Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ulysses
peyamên çepikkirî

14121. min ev roman nexwendiye, lê di derseke me de mamosteya me teoriyên Jacques Lacan ên wekî mirror stage û symbolic order di ser beşeke wê re dabûn û kiribû ku qiloç bi serê me ve şax bidin



06.06.2013 16:00 | endazer

111850. li gor daxuyanîya kawa nemir wergera ulyses ya bo Kurdî qedîyaye û niha ji bo weşandinê amade ye. pîroz be, dest û tilîyên te ter bin te heft salan xwe da ber vî karî, ev e daxuyanî û pasajek ji ulysesa #kurdî:

Piştî heft salan, êdî wext e "Ulysses"a James Joyce bihê çapkirin û biryar e wekî du cildan bihê weşandin. Lewma jî, berçovîyek ji dawîya cildê pêşîn, ji Beşa 14'an, "Oxen of the Sun" (Gayên Tavê) ya "Ulysses"ê (rûpelên 612-613'an) piştî "walgerandin"ê wiha hatiye:

"Li nîveka heytehola nasaz a tebayî ya wê xirvebûnê ziringînî ji zengilekî çû û gava ko hemîyan ‘hewil dida texmîn bikin bê ka binasê wê yekê dibe çi be, Miss Callan kete hundir û, bi meqamekî nerm çend peyv gotine Mr Dixonê cihêl û pê va, li ber endamêd koma enbazan ji nêv dil û can kemberbeste bû û vekişîya. Bo kêlîyekê be jî xuyabûna jineke xwedana her cureyê nefsbiçûkîyê û dawpaqijîyê û bi wî çendî jî şedîdîya ne kêmî bedewîya xwe li nava zumreyeke pûşilpîsan da ‘henekên genek î tirazî yêd endamêd herî axozî yêd wê komê jî tormoz kirin, lê bi bicîhiştina ku wê ew der bi cî hişt, wê zimanpîsîya komê dem û dest rû dave. Şexteyê li min xist, ez şaşofe‘hşo bûm, got Costelloyî, kabirayekî hîz î bûyî pîlot. Tu l’ wî parîyê safî goştê çêlekan, tu l’ wê afatê! Ez bi gorra kaliko kim wê randevû da te. Peyî lawo, tu çi se yî, ma çawaa çêbûû? Çawa tu bi wî qasî rind ji zimanê wan fam dikî? Bi hîv û rojê be, ‘eynî werrêê. ‘Eynî werrêê û hew, got Mr Lynchî. Vêca mirov li xaneqeya Materê li ber serê nexweşêd di rûhkêşê da bisekine, mirov hîn dibe rê û rêzana wan wisa ye. Delîl û dêran bîyo, ma qey Doktor O’Qurqur jî binê çena rehbikên li wê derê miz nade? Ê min jî Xwedê min bihêle Kittyya min salixê vê meseleyê da min ko bi xwe ev heft meh e li wê derê nêrevanîya qawîşan dike. Xwedê te kurr û kem meke, kak doktor, qîrîya terlanê ko çekbendê gulbiharî lê bû, qesbende mîna jinan bi sengilesûtîyî bişirî û qelafetê xwe bê şerm û fedî çend caran quraft, gelo te xêr e tu belaya xwe ji bejn û bala min venakî! Xwedê te hilde û dayne, erê billeh! Ya star, ti nemaye ez bibime şeqşewêleke dera hanê û rabime şeklerîyan...."

Wêne: The joys of reading, Robert Berry



07.06.2013 18:27 | brusk56

114128. Kawa Nemir deh sal berê gotibû ezê vê romanê wergerînim. Ger ez ne şaş bim wan deman dihat gotin dê çar salan de amade be lê...
Aniha jî çend meh berî niha gotin wergera wê xelas bûye. De vêca em deh sal jî li benda çapkirinê bisekinin.

Ev kitêb bo tirkî ji hêla nevzat Erkmen ve hatibû wergerandin. Min hê nexwendiye. Lê min li ser wergera evî camêrî çend gotar xwendin. Nevzat gelek zora wergerê biriye. Mesela tê gotin bi pirranî bi tirkîya kevn wergerandiye. Çimkî nevzat wisa fikiriye ; ev kitêb 1922an de hatiye çapkirin loma divê tirkîya wê jî dê bibe tirkîya 1922an de dihat karanîn. Loma bi wergera nevzat beg têgihîştina wê pirr zehmet e. Çimkî berî ku tu ji joycê fêm bikî divê tu ji tirkîya nevzat fêm bikî. Loma ne yek du dîwar tên pêşiya te. Nevzat ez ne şaş bim di pênc şeş salan de encax wergera wî xilas kiriye.
Vê talîyê wergerekî bi navê armağan Ekici jî vê kitêbê wergerand bo tirkî. Min li ser wergera wî jî çend gotar xwendin. Camêr kedeke pirr mezin di ber rêya wergerê de daye. Dibêjin wergera armağan pirr baş e li ser ulyssesê pirr serwext bûye, dibêjin di dema joysê li wir Hama bêje hemû kovar, rojname wesayre her çi hatibe weşandin xwendiye ji bo ku hemî îmge, jargon, esprî yên veşartî, hunera edebî...hwd yên joysê fêm bike. Wergera armağan bi tirkîya îroyîn e..
Ez jî pirr dixwazim bixwînim ji loma li hêviya çapkirina kawa Nemir im. Dema çap bû ezê hem a tirkî hem jî a kurdî bistînim û bi hev re di eynî kêliyan de bixwînim. İnşallah emê karibin jê tiştek fêm bikin *



08.06.2013 14:50 | simurg56

141469. tam 10 salan berê di tirşikê de behsa wergera kawa nemîr hatibû kirin.
ulysses/5572
axîr îsal temam bûye.

(bnr: di dîroka kurdan de tirşik.net)



01.06.2013 01:27 | simurg56