Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 43 peyam
tiştên ku mirovî aciz dikin - tirşik
tiştên ku mirovî aciz dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku mirov aciz dikin
(33) (2) (1)
di mijarê de bigere

53. Nizanim her 2 xwişkê min ji ku girtine lê gava Kurmancî diaxivin, ji dêlva ku bêjin "têxim, têxistin hwd." dibêjin " texim, texistin.." .
Dema ez dibhîzim dikim ku dev serê wan bikim. Çend caran min ew hişyar jî kir, min got : " keço tu şaş e, zimanê xwe xweş biaxive, vir de wê de..." lê vala ye hevalno, hîn jî ji a xwe danakevin....



05.09.2021 15:29 ~15:30 | pîroz

54. Xeberdana bi tirkî a kasîyerên marketên wek bim, a101, şok hwd. Bi ser de jî gelê me qey xwe li saziyên fermî hîs dikin. Ew jî berdewamiya xeberdanê bi tirkî tînin.

Ez wan jî fêhm dikim, rebenino ji zû de ye saziyên wan yên fermî çênebûne îja marketên xelkê ji wan re tiştekî pîroz xuya dikin.

Min berê şaşiyên nivîsê sererast kiribûn, ez dixwazim vê jî lê zêde bikim: ew ehmeqên reşşik dane jî teqez ji wan kasiyeran e, xuyaye zora wan çûye. * Bila dev ji tirşikvaniyê berdin biçin ekşîyê filan. Belkî zimanê xwe yê biyanî pêş bixin...



25.09.2021 12:36 ~2021.09.26 12:04 | xabûrî

55. Tava ku dema siwarî Basê dibim davêje serçavê min. Berê xwe çiqas bigûherim jî xêr nake, ew rok hem çavên min kul dike hem jî ruyê min dişewitîne...



25.09.2021 17:10 ~17:16 | pîroz

56. (bnr: port forwarding)



25.09.2021 19:40 | heval.js

57. axxx, her tişt.



07.01.2022 22:56 | heval.js

58. wextê ke merdim vîneno Kurdî, Tirkî qisey kenê.

wexte kû mirov Kurd dibîne kû Tirkî diaxive.



08.01.2022 00:03 ~00:03 | omer gêlij

59. -Dema ku li ser zadî kesek denga ji devê xwe dertexit.
-kesên yek dizanin û deh xeberdiden
-tiktok



08.01.2022 19:20 | aşvan

60. Dema ku Kurdekî kurdolojî xwendibe, bi ser de li ser kurdî master kiribe û wek mamosteyê zimanê kurdî (kurmancî) tayîn bûbe di Instagrama xwe de ji sedî 99 parvekirinên bi tirkî bike.

Erê hevalekî di masterê de, di pola min de bû eynî wisa dike. Îja hûn bifikirin dê çiqasî mamostetîya Kurdî bike...



20.09.2022 14:24 | xabûrî

61. mamosteyê mûzikê ya ku bi obsesyona "istiklal marşı" yê.
dixwaze her kes jê bixwîne. ez di torenan da naxwînim ku ew dixwaze orte sinifê de bixwînim. herwiha got ku ên ku jê hez nakin bila biçin welateke din. hahaha ax ax kanê ew roj? ;)

edît: keça kerê me da xwendinê... yeko yeko. xanim hoce ya min ne eciband û bi sê cara disa da xwendinê... her çi be jî îro heqeret tûne ye...



21.09.2022 09:47 ~10:35 | ciwanzêr

62. (bnr: pêçandina qebloyên amûrên elektronîk)

Dema dibînim, dikim ku cilê xwe biqetînim *
Erê ne bi vê ecêbê jî, dîsa jî min aciz dike.



17.02.2023 11:22 | merwano

63. dîtina kesên ku zarokên xwe fêrî kurdî nakin



17.02.2023 11:41 | horhorik

64. Kurdên Ulkicî , hemşehirîyekî û hevalekî min bû. Piştî ulkicî bûna wî min dev ji hevpeyivîna wî berda.



18.02.2023 11:59 | bakur.nekure1

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku dema êlih tê gotin tên bîra mirov
» acizkirina cinsî

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî