Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 84 peyam
ulysses - tirşik
ulysses
(17) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. Çend mehe tê gotin Ulysses Ulysses gelo çiye ev Ulysses go zilamek ( Kawa Nemir) piştî bîst salên wergervanî ya xwe bi zorî dikare wergere

kuro ma eve bû çi. Ma eve pergê guranê ye



18.07.2013 23:56 | rojabaz

2. Pirtûka ku Kawa Nemir dixwaze bi wî zimanê xwe yê hişk wergerîne Kurmancî û berî çar salan qala wê bike.



28.07.2013 16:50 | rojgar

3. romana james joyceê xwudêhêliştî ku şeytan dibêje û han dide dev ji her tiştî berde û here xwe li wergerandina wê ya ji bo kurmanciyê biceribîne û wergera mustaqbel ya kawayê nemir di destan biteqîne.. lê ne ez li kera şeytên siwar dibim û ne jî dem û derfet rê didin min..*



28.07.2013 16:56 | endazer

4. di dîroka wêjeya cîhanê de yek ji romanên herî meşhûr û serkeftiye. roman li dublînê derbas dibe. joyce bi rojeke dublînê şaheserek ava kiriye. (bnr: kawa nemir) nihakê li ser wergera vê romanê bo kurdî kirin dixebite. ger werger biqede, esseh ez ê vê romanê bi kurdî bxwînim.



31.07.2013 05:24 | seydayê_peyvan

5. dibêjin romana ku herî pir tê qalkirin û herî hindik tê xwendin ev roman e, ez li bendê me ku kurdiya wê bixwînim bi xêra kawa nemir



01.08.2013 06:18 | maro

6. min ewqas digot ez ê wî romanê bixwînim . Şûkor êdî demek kî nezîk bi wergera kawa nemir ez bikaribim bixwînim.înşalêh werger zede giran nebe .........



02.08.2013 01:11 | newenda

7. romana joyce e, lÊ hê beriya çapkirina wê a bi kurdî bûye alava reklamê



23.10.2013 19:42 | elomelo

8. min ev roman nexwendiye, lê di derseke me de mamosteya me teoriyên Jacques Lacan ên wekî mirror stage û symbolic order di ser beşeke wê re dabûn û kiribû ku qiloç bi serê me ve şax bidin



28.10.2013 22:48 | eznelomeezleme

9. pirtûka ku meraq dikim gelo kawa nemir wê wergerand an na?



21.08.2014 02:50 | ceso

10. pirtûka ku min bi wê bi xêra pirtûka heteroglossîa ve bîhistiye ye. Dibêjin ku her kes wê dizane lê kêm kesan vê pirtûkê xwendine.



13.09.2014 02:29 | berxweda

11. min nizanibû wergerandina berhemekê girêdayî xwendin-nexwendina jina nivîskêr e, dêmeg divê jina nivîskêr bixwîne yan na werger heram e

neyse mesele ne ew e jî hama bêje di hemû zimanên pêşve yên cîhanê de wergera vê romanê heye, wergêrên dî jî dizanin ku wê xwendevan zêde guh nedinê vê romanê, romaneke girîft û tevlihev e, zimanê wê gelek giran e, di zimanê xwe yê resen de jî pirr hêsan nehatiye têgihîştin, le mesele artîsî be, ma kurd jî nikarin bibin artîst? bila be ma qey çi pê bûye?

ger ez wergêr bûma û bi qasî barê kerekî werger bikira, minê jî pê fortan biavêta, nivîskarî karekî bêminnet e lê wergêrî ne wilo ye



13.07.2015 23:13 | ferhenga şikestî

12. Min ev roman nexwendiye lê belê bi qasî ku min ji şîroveyan fêhm kiriye alava fortê ye û nayê fêhmkirin. Jixwe tu mijar û tema jî tune ye.

pirgirêk ji dêvila pirtûkek din wergerandina vê pirtûkê ye. Gelo ji bo kurd fortên xwe bavêjin ev pirtûk hatiye wergerandin??



14.07.2015 19:17 | mergehez

13. (bnr: ulysses' gaze)



15.07.2015 00:12 | endazer

14. ziman piçekê jî fort e

mesela tekstên zanîstî jî nayê fêmkirin, nexwe baş e, em pirtûk û nivîs û maqaletên zanîstî jî wernegerînin, hetta em bi vî zimanî perwerdehiyê jî nekin, te dît, nayê fêmkirin!

tobe tobe

yahû camêr serê xwe êşandiye, diêşîne radibe romana herî dijwar ya cîhanê werdigerîne lê kurdên me hê jî dikevin li dû polemîk û magazînê, madem hûn ji wergerên wilo eciz in, nexwînin yan jî rahêjin pirtûkeke hêja yî ya dilê xwe, wergerînin em jî ji we re bêjin aferîn û heta êvarê pesna we bidin, ger ji we neyê yan hûn bi xwe de nebînin, wê demê dengê xwe jî nekin, qenebî rexneyên maqul bikin..

pirtûk hê amede nebûye lê maşalla galagalên hanê beriya çapkirina pirtûkê geş bûye



15.07.2015 00:18 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» ulysses

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî