Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
tiştên ku mirovî aciz dikin - tirşik
tiştên ku mirovî aciz dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku mirov aciz dikin
(33) (2) (1)
di mijarê de bigere

19. Berê 'taktik heval' bû lê niha jî partiyeke tirkan gotina partiya kurda



24.11.2019 21:26 | berxweda

20. Peyvên "Çelişki" û "Çözümleme" . Rihê min diste ne.



25.11.2019 01:26 | kurêtirîdeus

21. Kesên di otobusê de bi dengekî bilind vîdyo temaşe dikin.ev cure însan nû derketine.evqas jî bêrêzdarî nabe.



25.11.2019 13:28 ~15:13 | bayesar

22. li (bnr: sînema)yê piştî fîlm dest pê dike, dema kesek dikeve hûndir xwîna min xerab dibe, rihê min dimire û laşê min digizgize.



25.11.2019 15:05 | wiha wilo wisa

23. Tirkî axiftina amediyan.
Ew zaravaya wan ê tirkî çima ewqas aciz dike.



25.11.2019 15:08 | cinorek

24. Çiqas bixebitî jî carinan bi pêş ve neçûn gelek aciz dike.



25.11.2019 17:29 | hesinkar

25. Mirovên aqilkêm û bê karakter
Birastî jî însanên kêmfehm ve jîyîn kul e kul.



25.11.2019 17:39 | seryasêdilşûşe

26. ez, xanim û kurê min em carinan diherin avmyê, çimkî êdî li amedê ji xeynî avmyan mirov bi zarokê xwe yê piçûk nikare rehet tevbigere. li amedê di hemî avmyan de ji bo ku xelk erebeya bebikan lê siwar nekin di ber hemî derenceyên otomatîk de dubayeke hesinî danîne loma tu neçar dibî ku siwarî asansorê bibî. em kêngî herin li ber asansorê teqez girseyek heye ku li benda asansorê ne. yaw gelek eciz dibim bêhna min teng dibe bi zorê ez xwe radigirim. yaw giş jî ciwan in qûna xwe ji erdê ranakin naçin derencê (jixwe derence otomatîk e tu gav navêjî ehmeq) bi kar nayênin tên ber asansorê. ew asansor ji bo malabatên xwedan zarok û estengdaran heye, ne ji bo mîna te ciwanekî ehmeq î bîst salî
hat bîra min dîsa eciz bûm!



25.11.2019 18:24 | ferhenga şikestî

27. do li otobusê de paş min jinek û zarokê wê hebû. Çi ecêb û gosirmet e, bi zarokê xwe re tirkiyek xira û xirabe diaxife. Xuya ye Kurd e. Piştî çend deqe telefona wê gazî kir, nê xelet bim mêrê wê bû bi Kurdî diaxifiyan. Hah! Van tiştan dibînim tenê eciz nabim dîn û har dibim. Birê minê mezin jî wisa ye. Xerîbê Xwedê, heta deh-pazdeh saliya xwe tirkî nizanibû niha zarokê wî Kurdî nizanin.



25.11.2019 20:11 | kajav

28. Tişt ne lê kesên bê tolerans û yên ku bê feraset in min pirr aciz dikin. Ji wan e qey hemû dinya gihiştine li cem hev û nêyartiya kerê/a min dike. Lew hinek aş û dilnizm be û bi çavekî objektîf ji derve li xwe binihêre.
Û nizam yên we jî wisa ne lê mirovên li derûdora min tev gelek bêhnteng in di vê pêvajoyê de. Mirov nikare bi kesekî/ê re peyvek biaxive.

Xuya dike ez jî pirr bêhnteng dibim hêdî hêdî. *



25.11.2019 20:56 | xelîl

29. Bijîşkên rojê deh caran orderên xwe , dermanên nexweşên xwe diguherînin û nîvê şevê haya hemşireyan jê çêdikin...



25.11.2019 21:44 | biaqila malê

30. gama merdim hevalanê xo de ronişo û tehmê sohbetî ra hes nêko, merdim eciz beno. û no tewir merdimo ke komeleya dost û hogiran de bi telefonê xo kay keno û înstagram de tewş tewş gêreno, no merdiç hevalanê xo û hewayê cayî herimneno.



25.11.2019 21:51 | endazyar


32. nexweşên ku dema mirov dibêje "çi bi te hetiye, şîkayeta te çi ye?" dibêjin milê min diêşe, stuyê min, çogê min û pişta min Û quna min û hwd diêşe.
hê tu behsa tiştekÎ dikî, dikeve navberê û dibêje nizanim li ku dera min de kîst heye, nizanim ku dera min reş bÛye, nikarim pêlav li xwe kim, ev dera min werimî ye.

dibêjin qey çi qas xwedÎ gilî û gazindan bin wê bijişk ew qas baş li wan binêre. lê tam berevajiya wê çêdibe di rastiyê de..



25.11.2019 23:41 | brusk56

33. dema ku ser youtube ango tv klibên kurdî guhdardikim/temaşedikim û dibînim ku bine klame me de jernivîs/binnîvis tirki ye. Gava ku tiştek wusa dibînim kêfamin direve naxwazim berdevamkim temaşavanîye. Ne hewce ye bin klamên gelê me de nivîsen zimanen tirkî,erebî,farsî hwd. hebin.



26.11.2019 16:53 | golikvan

34. kurdên ku êdî xwe qurbana atatirkê tirkan dikin pirr tengezar im...



20.04.2020 23:37 | brzn

35. Gotina kurdekî ya bi vî şiklî: bila yek wan (bo tirkan dibêje) ji ya me zêde be. Ji ew yekê qesta wî jî bila zimanê wan fermî be yê me na, bila perwerde bi zimanê wan be bi yê me na hwd. Ez carek din jî ji Kurdbûnê sar bûm, hêviya min şikest dîsa.



08.07.2020 21:30 | xabûrî

36. Car caran li bin stranên Kurdî şîroveyekî tirkî bibînim xwedî şîroveyan hişyar dikim dibêm stran Kurdî ye hûn jî Kurdî binivîsin. Ji ber ku dizanim ji sedî 90 ev kes Kurd e. Car caran yekî/ê tê bersiva min bi Kurdî dide dibêje “muzîk gerdunî ye” yan jî dibêje “belkî ev kes Kurdî nizane tu çima wilo dibêjî ?” .. ez bi van bersivan têra xwe gelekî aciz dibim. Zimanhezek ji bo Kurdî bi vî fikrê de be wê çi xêra wî/ê bigihije Kurdî? Malmîrat ma tu nizanî Kurdî ber bi tunebûnê diçe ev humanîstiya xwe ji tiştên din re nîşan bidin ji kereme xwe.



19.07.2020 10:03 | kajav

37. Kurdek, dema ez bi kurdî jê re dinivîsim û peyvên bi eslê xwe erebî di peyama min de hebin û wisa ji min re bêje: ama "alaka" ve (nizanim çi quzzulqurt) kurtçe degil.
Ez di dilê xwe de dibêjim: Hey kor kurê koran, bersiva te peyvek jî ne kurdî ye tu wê nabînî, tu ya min î Kurdiya xweşik bi tirkî rexne dikî?



19.07.2020 12:40 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku jiyanê xweştir dikin
» acizkirina cinsî

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî