Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine - tirşik
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine
(41) (5) (2)
di mijarê de bigere

1. yekemîn helbestoka ku min nivîsandiye ji bo van helbestan dikare bibe mînakek;



" belê xweş e evîn

lê kanî mem, kanî zîn?

reşbû, spiya te

rengê te dizîn... "



18.07.2013 21:46 | simurg56

2. sermijarek hêja ye ji bona nivîsandina helbestan.



destê xwe di simbilên genim bide. 

bêhna axê bikişîne pozê xwe. 

tehma bayê hênik bila li rûyê te bixe. 

dengê azadîyê di guhê xwe bibihîse. 

azadî di nav hestên te veşartî ye.. 



18.07.2013 14:14 | berxêres

3. Ev Jî a min e



Bêrûmetî Kêmtir e ji mirinê



berf bila bibare

ba bila gez bike guh

heyta dikare

serma zêdetir e ji mirinê



em li vir in va

li bin siya gul birêkirinê

daxwaz bila xerake sifîrnekan

li bêndera dil bila bidêre êşan

hisret zêdetir e ji mirinê



mirov in em

xwarina me herêbûn e li kaşê hebûnê

û yê dest bi hevsar navê me ye tenê



stêrk bila bigindirin ber lingê nelêbûnê

hesp bila bihilkumin di beza şahiyê de

lê bila neçilmise kulîlka herî xweşik ya xemê

bêrûmetî kêmtir e ji mirinê





18.07.2013 22:15 | cirano

4. dîsa jahr ser dilê min barîye

roj wenda ye, çima tarîye?



18.07.2013 14:24 | berxêres

5. BÎŞENG

Şirnex xemla xwe giréda bû bi rengé biharé

Coşiya newrozé keti bû botané meha adaré

Bîşeng tu ciwan bû bûka delal

Tu pak bû mîna ava zelal



Bihar hati bû çiyayén pîroz

Serhildanan destpékiri bû ji bo doz

Tu mîna kulîlkek bi dilsoz

Evîndara welaté xwe bû te da bû soz



Tu bû yî pakrewan bîşenga ciwan

Bi réka te ketin hezaran ciwan

Kulîlk şîn dibin li ser axa te li van deran

Em te ji bîr nakin ti wextu ti caran



10.08.2013 23:54 | gabarî

6. Navé te li ser zimané min

Kené te li ber çavé min

Tu îşev dîsa li bîra min

Û herdem li xeyalê min



Li te digerim te nabînim

Ji bo te ez har û dînim

Dema kû ez te bibînim

Te hembêz bikim û ramusînim



Tu dîsa nayê ez dizanim

Hévîya te me dildara min

Tu yî her şev li xewna min

Dengek bide delala min..



10.08.2013 23:55 | gabarî

7. Tu gula dilé gelé kurd û cîhanê bû

Sîya evîna te li her deré belav bû

Evdalé zeyniké kilamén xwede tu qîra bû

Koçberîya te mirina egîdekî bû



Héz û bedewîya pénusa te kurdistan hişyar kir

Em ji bîra qederé rabun me serî rakir

Zarok,ciwan,kal me tew bi te bawer kir

Te îro em tené hiştin û koçberî bihuşté kir



Ziman û roman téré nakî te binivsînim

Dengbéjén te îro te distrînin û te bîr tînin

Baz û kevok ji bo te héstra dibarînin

Hawara dîcleyéye ji bo te dîqérîni



Evîna te her tim dé dilé me de bijî

Ronahîyé rojek weri vî welatî jî

Gelé mezopotamyayé dé te bîr bîni bi şev û rojî

Rojek werî dé aşitî bé vî welatî jî



Welat hemu îro ji bo te digirî

Réz digire Cudî,Gabar,Zagros û Agirî

Heval bejna xwe li ber te ditewînin bidilgirî

Welat xemgîne,huner xemgîne,wéje xemgîne



(ji bo bîranîna nivîskaré kurd Mehmed uzun)



11.08.2013 00:01 | gabarî

8. hELBESTA HERÎ XWEŞ DI KÛRIKa DiL DE YE Û DÊ PAŞÊ WERE PÊŞBERÎ KAWAYÊ HESINKAR.



11.08.2013 20:51 | seydayê_peyvan

9. evîndarek evîn wenda..

xwedî dilek nayê peyda.



h.r.a



31.10.2013 20:56 | felat

10. "lê vedibê hilmek mirin

û kur dikê evînê li wî mişqetiyê

digere çend sal bê hogir

kî ma kî çû?"



31.10.2013 21:04 | newenda

21. ez ne di koxa bavê kesî de mirîşk

ne jî di bin mirîşka kesi de hêk im,

tu kes nikare min bimirîşkine

ji sedsalan û vir de ye her dîk im!



19.03.2015 19:29 | remlavêj

22. Te go Erê

Tû wek qirediyeke ku bi ribayeke giran ji banqe hatibê kişyayî îro

Mîna lêkolînên bewateyî zanyarên swêdî

Mîna wan japoniyên ku bes silav didin her dibişirin

Loma gomlekê te îro bexteware, qey li Marsê av ditiye

Wekî ambûlaseke ku di wextê xwe de neyê diçilwîle etegên te

Destê xwe dirêj dikî,dikenî jê pirsgirêkên hewayê dibere

Belkî ba,belkî şilope belkî pêtir qeşa

Dinya germ dibe, cemed dihelê tû hay jê nînî.

Rojhilata navîn xwîn dikele ew jî hay ji te nîne

Ew panda hebûn tê bîra te

belkî bo xatirê te carkî bazdin ser hev

Lê hirçê qûtban tiştekî ji te fêm nakin, ez jî

Ka hele were xwedêkî tu ji kijan çîrokêyê

Keliyekê rûnê ka ev çay çima dereng ket

Hejmara merîdyane ji te re derd nîne

Ji min re jî

Te îor dîsa kurdenek nîne bo xwedê

Lê ew çay çima wiha dereng ket gidî

Lê heqet, mixabin û quzulqurt tu çima wisa bedawî.



19.03.2015 23:18 | tivirloismail

23. te go erê

mi go na

temam delalê

te di riya bavê min niyê

ezê di gora babê wê

de hedê xatirê şima çavbeloqê



20.03.2015 18:02 | şexgarê delam

24. axa çû,

bike gû,

beg da dû,

axa kir zû.

beg westa bû,

dev de yek mû

loma kir tû.

axa kir gû

hat û çû,

beg hîn li dû

axa bû gû

û merivek nû,

û ji beg re got: ez di devê te de birrîm.



hola Êzîda, 2015



14.07.2015 11:21 | hola êzîda

25. hemû entryê tirşikvana helbest û awazê wanin.



14.07.2015 16:18 | shorbevan

26. ji dest min nayê û hem bixwe xwendin têra min dike.



14.07.2015 23:11 | diclefirat

28. Ey bî sî dî î ef cî

eyç ay cey key el em en

o pî kyû ar es tî

yû vî dabilyû eks vay zed



15.07.2015 14:17 | mergehez

29. îro derêm ji malê

herim berbî şingalê

rûnêm rex êzdîyê hêsîr

belengaza, kal û pîr

derd û kula birêjin,

bila ew minra bêjin:

kanê axa kal bavan,

kanê qapîyê mala wan?

çawa bûne xort, qîz û bûk,

destdergûş û zarên çûk?

kê bû sebeb û gunekar,

kê ew kirin derbider?

Demxatirkim û paşê

berê xwe bidim lalişê

pêxas herim hecê

û ber qubê da bidim,

hezar car dua bikim

bêjim: Melekî tawis,

milyaketno, şêşims

werin hewara êzîdiyan,

wan biparêzin ji van

îslamîst û misilman



16.09.2015 00:00 | hola êzîda

30. erê qey nayê bîra te ew roja me efareya afirandinan dikir

nayê zanim, û wê neyê jî tu carî

de ka rabe behsa hestên sîmetrîk û sentetîk bike ji me re

avê bîne, ''avê gelo bîra te tê?''

zeviya dêmên te edab girtiye, qey tu diêşî?

evîn, xew, şev, hêvî, stêrk,

rê li cizîrê dibe cih carina, rê nema lewma!!!



16.09.2015 00:13 | endazer

31. Niha ji we re helbesteke efso binivîsim. Bila dilê we şa bibe.



Mijeke ku ji şevê tarîtir

Di ber çayê mazî re derbas dibe

Lê seriyek jî li selmê neda

Di ser de petêxek ji nişka ve bêyî ku bicûm

Kete riya mahdê min.

ez mehf bûm

Ez ji petêxan hez nakim petêx jî ji min!

Ka zebeş ba, dê li min wiha bihata.

Aaax axx!



Mergeya min vîjikî

Dewê min li alîkî

Mixabin mûz jî tune

Ku bixwim hemîyan weke kerekî!



Sihhetxweş. Spas dikim ji ber ku te ev helbesta şaheser xwend*



16.09.2015 01:48 | mergehez

32. suht'im dil'êm bi du peyvan

min qet nema teqet bo îzan



xwinî kirim bi du awiran

nema lazimî ji xençeran



hej jê kiribim bi dil û can

ne xem e rih biçe ji giyan



07.11.2015 23:34 | ferhenga şikestî

33. zivistan jî salê carkê tê , ma tu wek zivistanê nabî ?..



07.11.2015 23:49 | mijdar

35. Qemera min

Ger tu bibî roj

Ez sîberê nadim ser xwe

Bila tîna te min bişewitîne



15.04.2016 19:06 | reshyavash

36. Ger tu bibî baran

Ez sîdangê venakim bila dilopên te

Ser min de bibarin bêhna min biçikîne



15.04.2016 19:07 | reshyavash

37. (bnr: nivîskar veşartî ye)*



Ev parzemîn stargeheke jehrî ye bi tenêtiyê

Agirê gur vedimirin ji lûtkeyên vî diyarî

Ku nebûya nebûya ev êş û kesera di dil de

Em ê her biçûna û bihatana di ser êgir re



Tirsiyan,

Agirperestên kevnare,

Heval û dostên yekpare,

Dîtin şûr topbaran, peyda kirin mertalên hesinî bê çare



Yezdan xwe nîşanî me nekir, negot vaa ye ez şêxên we murîdan

Pez reviyan terikandin ev war, lewra şivanan li bilûrê nedan

Robarên welêt neherikîn, lewra baranê xwe ji vî erdî xeyidand

Bablîsokan tişt ji me nehiştin, lewra me xwe nîşanî wê nedan



Erd şilfîtazî,

Şivan bê armanc,

Baran bê armanc,

Stûxwar, zikbirçî, belengaz li hêviya wê rojê man



Porê kur, lêvên qermiçandî, birûyên xêzkirî li wî rûyî tên

Bangkirinên ji lêvan, weke melodiyeke ji qutiya muzîkê tên

Gihîştina çavkaniya ew dengên ku şadî û bextewarî dide dil

Helandina qeşaya di zivistaneke bê deng bê çare bê wate de



Va ye tên,

Mîh, beran, kavir,

Kulîlk, giya, kevir,

Dibînin, rojek ronahî, rojek bi şahî, rojek tê



02.05.2016 13:31 | mergehez

38. Li Şengale bû ferman,

Hatin kuştin dayik, zar,

Muhemmed tu yî gunekar!!!



Li Şengale şîn û girî,

Mal-avayed xirabkirî,

Muhemmed gunekar tu yî!



Êzdî naxwaze quran,

Jê nestîne jiyan,

Muhemmed tu yî gunekar ...



04.07.2016 00:52 | hola êzîda

39. li şingalê bû ferman

tu kes ji me re nebû derman

yê şerpirze her em man

bijî serok ocalan! *



04.07.2016 01:13 | endazer

40. "li şengalê bû ferman,

dorê lê girt daîşa bêîman

nebûya gelê kurd ê misilman

şopa wan jî nedima

ne li erdê ne li ezman"



04.07.2016 01:48 | simurg56

41. li Şengalê bû ferman

li Hemû kurdîstanê bû berxwedan

daîşê tiştê kir nekir ti heywan

gerilayan li pişt xwe nenihartin reviyan



lê pêşmerge da dû wan

ev gû xwarin ji wanre nehiştin pêşmergeyên qehreman

biji pêşmerge û shorbevan



04.07.2016 02:05 | shorbevan


45. helbesteke min a bênav û nîvmayî.. (qisûr û kêmasiyan biborin..)

...
kolanên dilê min da melodiyek lêdide
bi tehma murxeke lîrîk a ku her heyam nas dikin da..
xweş-awazeke ku her zimanî û zemanî de cuda hatiye nivîsin..
belam tim eynî hatiye xwendin.

şefeqên qeşayî da lîrîk lîrik gazî min dike gazind dike.
dibihîzim,
dixwînim û dibînim..
di vê gerestêrkê da
ên dixazin vê newayê rast bixwînin hene.
...
...û vê galaksiya rêgeh elîps da hez û eşq,
bi melodiyan ve li ser kevirên bîrdariyan û li dîwarên şikeftên beriya dîrokê da çiqas hatibe nexşandin,
hemû ji me ra notaya hez û evîniyê dixwînin.

hemûşk ji me ra zimanê mirovahiyê vedibêjin

payîza 2016 an.



19.04.2017 16:29 ~16:36 | bûtîmar

48. dibe ez çavşil
dil bi kul
û şikandî bim...

lê hê jî ez
bi hêvî
bi evîn
li benda roja xwe me...

nîşe: ez ne helbestvanim, ez dirokzanim, lê helbest girînge û jê re xizmet hewce ye



06.05.2020 02:02 | afa

49. Çi bu? Çika te heye?
Tu hêja dikeniyayî
Çima wisa xemgîn buyî?
Ruyê te hêja dibiriqî
Çi bu te? Çima mat buyî?
Tu hêja bêsekn buyî
Qet, qet tistekî min tune ye
Derketim derveyî zeman dîsa



21.05.2020 17:21 | rotê şevê

50. Dengê biharê û şopa zivistane
Bi hevrene niha û nav bedena
Zarokekî nûhatî de
Li erdê hêşîn dibe
Nav xwînê û ava rehîmê de
Tiliya wê nav lêvên sor û zindî de
Dimije xwarina xwe ya yekem
Ji xwîn û avekî nezan pêkhatî
Vedike sîfteha xwe li dinê
Xapînokek nû de çavan



01.06.2020 01:22 | rotê şevê

51. Rojek ji rojên payîzê,
Wekî ramanên min,
Hestên min jî,
Wekî pêlên darên payîzê diweşîyan.

Çavên min yên reş,
Di nav çavên te yên meşînî da winda dibûn.
Heya ku te navê min neanî ser ziman,
Min xwe nedît nedidît.
*



12.08.2020 12:25 | yûsiv

52. Di deryayeke bê sînor de
keştiya bayê me ez
Ne ba li min dixê û ne av
Di cihê xwe de
tikîtenê me...



12.12.2020 21:12 | merwano

53. Te emrê min qedand bê xwe ey bê wefa
Te cergê min hela da ser ey terafa
Tu gelek dikî zeafa
Te min hiştiye liber dengê defa
Tu yê kîngê rabî derkebî ji nava refa
Ma ne bese hewqas te bimin kişand cefa
Zilm û zordariya te dilê min tefa
Te tenêtiyê li min lefa
Ne stargeh man ne jî qefa
Te ez hiştim li ber berfa
Û bêt bide zewq û sefa
Min nehêle li nav xefa
Bi tevekê sonda, tu ne bawerî here hafa
Bi shorbevanre hew ma qafa

Ji shorba helbesta
di tirsim xendekî here biavêje asayo helbestan *



12.12.2020 23:27 ~23:39 | shorbevan

54. Xewnereşka bêbînîye însan
Ne xwe dizane ne jî xwe dide naskirinê
Ne alî dike ne jî harîkarîyê qebûl dike
Pela piştî agirêye hebûna wî jî tunebûna wî/ê jî derd e.



10.02.2021 15:00 | azad30

55. helbestek minî amator yanî ev destpêke qisûrek hebe jî nebînin, nedin riyê me, jibû nivîs û helbest hezên min, hindik argo dihewîne rêzik bi rêzik bixweynin ne lezînin hêviya ken û diayên qenca û demek xweş dikim.

ez kîme, çime, ji kude têm bikude diçim?

Dê û bavê min min ji ku anîn pir li min geriyan di binê bîran û qulyayande
Çima li benda 2023 yan nesekinîn dibû ku mejî pere bikira
Ji dergeha xwedayê cîh û war ji xwere ne afirandî,
Min xwe ji bavê xwe diziye
Min ji 'êla mirtiva dizîne
an Ez bê hemdê dê û bavê xwe afirîme
An govend û dîlanek lidarxistine
Jibû hebûna min bavê min dicîda û delîlo,
diya min şemamê û şêrizdin esmerê girtine
Bi pihîna axawo berê min dane vê koraniyê
Govend ji kude digere,
bi kuda diçim,
li kîjan dawetim?
Gelo di pê avêtin û hinca çendade bavê min derketiye reqsê?
Û ez afirim

Hima tê bîra min
Govenda ser mila vêde ez afirim
Ez hemoyê bi navê 'ezîm bûm
ayetek mûhkem
ez zarokek avakarê heft hebûna
bê şirîk
Ez diçûm diziya xwe
Ti bostanên îrema jixwe nedihişt
Bi çolên asîmanê heşta diketim
ez serîkî çortanbûm
Di heft gebolande peyda nedibûm
yê bi dê û bavê felekêre kapan diavêt
kapê xwe mîr kapên wan ker dihanî

...


Îro hatim asta shorbevan
xuyaye dereng û şaş biminde xwendine
Di guhê minde hê jî azana meleyek zekat nesitendî Olan dide
Di situyê minde niviştek bê hewa û hewas
Îro bûme ayetek muteşabih
ez bûme benîştê puvdayî û nan li navê ketî
Teqe peqa mine li bazara van şevedera
jihevde ketî
ji dûmana cixarê dûzerkî bûme
Ji sobeyekre nebûm çeng
bazirganên salê tên bazarê
ez ne yusifê kenanîme bi zîvê zer bêm pîvan
Ez nebûm milûkek ji misrêre
malê min jî wekî qarûnê zencî nebû
Ne elafek ne serafek jimin fehmkir
Ne hekîmek ne beytarek
Û ne jî min ji wan fehmkir
jiyan jî di bin mineta minde ma
min mirina nîşanî mirinê da

mirin ji minre temenek mirin
û çend dar û çend pihîn
Û elb û dewlek reşik
ser çav şûştinek bi tukê
Derxistinek ber derî
Jiyan ji minre welatek dagirtî
hişek dehê birçî,
Bist û yekê navranqelaştî
jiyanek rojî, tevî şeşekan
Gelek pêxwazî
Û niyanek tevî faîza xwe deyndare
ev jî qenciya min


...


Ez bûme çerxçerxoka aşê filankesê
Bi tilima avê dikşînin serserê min
Ez hêriyam
min hişê xwe libin şiraneka aşê bêvankesê şûşt
Aqil negirt
bi şeraba baxên rizgo cebirand
cebar negirt
Bi shorbeya shorbevan format avêt
Bihevda pelixî
min bi şivterka dara cinnetê ya qedexe li hişxist
Bihevde reşkir
Wekî seferek rêxê li axa debr wêran belav bikim
Firêz lê şaxda
Bi kî şêwirîm gotin te hiş pir dûrve avêtiye

hişê xwe nabinim
Dibînim û nabînim..
Bêhiş diçim rastî strana
"Newal û 'çem diçim diçim.."
Dûre strana berçem berçem diçûm ez
benîştê xwe dicûm ez..

min hişê xwe daye dû xwe diçim
Ez zanim ezê wî li derek winda bikim
xwe jê çep bikim
hişê min li min bûye bar û piştî li vê dinya bê malxweyî û bermalî
Serê min bûye wekî defa bi deh dar û bê zirne
Min di Qafê xwede hindik temtemûkan
Û qelîştekan çêkir
bi sed dolima Darên benîştekan û dirîyan bi icare lê çand
Û ez çûme ser rezê hiş
'efare jî nema
Û min di hişde jî zirarkir
Bi nav lemên hiş jî ketim
Sala were ez nemrim ezê guz li hiş tovkim
Dema min got ez di hişê.. daku zirar nekim
mîzandina min a binê den hayloo..
min li binê kodikê jî xist
Hevîr tirşnebû
Di ti tendûrîde dor nedî
Di tendûrê cîranande bûm wek nanê birûn
Bi kulfikan mam
dar û şîşên tenûran dibînim
Bûm şikeva û hatim belavkirin


Ez êdî sewsî tevdigerim
Hiş jî tirsa xwe şikandiye
hiş di xwede çend nuronên helbestvan berî ser hevdaye
(Pepûûk! û quzilqurt)
bi hêmayên pîç Helbestên amator diafirîne
hêmaya tê radike temezî dibe serrêzbend
...
Hêdî hêdî dawet jî diqede
Edî cebraîl dikare were di hişê minde mûmikan bigerîne
Tirşik.netçî li çepikadin
Îsrafîl jî li bilûrêde bi tilîlîne
Kilama hinê bînin di deştêkin bisitre
Mikail rake konfetiya biteqîne
jixwe Ez qonçê Ezraîl naşînim
Em bixwe bixwe besin
De xweşkin xweşkin
ha bi şahî, ha bi şahî ki zavaa..
Shorbevan dibêje axir û oxir
Min hişkir wekî axur
Lê dimînin çend stewr nuronên ka û kapek xur
...

Shorbevan ~ji shorba helbesta~



10.02.2021 22:05 | shorbevan


58. (bnr: wêneyên profîlê yên tirşikvan naxwzin parve bikin)

(bnr: xwelî li ser)

(bnr: ashheado)



29.04.2021 13:31 ~13:32 | xelîl

59. (bnr: eksa torîya)



29.04.2021 13:41 | xwelî li ser

60. Asîman sayî
heyv li jor
stêrk diberikin
lê ev çav ji te pê de
kesekî din nabînin


nişe: qafiye tune *



15.05.2021 07:43 ~07:43 | merwano

61. Roj hilat bû
Qet dibe tav bêzar bibe
Ji ber rojhilat ê
Ma teyrekî ji perçiqandina baskên xwe
Qet bêzar dibe

Roj hilat bû
Ev gelek girînge
Ji bo agir ê azadî yê
Ev gelek jêneger ê
Ji bo hesret a Kurdistanê
Ji ber nevê Xude...



01.07.2021 10:45 | bîyan

62. Ji min re nameyek binvêse
Bila di hundirê wî de
Ronikên zarokan tune be



01.07.2021 10:49 | bîyan

63. Kîjan strana mirin ê ye ev...



01.07.2021 10:56 | bîyan

65. Ti tiştên min nîne,
Tenê ji bo min nîne..
Ji bo te rê heye tu bixwazî here
Û ji bo te çaya qaçax heye ku,
tu bixwazî li cem min bimîne
Lê ez nînim êdî, wekî bextê xwe yê reş..

(Tiştekî şahtomahto çêbû :3)




66. Dudil.

Ey yara yaran!
Derdek î bêderman!
Kenek î bêxeman!
Te! da min roniya dilan.

Belkû jî nepêkan e,
hevgihştina destan.
Lê bendewarê hêviyan
Nekeve tora hêvîkujan .

Bi serê xwe ye,
Bêyî te li van waran.
Dipirsim ji van hizran;
Ew e ya hêjayî wêranan?

Lê dilê reben e
Guh nade van rastiyan
Ya xwe dike, her caran
Xwe diavêje pêsîra xeyalan.

Bi rastî jî ew e,
Ya ku dil kirî bengîyê bengîyan?
Ew ya wekî şitla gulan?
Ya hêjayî pakhestan?

Ey dilo!
Nebe hevalê evdalan
Were em herin xaka pîrozan
Bibin hevrêyê azadîhezan.

Bajon kimêt û bozan,
Ser dilê xirab û neyaran,
Bigerînin simên wan
Li ser kelexê xirabîhezan.

leylan e;
Nabe hevrêya bengîyan,
Nabe keybanûya hestkûran,
De were nebe ji van.

Evîn karwanê pîrozan e,
Hez û arezû li xaka dayikan
Dibin piştevan bo hezkirîyan
De were em bajon bo wan deran.



-Yekem helbesta min eve ye, dê xwe pêş ve bibim înşallah.:ddd



12.12.2023 17:37 ~17:40 | bayê xerbî

67. Ji bo şevên tarî ronî bibin dayê
Çend egîd û mêrxas can dan li rojavayê
Ji wan re war û wargeh çiya bûn
Li dor wan çiyayan ew wek kulîlk û giya bûn

Megrî û menale dayê nebêje ew mirin
Di dilê gel de wan hêlîn çêkirin
Ji xwe û gel bawer bûn naxwazin bindestî
Bi vî awayî pêk anîn têkoşînek helbestî



13.12.2023 01:07 | çaya germ

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî