwede hindik temtemûkan
Û qelîştekan çêkir
bi sed dolima Darên benîştekan û dirîyan bi icare lê çand
Û ez çûme ser rezê hiş
'efare jî nema
Û min di hişde jî zirarkir
Bi nav lemên hiş jî ketim
Sala were ez nemrim ezê guz li hiş tovkim
Dema min got ez di hişê.. daku zirar nekim
mîzandina min a binê den hayloo..
min li binê kodikê jî xist
Hevîr tirşnebû
Di ti tendûrîde dor nedî
Di tendûrê cîranande bûm wek nanê birûn
Bi kulfikan mam
dar û şîşên tenûran dibînim
Bûm şikeva û hatim belavkirin


Ez êdî sewsî tevdigerim
Hiş jî tirsa xwe şikandiye
hiş di xwede çend nuronên helbestvan berî ser hevdaye
(Pepûûk! û quzilqurt)
bi hêmayên pîç Helbestên amator diafirîne
hêmaya tê radike temezî dibe serrêzbend
...
Hêdî hêdî dawet jî diqede
Edî cebraîl dikare were di hişê minde mûmikan bigerîne
Tirşik.netçî li çepikadin
Îsrafîl jî li bilûrêde bi tilîlîne
Kilama hinê bînin di deştêkin bisitre
Mikail rake konfetiya biteqîne
jixwe Ez qonçê Ezraîl naşînim
Em bixwe bixwe besin
De xweşkin xweşkin
ha bi şahî, ha bi şahî ki zavaa..
Shorbevan dibêje axir û oxir
Min hişkir wekî axur
Lê dimînin çend stewr nuronên ka û kapek xur
...

Shorbevan ~ji shorba helbesta~



27.10.2013 00:18 | endazer