1. Peyva ku lı herêma botan ji bo meymûnê tête bikaranîn. Peyv di erebî de jî heye.weke قِرَدَةً (qîredeten ) tê nivîsandin. Hetta ev peyv di Qur'anê de jî derbas dibê.Di sûreya beqereyê di ayeta 65ê de derbas dibê. me'na ayetê weha ye: Ew kesên ku qedexeyiya roja şemiyê binpêkirin e em wan dizanin. ji ber vê kiryara wa me got e wan bibin weke meymûnên le'netkirî.. |
|
02.11.2014 22:32 |
nan û av
![]() |
2. peyva ku di kurmanciya meletiyê de jî heye.. qirdik an jî bi kurtî qird dibêjin.. weke "enişteyî me yî qird" .. cihê meymunê tê emilandin.. |
|
03.11.2014 21:33 |
havka
![]() |
3. ev peyv min tenê ji meta xwe bihistîbu.min digo belkî meta min wek william shakespeare peyva diafirîne.we xeyala min xera kir.wê ev peyv bi maneya (bnr:qeşmer) ê bi kar dianî |
|
04.11.2014 01:08 |
radîşo
![]() |
4. nêzîkê peyvika qehbikê ye. nifireke mezinên me ye |
|
04.11.2014 14:52 |
renas
![]() |
5. peyva hanê çendîn bi zimanê xwe yê resen bi wateya meymûnê de were karanîn jî di zimanê kurdî de bi mecazî ji bo yên ku her gav qeşmerî û lewçetiyê dikin û xwe di nava xelkê de şerpeze dikin tête gotin. |
|
02.02.2017 14:46 |
ferhenga şikestî
![]() |
![]() |
xewa navrojê [2] |
![]() |
xewa navrojê [1] |
![]() |
xewa navrojê [1] |
![]() |
xewa navrojê [1] |
![]() |
xewa navrojê [2] |