Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 19 peyam
tiştên ku mirova aciz dike - tirşik
tiştên ku mirova aciz dike
(10) (0) (33)
di mijarê de bigere

1. (bnr: axiftina bi tirkî ya kurdan)



2014.11.09-19:54 | vêca çiyeeee

2. (bnr: geremola metrobuse stenbole)



2014.11.09-22:53 | hûteheftserî


4. mîza ku piştî têketina nav nivînan de tê li ber derî. ew dema di navbera çûyin û neçûyina tuvaletê de mirov aciz dike, gelo ez herim an na?!



2014.12.01-14:36 | xwelî li ser

5. wendabûna cuzdankan: kari mere dîn bike..

xerabûna telefonan: tiştê ku 2 roj berê hat serê min..



2014.12.01-19:50 | rûbar payîz

6. gotina 'demokratik ulusçi' yên me wek 'ilkel milliyetçilik neke heval'



2014.12.02-09:55 | azad30

7. Dema mirov ji bo di kombersê de tiştekî saz bike, bi saetan dixebite û ew tişt qet çênebê !



2014.12.02-14:03 | mergehez

8. dema bikevim hesaba faceboka xwe de xwesteka lîstîkan tê dîn dibim, bi teybetî (bnr: candy crush saga).



2014.12.02-17:17 | rêzan

9. (bnr: error)



2014.12.02-22:00 | simurg56



13. bi goreyan pêlêkirina telikên şil.*



2014.12.09-18:09 | xwelî li ser

14. (bnr: gava li amedê ji ber guhê mirov telefona mirov tê dizîn)

-hate serê min!

(bnr: dizên amedê)



2014.12.10-01:20 | xendekî

15. (bnr: ava pîs a ji ber kuçekî dipijiqe)

Gava tu rê de diçî û tu pêl kuçekî an kevirekî dikî ji ber wê kevirî ew ava pîs dibê fiiişt û tê xwe li delingê te digire yaw ew çiqas nexweş e.



2014.12.10-01:25 | xendekî

16. (bnr: tiştên ku mirova kêfxweş dike)



2014.12.16-22:39 | xwelî li ser

18. - kesên kurdî bi tenê bo silavdan û xatirwestinê bi kar tînin. bi taybetî wiha dest pê dikin: Silaw hewal dbjfnvdjnbvkndfxgkkmcbmklkmgfnlkfmgnklfmbnkgmkm........ de serkeftin!
-Kesên haya wan ji têgihên bi wekî "netewe, netewetî, ekolojî, demokrasî hwd" nîn in lê bes ji bo ku hin kesan ji wan re gotiye êdî dewra van derbas bûye felan, bi awayekî tund siyasetake hîç jê beşer nakin diparêzin.



2018.04.04-14:57 | jifêzagorda

19. mêrên li ser peyarê rûniştine mînanî ser şaneşîna bavê xwe rudinine



2018.04.05-15:02 | reşik eyşo

20. (bnr: not enough storage in your phone)



2019.10.30-10:32 | cinorek

21. Berê 'taktik heval' bû lê niha jî partiyeke tirkan gotina partiya kurda



2019.11.24-21:26 | berxweda

22. Peyvên "Çelişki" û "Çözümleme" . Rihê min diste ne.



2019.11.25-01:26 | kurêtirîdeus

23. Kesên di otobusê de bi dengekî bilind vîdyo temaşe dikin.ev cure însan nû derketine.evqas jî bêrêzdarî nabe.



2019.11.25-13:28 ~15:13]| bayesar

24. li (bnr: sînema)yê piştî fîlm dest pê dike, dema kesek dikeve hûndir xwîna min xerab dibe, rihê min dimire û laşê min digizgize.



2019.11.25-15:05 | wiha wilo wisa

25. Tirkî axiftina amediyan.
Ew zaravaya wan ê tirkî çima ewqas aciz dike.



2019.11.25-15:08 | cinorek

26. Çiqas bixebitî jî carinan bi pêş ve neçûn gelek aciz dike.



2019.11.25-17:29 | hesinkar

27. Mirovên aqilkêm û bê karakter
Birastî jî însanên kêmfehm ve jîyîn kul e kul.



2019.11.25-17:39 | seryasêdilşûşe

28. ez, xanim û kurê min em carinan diherin avmyê, çimkî êdî li amedê ji xeynî avmyan mirov bi zarokê xwe yê piçûk nikare rehet tevbigere. li amedê di hemî avmyan de ji bo ku xelk erebeya bebikan lê siwar nekin di ber hemî derenceyên otomatîk de dubayeke hesinî danîne loma tu neçar dibî ku siwarî asansorê bibî. em kêngî herin li ber asansorê teqez girseyek heye ku li benda asansorê ne. yaw gelek eciz dibim bêhna min teng dibe bi zorê ez xwe radigirim. yaw giş jî ciwan in qûna xwe ji erdê ranakin naçin derencê (jixwe derence otomatîk e tu gav navêjî ehmeq) bi kar nayênin tên ber asansorê. ew asansor ji bo malabatên xwedan zarok û estengdaran heye, ne ji bo mîna te ciwanekî ehmeq î bîst salî
hat bîra min dîsa eciz bûm!



2019.11.25-18:24 | ferhenga şikestî

29. do li otobusê de paş min jinek û zarokê wê hebû. Çi ecêb û gosirmet e, bi zarokê xwe re tirkiyek xira û xirabe diaxife. Xuya ye Kurd e. Piştî çend deqe telefona wê gazî kir, nê xelet bim mêrê wê bû bi Kurdî diaxifiyan. Hah! Van tiştan dibînim tenê eciz nabim dîn û har dibim. Birê minê mezin jî wisa ye. Xerîbê Xwedê, heta deh-pazdeh saliya xwe tirkî nizanibû niha zarokê wî Kurdî nizanin.



2019.11.25-20:11 | kajav

30. Tişt ne lê kesên bê tolerans û yên ku bê feraset in min pirr aciz dikin. Ji wan e qey hemû dinya gihiştine li cem hev û nêyartiya kerê/a min dike. Lew hinek aş û dilnizm be û bi çavekî objektîf ji derve li xwe binihêre.
Û nizam yên we jî wisa ne lê mirovên li derûdora min tev gelek bêhnteng in di vê pêvajoyê de. Mirov nikare bi kesekî/ê re peyvek biaxive.

Xuya dike ez jî pirr bêhnteng dibim hêdî hêdî. *



2019.11.25-20:56 | xelîl

31. Bijîşkên rojê deh caran orderên xwe , dermanên nexweşên xwe diguherînin û nîvê şevê haya hemşireyan jê çêdikin...



2019.11.25-21:44 | biaqila malê

32. gama merdim hevalanê xo de ronişo û tehmê sohbetî ra hes nêko, merdim eciz beno. û no tewir merdimo ke komeleya dost û hogiran de bi telefonê xo kay keno û înstagram de tewş tewş gêreno, no merdiç hevalanê xo û hewayê cayî herimneno.



2019.11.25-21:51 | endazyar


34. nexweşên ku dema mirov dibêje "çi bi te hetiye, şîkayeta te çi ye?" dibêjin milê min diêşe, stuyê min, çogê min û pişta min Û quna min û hwd diêşe.
hê tu behsa tiştekÎ dikî, dikeve navberê û dibêje nizanim li ku dera min de kîst heye, nizanim ku dera min reş bÛye, nikarim pêlav li xwe kim, ev dera min werimî ye.

dibêjin qey çi qas xwedÎ gilî û gazindan bin wê bijişk ew qas baş li wan binêre. lê tam berevajiya wê çêdibe di rastiyê de..



2019.11.25-23:41 | brusk56

35. dema ku ser youtube ango tv klibên kurdî guhdardikim/temaşedikim û dibînim ku bine klame me de jernivîs/binnîvis tirki ye. Gava ku tiştek wusa dibînim kêfamin direve naxwazim berdevamkim temaşavanîye. Ne hewce ye bin klamên gelê me de nivîsen zimanen tirkî,erebî,farsî hwd. hebin.



2019.11.26-16:53 | golikvan

36. Zivtan ango zivistan. Rihê min ji zivtanê diçe, çiqas melankolî hebe li min dicive û roja dişmêrim ta ku zivtan biqede. Zivtana mêrsîn xweş bû lê min qiymeta wir nizanîbû.



2019.11.30-19:45 | umed

37. kurdên ku êdî xwe qurbana atatirkê tirkan dikin pirr tengezar im...



2020.04.20-23:37 | brzn

38. zilamên ku di eslê xwe de ji sibê heya êvarê li pişt jinan qala fanteziyên xwe yên xurûfî û cinsî ji hev re dikin lê li ser medyaya sosyal dibin heqparêzên jinan.

çawa di kolezyûmên romayiyan de temaşevan bi kuştina gladyatoran xwe tetmîn dikirin, ew zilam jî heman qirêjiyê didomînin.

nûçeyên tundkariya li ser jinan bi bertekên we yên sexte naqede zilamno!



2020.09.15-02:32 | tizbîkêş

39. tiştên ku mecburî tên kirin



2020.09.15-15:14 | doesntmatter

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
social phobia [1]
nexweşiya ku dema çareser nebe jiyana mirov rûdixîne. nexweşiyeke derû...
rola kurdan di şêra navbêra azerî ermeniyan de [1]
welatê ku dikeve navbêra qarabax û ermenistanê welatê kurdan e...
cefilîn [1]
Lerizîna Ji ber tirs û xofê ango sarî, mahd xeliyê, kelêcanê. Gotina (...
rojnivîska tirşikvanan [1]
Mijara ku dixwazim her roj tê de çend peyamên nû hebin e. Bi taybetî...
koremişk [1]
Dimilkî em dibêjin muşo kor (n) Heywanê ku çavê wî kor e. çav...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku mirov naxwaze ti carî bizanibe
» mirovan
» acizî
» diken.com.tr

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî