1. Çend mehe tê gotin Ulysses Ulysses gelo çiye ev Ulysses go zilamek ( Kawa Nemir) piştî bîst salên wergervanî ya xwe bi zorî dikare wergere |
|
18.07.2013 23:56 |
rojabaz
![]() |
2. Pirtûka ku Kawa Nemir dixwaze bi wî zimanê xwe yê hişk wergerîne Kurmancî û berî çar salan qala wê bike. |
|
28.07.2013 16:50 |
rojgar
![]() |
3. romana james joyceê xwudêhêliştî ku şeytan dibêje û han dide dev ji her tiştî berde û here xwe li wergerandina wê ya ji bo kurmanciyê biceribîne û wergera mustaqbel ya kawayê nemir di destan biteqîne.. lê ne ez li kera şeytên siwar dibim û ne jî dem û derfet rê didin min..* |
|
28.07.2013 16:56 |
endazer
![]() |
4. di dîroka wêjeya cîhanê de yek ji romanên herî meşhûr û serkeftiye. roman li dublînê derbas dibe. joyce bi rojeke dublînê şaheserek ava kiriye. (bnr: kawa nemir) nihakê li ser wergera vê romanê bo kurdî kirin dixebite. ger werger biqede, esseh ez ê vê romanê bi kurdî bxwînim. |
|
31.07.2013 05:24 |
seydayê_peyvan
![]() |
5. dibêjin romana ku herî pir tê qalkirin û herî hindik tê xwendin ev roman e, ez li bendê me ku kurdiya wê bixwînim bi xêra kawa nemir |
|
01.08.2013 06:18 |
maro
![]() |
6. min ewqas digot ez ê wî romanê bixwînim . Şûkor êdî demek kî nezîk bi wergera kawa nemir ez bikaribim bixwînim.înşalêh werger zede giran nebe ......... |
|
02.08.2013 01:11 |
newenda
![]() |
7. romana joyce e, lÊ hê beriya çapkirina wê a bi kurdî bûye alava reklamê |
|
23.10.2013 19:42 |
elomelo
![]() |
8. min ev roman nexwendiye, lê di derseke me de mamosteya me teoriyên Jacques Lacan ên wekî mirror stage û symbolic order di ser beşeke wê re dabûn û kiribû ku qiloç bi serê me ve şax bidin |
|
28.10.2013 22:48 |
eznelomeezleme
![]() |
9. pirtûka ku meraq dikim gelo kawa nemir wê wergerand an na? |
|
21.08.2014 02:50 |
ceso
![]() |
10. pirtûka ku min bi wê bi xêra pirtûka heteroglossîa ve bîhistiye ye. Dibêjin ku her kes wê dizane lê kêm kesan vê pirtûkê xwendine. |
|
13.09.2014 02:29 |
berxweda
![]() |
11. min nizanibû wergerandina berhemekê girêdayî xwendin-nexwendina jina nivîskêr e, dêmeg divê jina nivîskêr bixwîne yan na werger heram e |
|
13.07.2015 23:13 |
ferhenga şikestî
![]() |
12. Min ev roman nexwendiye lê belê bi qasî ku min ji şîroveyan fêhm kiriye alava fortê ye û nayê fêhmkirin. Jixwe tu mijar û tema jî tune ye. |
|
14.07.2015 19:17 |
mergehez
![]() |
13. (bnr: ulysses' gaze) |
|
15.07.2015 00:12 |
endazer
![]() |
14. ziman piçekê jî fort e |
|
15.07.2015 00:18 |
ferhenga şikestî
![]() |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
turkcealtyazi.org [1] |