Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine - tirşik
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine
(61) (5) (2)
di mijarê de bigere

44. Roj hilat bû
Qet dibe tav bêzar bibe
Ji ber rojhilat ê
Ma teyrekî ji perçiqandina baskên xwe
Qet bêzar dibe

Roj hilat bû
Ev gelek girînge
Ji bo agir ê azadî yê
Ev gelek jêneger ê
Ji bo hesret a Kurdistanê
Ji ber nevê Xude...



01.07.2021 10:45 | bîyan

45. Ji min re nameyek binvêse
Bila di hundirê wî de
Ronikên zarokan tune be



01.07.2021 10:49 | bîyan

46. Kîjan strana mirin ê ye ev...



01.07.2021 10:56 | bîyan

47. Ti tiştên min nîne,
Tenê ji bo min nîne..
Ji bo te rê heye tu bixwazî here
Û ji bo te çaya qaçax heye ku,
tu bixwazî li cem min bimîne
Lê ez nînim êdî, wekî bextê xwe yê reş..

(Tiştekî şahtomahto çêbû :3)




48. Dudil.

Ey yara yaran!
Derdek î bêderman!
Kenek î bêxeman!
Te! da min roniya dilan.

Belkû jî nepêkan e,
hevgihştina destan.
Lê bendewarê hêviyan
Nekeve tora hêvîkujan .

Bi serê xwe ye,
Bêyî te li van waran.
Dipirsim ji van hizran;
Ew e ya hêjayî wêranan?

Lê dilê reben e
Guh nade van rastiyan
Ya xwe dike, her caran
Xwe diavêje pêsîra xeyalan.

Bi rastî jî ew e,
Ya ku dil kirî bengîyê bengîyan?
Ew ya wekî şitla gulan?
Ya hêjayî pakhestan?

Ey dilo!
Nebe hevalê evdalan
Were em herin xaka pîrozan
Bibin hevrêyê azadîhezan.

Bajon kimêt û bozan,
Ser dilê xirab û neyaran,
Bigerînin simên wan
Li ser kelexê xirabîhezan.

leylan e;
Nabe hevrêya bengîyan,
Nabe keybanûya hestkûran,
De were nebe ji van.

Evîn karwanê pîrozan e,
Hez û arezû li xaka dayikan
Dibin piştevan bo hezkirîyan
De were em bajon bo wan deran.



-Yekem helbesta min eve ye, dê xwe pêş ve bibim înşallah.:ddd



12.12.2023 17:37 ~17:40 | bayê xerbî

49. Ji bo şevên tarî ronî bibin dayê
Çend egîd û mêrxas can dan li rojavayê
Ji wan re war û wargeh çiya bûn
Li dor wan çiyayan ew wek kulîlk û giya bûn

Megrî û menale dayê nebêje ew mirin
Di dilê gel de wan hêlîn çêkirin
Ji xwe û gel bawer bûn naxwazin bindestî
Bi vî awayî pêk anîn têkoşînek helbestî



13.12.2023 01:07 | çaya germ

51. tenêbûn

Hem aqil û aşopî
Bê sinor û sivik
Valagehik bê derî
Derî nakev ber çavan
Seq seqem nayê ber cildan
Gerdûnek tijî zanistan
Ê minî taybet,
Bêkes û aram



17 roj berê 16:27 | keloş

52. hinek ax

Dem diçe, wext dere, salên paş, ne bi kaş.
Ber neynikê, rûyê nas, tev qirmiçî, ro bi ro.
Çerm dikeve,
Radikêşe,
Jêr, ne têr.
Êdî mayî ber xwe nade,
Bê qewet.
Bê taqet.
Xwe teslîm.
Ditewîne xwe ber rûyê demê.
Xwe îkmal kir ji - (gelê - erdê) - dewletê



17 roj berê 16:39 ~16:38 | keloş

53. Xewna Dîlketî

Hatin û çûn gelek
Rêz bi rêz, yek bi yek
Hiştin li pey xwe asoyên delal û belek
Lê her dizanim yên hatî û çûyî nabin yek

Wekî ku parek ji min biribin
Wekî ku bîra min dîl kiribin
Jê agadar im parek giyanê min jî li gel xwe birin
Êdî heyf û poşmanî hîçek mezin in.

Çawa ku, mirî êdî ranabe
Term ji axê venagere
Stûyê şikestî ji werîsî azad nebe
Giyan û fikr dîlên heta hetayê ye.

Wekî yên hatî û çûyî
Dê werin yên nû hilhatî
belkû wan pêça ev birîna sorxwînî
Lê rastiyeke dilsoj heye yên nûhatî nabin yên çûyî

Her çend xewnan jê re bikim qurban!
Her çend bêdeng bikim lorîn û axînan!
Digotin ji bo çûnên bêveger neke hêvîyan
Lê giyan her ji xwe bawer bû,wekî tolazan

Divê mirov herî zêde ji nîvcomanê bitirse
Ji ber ku ew nîvcoman dê her wisa be
Nizanim ev gotin çend rast e
Dibe ku ji bo yên nîvcomayî rastiyek mecbûrî ye.

Heta birîndarbûna xwe min nezanî brîndar kê ne
Ji bo min lêkenîn û tiranekirn bû, rewşa birîndaran
Lê nebêje!Ev tişt wekî xwe xapandina li pey mirîyan e
Tiştek wisaye ku yên nîvco jî ji hev fam nekirine

Nizanim, belkû jî ev birîn û nîvcoman
Nebe para gotinên dengbêj û çîrokbêjan
Ji xeynî van rastiyek min heye wekî hilhatina rojan
Dê ev birîn her li gel min be, heta terka cendekê min dike giyan.



17 roj berê 00:01 | bayê xerbî

54. Ma! Bi aşopên geş,xweş
Û aram
Li nav kolanên sar û bêkes
Bêhûde bû ev man
Lê tim ew e
Her çi be jî!
Salên dijwar û bilez
Li gel zehmeykêşiya li tenişta xwe
Neşêyabûne wê.
Ew,
Wek esmaneke ji pola
ji barana ramanên xwekujiyê
Bi hewil û israrên dayikek dilovan
Parast.
Dîsa jî, li gel van hemiyan jî
Rastiyeke tekez hebû û heye
Dê her hebe
Man, bareke bêînsaf e.
Ma dê ev bêhnijîn,
Girîyan û kenîn
Bo mana bêhûde bibin çarenûs?
Yek ji sabîtên vê gerdûnê jî ew e;
Na.!
Di dawiya hizrê da
Wekî her carê
Ev rastî ji bîr kir
Û kolan li pey xwe hişt
Bêy encameke sergirtî.



16 roj berê 01:17 ~01:18 | bayê xerbî

55. ji me re behsa bêhûde neke heval

hê çomez e,
dilê wî tijî, giran û bext rijî
pir di waswasî de mayî,
şikir nema zanî
çavan digerin li kesên bextewarî,
an ji acizî ber hêviyên nivîsên kêrhatî
bela xwe tînî ji dayikan kurdewarî,
hêê ew e suxtê, feqî
di medresan de nemayî
nizan bi zimanê evîndarî

tu dibêjî bêwate,
godar ke xizan
mijûl im bi gihayê hewşê,
hebkî talbûn li xwe dikim ferzê
da ku bizanibim bi tamê dimsê.

zehmetkêşan, baran, xwekuj
nebûn para te giş tûj
ber xwe dan e
jiyana hemû kesan e

di fikrê de bes perçe ke,
spî û reş-an - bi hewl dan
mandîkirî,
giş derizand,
kir zindan

bihêl esman
bistîn û berd'
nefes

bihêl sahî û semal



15 roj berê 15:57 | keloş

56. Yek hat,
Bi şîret û nesîhet
Nêrî li kolan
Hizrên di serî da kir olan
Dest avêt bang
Her yek wekî top û tang
Kolan lerizî
Ketin her misqalê derzî bi derzî
Lê ew rastî dîsa hebû
Xwe li ber wan ragirt tune nebû
Şîret û nesîhet, bûn bêbandor
Kolan wekî xwe bû, dor bi dor
Bêhn û nefes nebû çarenûs
Ev kar nabin bi pênûs
Sûret Divêt dehan şil-şelaq
Sed quran û telaq.
Wekî temenê perperokê
Bêhûde ye her rokê



14 roj berê 18:29 ~18:37 | bayê xerbî

57. Bi navê rû ken

Hat hê hat
Bi lotikan dihat
Dengê tirşik, nîsk û şorban jê dihat
Tîpên kurdî hey direqisand

Lê dît, pênûs û awaz nabin mîras (daxwaz)
Bo xelkên nîgeranî
Bingeh tev dilgranî

Ducar, carcar, hercar
Yekî di xew de nabe şiyar
Birûsk, tofan dilerizînin insan
Di Hundirê çirke
Dil ne mirî

Hew qas temenê jiyana te
Dema ku bêwate

Ro bi tenê bêhûde
Yanî yek bê yek
Nabe ti tiştek
Lê yek bi yek dibe kurdistanek


(bnr: wek tirşikvanek di malpera tirşikê de)



13 roj berê 14:06 ~14:07 | keloş

58. Me divêt wateyek

Hizirî û fikirî
Seranser lê nêrî
Ne dît ti derî
Mejî lê çirçirî

Divê bibûya xwedî text
Derketin pêşberî wî gelek zext
Jixwe rebenan nîn e bext
Hema her bêje, nabe ti wext

Jixwe reben dixwin firavînê nîsk
Eger hebûya dê bixwarina goştê gîsk
Ne bi kevçiyan, dîsk bi dîsk
Lê nîn e ji ber wê herro îske-îsk

Loma dibêjim bêhûde
Her biçî kû de.
Ketin ber vî bayî gelekên gud-gude
Nemrûd û Ferewûn jî ketin tê de

Min derd nîn e tiştên fanî
Min mexsed e, her te çi anî
Nikarî derkevî ji bin vî banî
Dê te bibîne nişkanî

Êş ew e, tuneye baqî
Her kîjan luqmanî bidî kirin, taqî,
Eger hebûya heqî
Di dilê min de nedima, ev reqî.

Du û du dibin Kurdistan
Wisa gotiye mezinan,
Ketî nava xeletiyan
Dîsa binêr li agahîyan.



13 roj berê 15:46 ~23:46 | bayê xerbî

59. ma dawiya şorbê nayê ?!

Ma bi req te fêm kir heq
Bêjingê cuda kir biwec û bêwec
Ma te Berjewendî têde nedî?
Binêr derdor
Binêr dewlemendî:

Bilindbûn ciqas lê tê
Dibe ciyaye bi tenê
Ava qudret hey jê tê
Hevalek jê çêtir da bo fenê
Di tê de ma tenê pozbilindî bi zêdeyî,
Pîs e nijadperestî

Ji goşt çêtir be, aqil di pêş de,
Hê te nedî tac-an?
Mîna şêran?

Mezinbûn nayê pîvan
Daketin tunê, tenê hilkişan
Digerî mexsedan?
hilbijêr zehmetkêşan 
Guhdarke mana peyam

Li Cihan cûr bi cûr peyda dibin êş,
Tev jihev cûda, herheyî ey 'kêş'

Ê yê ku li hev şibî:
Hew bextiyarî,
mîna cêwî

Kes nizan bi barê hevalan
Lewma: Qazî neke, Mihemedê Xerbî,

Ha ji te rê bi hişyarî
Kurdino! bibin yek! ger hûn nebin yek,
hûn e herin yek bi yek

Te go okey?
Min go: gul şîn dibin ser kokê



12 roj berê 13:16 | keloş

60. Em Dê Şorbeyekê Vexwin

Ez dibêjim nêr e,
Tu dibêjî bidoşe
Ji hêza me der e
Here her lê bigere
Min got li bin esman e
Û li ser erdan e.

Lê naşibe çêkirina şamborekan
Di rojbûnan
Kambaxtir e ji her kambaxan
Eger te bawer nekir ji van
Dê nîşa te bide herka rojan.

Ji xeynî van, kanê pêwendî?
Min tiştek wisa di gotinên te de nedî,
Hema te dane ber hev hêdî hêdî
Ma qey wisa dibe gidî!?

Hin gotinên te rast in
Gul li ser koka xwe şîn dibin
Her wiha dîsa li ser wê kokê diçilmisin
Eger destê zaliman lê negihin .
Lê çilmisîn û ji kokê qetandin çi ferq in
Di taliyê de, ma ne heman tişt in.?

Wekî ku, ha li ser lûtkeyekê rawestîn
Ha ber lûtkeyê ve hilkişîn,
Hez ke bawer neke
Hez ke bike

Çi li bêjingê bikim ?
Dawî yek e dizanim
Ha biwec ha bêwec bim
Dê li cem yên din bim.



12 roj berê 14:19 | bayê xerbî

61. Na bavo na lazim

Pêwendî nedî ji min dixwest mamostetî
Helbestên wî tije melankolî
Serê wî hişk
Nakev tîşk
Destpêkir bi bêhûde
Domandina wî, bêmal e
Diqedand bi, her tişt bêwate
Reben naxwaz bihişt
Nav axa sar xwe hişt
Rehma xwedê li wî bî



11 roj berê 22:40 ~2024.04.15 00:11 | keloş

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên feqiyê teyran

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî