Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
tiştên ku mirovî aciz dikin - tirşik
tiştên ku mirovî aciz dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku mirov aciz dikin
(33) (2) (1)
di mijarê de bigere

2. (bnr: axiftina bi tirkî ya kurdan)



09.11.2014 19:54 | vêca çiyeeee

3. (bnr: geremola metrobuse stenbole)



09.11.2014 22:53 | hûteheftserî


5. mîza ku piştî têketina nav nivînan de tê li ber derî. ew dema di navbera çûyin û neçûyina tuvaletê de mirov aciz dike, gelo ez herim an na?!



01.12.2014 14:36 | xwelî li ser

6. wendabûna cuzdankan: kari mere dîn bike..

xerabûna telefonan: tiştê ku 2 roj berê hat serê min..



01.12.2014 19:50 | rûbar payîz

7. gotina 'demokratik ulusçi' yên me wek 'ilkel milliyetçilik neke heval'



02.12.2014 09:55 | azad30

8. Dema mirov ji bo di kombersê de tiştekî saz bike, bi saetan dixebite û ew tişt qet çênebê !



02.12.2014 14:03 | mergehez

9. dema bikevim hesaba faceboka xwe de xwesteka lîstîkan tê dîn dibim, bi teybetî (bnr: candy crush saga).



02.12.2014 17:17 | rêzan

10. (bnr: error)



02.12.2014 22:00 | simurg56



13. bi goreyan pêlêkirina telikên şil.*



09.12.2014 18:09 | xwelî li ser

14. (bnr: gava li amedê ji ber guhê mirov telefona mirov tê dizîn)

-hate serê min!

(bnr: dizên amedê)



10.12.2014 01:20 | xendekî

15. (bnr: ava pîs a ji ber kuçekî dipijiqe)

Gava tu rê de diçî û tu pêl kuçekî an kevirekî dikî ji ber wê kevirî ew ava pîs dibê fiiişt û tê xwe li delingê te digire yaw ew çiqas nexweş e.



10.12.2014 01:25 | xendekî

16. (bnr: tiştên ku mirova kêfxweş dike)



16.12.2014 22:39 | xwelî li ser

18. - kesên kurdî bi tenê bo silavdan û xatirwestinê bi kar tînin. bi taybetî wiha dest pê dikin: Silaw hewal dbjfnvdjnbvkndfxgkkmcbmklkmgfnlkfmgnklfmbnkgmkm........ de serkeftin!
-Kesên haya wan ji têgihên bi wekî "netewe, netewetî, ekolojî, demokrasî hwd" nîn in lê bes ji bo ku hin kesan ji wan re gotiye êdî dewra van derbas bûye felan, bi awayekî tund siyasetake hîç jê beşer nakin diparêzin.



04.04.2018 14:57 | jifêzagorda

19. mêrên li ser peyarê rûniştine mînanî ser şaneşîna bavê xwe rudinine



05.04.2018 15:02 | reşik eyşo

20. (bnr: not enough storage in your phone)



30.10.2019 10:32 | cinorek

21. Berê 'taktik heval' bû lê niha jî partiyeke tirkan gotina partiya kurda



24.11.2019 21:26 | berxweda

22. Peyvên "Çelişki" û "Çözümleme" . Rihê min diste ne.



25.11.2019 01:26 | kurêtirîdeus

23. Kesên di otobusê de bi dengekî bilind vîdyo temaşe dikin.ev cure însan nû derketine.evqas jî bêrêzdarî nabe.



25.11.2019 13:28 ~15:13 | bayesar

24. li (bnr: sînema)yê piştî fîlm dest pê dike, dema kesek dikeve hûndir xwîna min xerab dibe, rihê min dimire û laşê min digizgize.



25.11.2019 15:05 | wiha wilo wisa

25. Tirkî axiftina amediyan.
Ew zaravaya wan ê tirkî çima ewqas aciz dike.



25.11.2019 15:08 | cinorek

26. Çiqas bixebitî jî carinan bi pêş ve neçûn gelek aciz dike.



25.11.2019 17:29 | hesinkar

27. Mirovên aqilkêm û bê karakter
Birastî jî însanên kêmfehm ve jîyîn kul e kul.



25.11.2019 17:39 | seryasêdilşûşe

28. ez, xanim û kurê min em carinan diherin avmyê, çimkî êdî li amedê ji xeynî avmyan mirov bi zarokê xwe yê piçûk nikare rehet tevbigere. li amedê di hemî avmyan de ji bo ku xelk erebeya bebikan lê siwar nekin di ber hemî derenceyên otomatîk de dubayeke hesinî danîne loma tu neçar dibî ku siwarî asansorê bibî. em kêngî herin li ber asansorê teqez girseyek heye ku li benda asansorê ne. yaw gelek eciz dibim bêhna min teng dibe bi zorê ez xwe radigirim. yaw giş jî ciwan in qûna xwe ji erdê ranakin naçin derencê (jixwe derence otomatîk e tu gav navêjî ehmeq) bi kar nayênin tên ber asansorê. ew asansor ji bo malabatên xwedan zarok û estengdaran heye, ne ji bo mîna te ciwanekî ehmeq î bîst salî
hat bîra min dîsa eciz bûm!



25.11.2019 18:24 | ferhenga şikestî

29. do li otobusê de paş min jinek û zarokê wê hebû. Çi ecêb û gosirmet e, bi zarokê xwe re tirkiyek xira û xirabe diaxife. Xuya ye Kurd e. Piştî çend deqe telefona wê gazî kir, nê xelet bim mêrê wê bû bi Kurdî diaxifiyan. Hah! Van tiştan dibînim tenê eciz nabim dîn û har dibim. Birê minê mezin jî wisa ye. Xerîbê Xwedê, heta deh-pazdeh saliya xwe tirkî nizanibû niha zarokê wî Kurdî nizanin.



25.11.2019 20:11 | kajav

30. Tişt ne lê kesên bê tolerans û yên ku bê feraset in min pirr aciz dikin. Ji wan e qey hemû dinya gihiştine li cem hev û nêyartiya kerê/a min dike. Lew hinek aş û dilnizm be û bi çavekî objektîf ji derve li xwe binihêre.
Û nizam yên we jî wisa ne lê mirovên li derûdora min tev gelek bêhnteng in di vê pêvajoyê de. Mirov nikare bi kesekî/ê re peyvek biaxive.

Xuya dike ez jî pirr bêhnteng dibim hêdî hêdî. *



25.11.2019 20:56 | xelîl

31. Bijîşkên rojê deh caran orderên xwe , dermanên nexweşên xwe diguherînin û nîvê şevê haya hemşireyan jê çêdikin...



25.11.2019 21:44 | biaqila malê

32. gama merdim hevalanê xo de ronişo û tehmê sohbetî ra hes nêko, merdim eciz beno. û no tewir merdimo ke komeleya dost û hogiran de bi telefonê xo kay keno û înstagram de tewş tewş gêreno, no merdiç hevalanê xo û hewayê cayî herimneno.



25.11.2019 21:51 | endazyar


34. nexweşên ku dema mirov dibêje "çi bi te hetiye, şîkayeta te çi ye?" dibêjin milê min diêşe, stuyê min, çogê min û pişta min Û quna min û hwd diêşe.
hê tu behsa tiştekÎ dikî, dikeve navberê û dibêje nizanim li ku dera min de kîst heye, nizanim ku dera min reş bÛye, nikarim pêlav li xwe kim, ev dera min werimî ye.

dibêjin qey çi qas xwedÎ gilî û gazindan bin wê bijişk ew qas baş li wan binêre. lê tam berevajiya wê çêdibe di rastiyê de..



25.11.2019 23:41 | brusk56

35. dema ku ser youtube ango tv klibên kurdî guhdardikim/temaşedikim û dibînim ku bine klame me de jernivîs/binnîvis tirki ye. Gava ku tiştek wusa dibînim kêfamin direve naxwazim berdevamkim temaşavanîye. Ne hewce ye bin klamên gelê me de nivîsen zimanen tirkî,erebî,farsî hwd. hebin.



26.11.2019 16:53 | golikvan

37. kurdên ku êdî xwe qurbana atatirkê tirkan dikin pirr tengezar im...



20.04.2020 23:37 | brzn

38. Gotina kurdekî ya bi vî şiklî: bila yek wan (bo tirkan dibêje) ji ya me zêde be. Ji ew yekê qesta wî jî bila zimanê wan fermî be yê me na, bila perwerde bi zimanê wan be bi yê me na hwd. Ez carek din jî ji Kurdbûnê sar bûm, hêviya min şikest dîsa.



08.07.2020 21:30 | xabûrî

39. Car caran li bin stranên Kurdî şîroveyekî tirkî bibînim xwedî şîroveyan hişyar dikim dibêm stran Kurdî ye hûn jî Kurdî binivîsin. Ji ber ku dizanim ji sedî 90 ev kes Kurd e. Car caran yekî/ê tê bersiva min bi Kurdî dide dibêje “muzîk gerdunî ye” yan jî dibêje “belkî ev kes Kurdî nizane tu çima wilo dibêjî ?” .. ez bi van bersivan têra xwe gelekî aciz dibim. Zimanhezek ji bo Kurdî bi vî fikrê de be wê çi xêra wî/ê bigihije Kurdî? Malmîrat ma tu nizanî Kurdî ber bi tunebûnê diçe ev humanîstiya xwe ji tiştên din re nîşan bidin ji kereme xwe.



19.07.2020 10:03 | kajav

40. Kurdek, dema ez bi kurdî jê re dinivîsim û peyvên bi eslê xwe erebî di peyama min de hebin û wisa ji min re bêje: ama "alaka" ve (nizanim çi quzzulqurt) kurtçe degil.
Ez di dilê xwe de dibêjim: Hey kor kurê koran, bersiva te peyvek jî ne kurdî ye tu wê nabînî, tu ya min î Kurdiya xweşik bi tirkî rexne dikî?



19.07.2020 12:40 | xabûrî

41. Du mirov Kurdbûna hev dizanibin û herdu jî bi Kurdî jî dizanibin, lê bi Tirkî biaxivin. Bi taybetî jî dema herdu yan yek ji wan karmend be û ji ber rewşa karê xwe wisa bikin.



25.07.2020 20:38 | xabûrî

42. Here lînkê
wek mîna vê rojnamenivîsê ''çepgir'' dema ku tirkara mînakê peyvên kurdî dibêjî de ew dest pê tiştên wiha dikin. zimanê we zimanek wiha ne, eslê zimanê we farsîye an jî farsîya berê ye.
jî xwe zanim ku zimanê me û yê farsa hev dirûvin û ji vê herkes zane. tenê tirkên bê aqil û wek mîna nevşin m. dil xerab nizanin.
ew me bi xavî bixûn dîsa têr nabin



26.07.2020 01:58 | doesntmatter

43. - Dema ku zimanê kurdî nizm tê dîtin anku nîqaşên bereday bo wê bê kirin
- Kurdên serhişk yên ku fehm nakin ku em xwediyê çand , ax , ziman û mirovahiyek pîroz in û xwe bi mercên îro ve dipîvin.
- Guhdarkirina Kurdên ku dev kurdî û kurdbûnê berdane.
- di nav kurdan de pîrozkirina şandina zarokan bo leşkeriyê
- Kurdên ku xwe piçûk dibînin.
- kurdên ku zarokên xwe hînî kurdî nakin
- kurdên ku bi çavê oryantalîstekî li kurdistanê dinêrin
- kurdên ku çanda kurdan dezanforme kirine û lewitandine
- kurdên kemalîst
- zihmetiya vegotina tiştên kurdî/kurdbûnê bo heval û kesên ji malbatê re.
- qedexekirina/kkerrkirina dengên kurdan li ser înternetê ji aliyê ttrkan
- kurdên ku hînbûna kurdî dijwar dibînin.
- kurdên ku her tiştî dizanin lê di rastiyê de ti rêxî nizanin dibînim.
- kurdên ku apo wek xweda dibînin û nikarin ji rêya wî veqetin wî rexne bikin.
- Kurdên ku delîlkirina tiştan bikî çavên wan jî dîsa jî rêya apo şaşnabin her wekî din serhişkbûn re zehla min diçe.
- kêmbûna Kurdên dimil û parveyên wan li ser înternetê.
- Kurdên ku malperên kurdî ji beşa tirkî dişopînin û ji ber wî jî hin xwediyê wî / wan malperê/an giranî didin beşa ttrkî
- seo ya tirsik.net ê
- nebûna malperên kurdî yên xwediyê giraniyek ,xeynê malperên nûçeyan
- tiştên ku mirov pê diteqe



26.07.2020 14:15 ~14:22 | brzn

44. rexneyên pêşberî fikrên wan yên îdeolojîk û baweriya wan. Ji bo vê lêkolînek li ser mejî hatiye kirin dema gotinên pêşberî şexsîyeta însanî û pêşberî fikr û baweriya wan hatiye kirin de mejî ji bo herduyan jî hêman reaksiyon nîşan daye.Yanî rexneyên miqabilî bawerî û fikran ji bo wî mirovî heçku êrîşek li takekesiya wî hatiye kirin tê fêm kirin



26.07.2020 21:18 ~21:22 | berbest

45. - Çawanî başî
- Eyidir sen ne yapisen



27.07.2020 00:51 | afa

46. zilamên ku di eslê xwe de ji sibê heya êvarê li pişt jinan qala fanteziyên xwe yên xurûfî û cinsî ji hev re dikin lê li ser medyaya sosyal dibin heqparêzên jinan.

çawa di kolezyûmên romayiyan de temaşevan bi kuştina gladyatoran xwe tetmîn dikirin, ew zilam jî heman qirêjiyê didomînin.

nûçeyên tundkariya li ser jinan bi bertekên we yên sexte naqede zilamno!



15.09.2020 02:32 | tizbîkêş

47. tiştên ku mecburî tên kirin



15.09.2020 15:14 | doesntmatter

48. Acizî... Mirov ev qas sal çi dikin li dinyayê law? Mirov naxwaze tiştekî bike. Ne ku min her tişt kiriye û aciz bûme. Tiştên a niha ez dikarim bikim naxwazim, ne xweş in. Ne muzîk ne film ne tişteke din.
(bnr: lêxin bila zilam bimire)



10.05.2021 22:01 ~22:00 | xwelî li ser

49. (bnr: mixmixk)



10.05.2021 22:44 ~22:44 | heval.js

51. Gava destên min digihê tiştekî dohnikî yan jî demûşî, dixwazim êgir berdim laşê xwe):



11.05.2021 05:21 | pîroz

52. Goreyan şil.



11.05.2021 05:23 | heval.js

53. Şimikê şil !! Dema ku mirov pîyê xwe dixe nav şimikê û we şil bûnê hîs dike, wisa dengek nexweş jî derdikeve, eyqq!



11.05.2021 22:47 | sarya

54. Kolaya bê asît

gotina "türkün göcünü göreceksiniz"

(bnr: sêvên sor)

(bnr: pirtoqal)



13.05.2021 00:49 ~01:19 | heval.js

59. ji devê hevalekî melankolîk: heyat, jîyan.



05.09.2021 02:13 | heval.js

60. her tim û her dem; kurdên ku tirkî diştexilin. bi qasî wan ti tişt min aciz nake.



05.09.2021 15:11 | hueyn

61. Nizanim her 2 xwişkê min ji ku girtine lê gava Kurmancî diaxivin, ji dêlva ku bêjin "têxim, têxistin hwd." dibêjin " texim, texistin.." .
Dema ez dibhîzim dikim ku dev serê wan bikim. Çend caran min ew hişyar jî kir, min got : " keço tu şaş e, zimanê xwe xweş biaxive, vir de wê de..." lê vala ye hevalno, hîn jî ji a xwe danakevin....



05.09.2021 15:29 ~15:30 | pîroz

62. Xeberdana bi tirkî a kasîyerên marketên wek bim, a101, şok hwd. Bi ser de jî gelê me qey xwe li saziyên fermî hîs dikin. Ew jî berdewamiya xeberdanê bi tirkî tînin.

Ez wan jî fêhm dikim, rebenino ji zû de ye saziyên wan yên fermî çênebûne îja marketên xelkê ji wan re tiştekî pîroz xuya dikin.

Min berê şaşiyên nivîsê sererast kiribûn, ez dixwazim vê jî lê zêde bikim: ew ehmeqên reşşik dane jî teqez ji wan kasiyeran e, xuyaye zora wan çûye. * Bila dev ji tirşikvaniyê berdin biçin ekşîyê filan. Belkî zimanê xwe yê biyanî pêş bixin...



25.09.2021 12:36 ~2021.09.26 12:04 | xabûrî

63. Tava ku dema siwarî Basê dibim davêje serçavê min. Berê xwe çiqas bigûherim jî xêr nake, ew rok hem çavên min kul dike hem jî ruyê min dişewitîne...



25.09.2021 17:10 ~17:16 | pîroz

64. (bnr: port forwarding)



25.09.2021 19:40 | heval.js

65. axxx, her tişt.



07.01.2022 22:56 | heval.js

66. wextê ke merdim vîneno Kurdî, Tirkî qisey kenê.

wexte kû mirov Kurd dibîne kû Tirkî diaxive.



08.01.2022 00:03 ~00:03 | omer gêlij

67. -Dema ku li ser zadî kesek denga ji devê xwe dertexit.
-kesên yek dizanin û deh xeberdiden
-tiktok



08.01.2022 19:20 | aşvan

68. Dema ku Kurdekî kurdolojî xwendibe, bi ser de li ser kurdî master kiribe û wek mamosteyê zimanê kurdî (kurmancî) tayîn bûbe di Instagrama xwe de ji sedî 99 parvekirinên bi tirkî bike.

Erê hevalekî di masterê de, di pola min de bû eynî wisa dike. Îja hûn bifikirin dê çiqasî mamostetîya Kurdî bike...



20.09.2022 14:24 | xabûrî

69. mamosteyê mûzikê ya ku bi obsesyona "istiklal marşı" yê.
dixwaze her kes jê bixwîne. ez di torenan da naxwînim ku ew dixwaze orte sinifê de bixwînim. herwiha got ku ên ku jê hez nakin bila biçin welateke din. hahaha ax ax kanê ew roj? ;)

edît: keça kerê me da xwendinê... yeko yeko. xanim hoce ya min ne eciband û bi sê cara disa da xwendinê... her çi be jî îro heqeret tûne ye...



21.09.2022 09:47 ~10:35 | ciwanzêr

70. (bnr: pêçandina qebloyên amûrên elektronîk)

Dema dibînim, dikim ku cilê xwe biqetînim *
Erê ne bi vê ecêbê jî, dîsa jî min aciz dike.



17.02.2023 11:22 | merwano

71. dîtina kesên ku zarokên xwe fêrî kurdî nakin



17.02.2023 11:41 | horhorik

72. Kurdên Ulkicî , hemşehirîyekî û hevalekî min bû. Piştî ulkicî bûna wî min dev ji hevpeyivîna wî berda.



18.02.2023 11:59 | bakur.nekure1

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku dema agirî tê gotin tê bîra mirov
» acizî

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî