1. Çend mehe tê gotin Ulysses Ulysses gelo çiye ev Ulysses go zilamek ( Kawa Nemir) piştî bîst salên wergervanî ya xwe bi zorî dikare wergere |
|
18.07.2013 23:56 |
rojabaz
|
3. Pirtûka ku Kawa Nemir dixwaze bi wî zimanê xwe yê hişk wergerîne Kurmancî û berî çar salan qala wê bike. |
|
28.07.2013 16:50 |
rojgar
|
4. romana james joyceê xwudêhêliştî ku şeytan dibêje û han dide dev ji her tiştî berde û here xwe li wergerandina wê ya ji bo kurmanciyê biceribîne û wergera mustaqbel ya kawayê nemir di destan biteqîne.. lê ne ez li kera şeytên siwar dibim û ne jî dem û derfet rê didin min..* |
|
28.07.2013 16:56 |
endazer
|
5. di dîroka wêjeya cîhanê de yek ji romanên herî meşhûr û serkeftiye. roman li dublînê derbas dibe. joyce bi rojeke dublînê şaheserek ava kiriye. (bnr: kawa nemir) nihakê li ser wergera vê romanê bo kurdî kirin dixebite. ger werger biqede, esseh ez ê vê romanê bi kurdî bxwînim. |
|
31.07.2013 05:24 |
seydayê_peyvan
|
6. dibêjin romana ku herî pir tê qalkirin û herî hindik tê xwendin ev roman e, ez li bendê me ku kurdiya wê bixwînim bi xêra kawa nemir |
|
01.08.2013 06:18 |
maro
|
7. min ewqas digot ez ê wî romanê bixwînim . Şûkor êdî demek kî nezîk bi wergera kawa nemir ez bikaribim bixwînim.înşalêh werger zede giran nebe ......... |
|
02.08.2013 01:11 |
newenda
|
9. romana joyce e, lÊ hê beriya çapkirina wê a bi kurdî bûye alava reklamê |
|
23.10.2013 19:42 |
elomelo
|
10. min ev roman nexwendiye, lê di derseke me de mamosteya me teoriyên Jacques Lacan ên wekî mirror stage û symbolic order di ser beşeke wê re dabûn û kiribû ku qiloç bi serê me ve şax bidin |
|
28.10.2013 22:48 |
eznelomeezleme
|
12. pirtûka ku meraq dikim gelo kawa nemir wê wergerand an na? |
|
21.08.2014 02:50 |
ceso
|
13. pirtûka ku min bi wê bi xêra pirtûka heteroglossîa ve bîhistiye ye. Dibêjin ku her kes wê dizane lê kêm kesan vê pirtûkê xwendine. |
|
13.09.2014 02:29 |
berxweda
|
15. min nizanibû wergerandina berhemekê girêdayî xwendin-nexwendina jina nivîskêr e, dêmeg divê jina nivîskêr bixwîne yan na werger heram e |
|
13.07.2015 23:13 |
ferhenga şikestî
|
17. Min ev roman nexwendiye lê belê bi qasî ku min ji şîroveyan fêhm kiriye alava fortê ye û nayê fêhmkirin. Jixwe tu mijar û tema jî tune ye. |
|
14.07.2015 19:17 |
mergehez
|
18. (bnr: ulysses' gaze) |
|
15.07.2015 00:12 |
endazer
|
19. ziman piçekê jî fort e |
|
15.07.2015 00:18 |
ferhenga şikestî
|
21. min ev pirtûk hê nexwendiye û du sal e li benda kawa nemir im. û ez ê li bendê bim lewre dixwazim cara pêşîn tehma vê pirtûkê bi kurdî bistînim. |
|
15.07.2015 11:18 |
ceso
|
22. li gorî hin endamên koma xwendinê a qoserê ji xwe ulyssesa kurdî hatiye nivîsîn. |
|
15.07.2015 23:29 |
berxweda
|
23. li gor daxuyanîya kawa nemir wergera ulyses ya bo Kurdî qedîyaye û niha ji bo weşandinê amade ye. pîroz be, dest û tilîyên te ter bin te heft salan xwe da ber vî karî, ev e daxuyanî û pasajek ji ulysesa #kurdî: |
|
01.09.2019 12:07 |
xendekî
|
24. Wergera ku kifş e dê gelek zehmetî bide xwendevanên xwe. Divê herî kêm sê çar cûre ferheng hebe destên meriv de. * |
|
01.09.2019 16:18 |
xelîl
|
25. Xwedê alîkarê xwendevanê vê pirtûkê be. |
|
07.09.2019 09:38 |
berxweda
|
26. Bo ew Kesên ku tema wan heye vê romanê bixwînin, pêşnîyazên min hene. Dibe ku xwînerên kurd çavê wan nebire ulyssesê bixwînin. Bi ya min, bila cara pêşî yek ji çîrokên james joyceî bixwînin, (bnr: çîrokên dubliniyan) |
|
08.09.2019 01:49 ~2022.01.11 13:38 |
mirovekirind
|
27. Romana ku nizanim kurdîya wê hat çapkirin an na. kes dizane gelo ? |
|
04.12.2019 14:16 |
xelîl
|
28. Romana ji alîyê nivîsakarekî Îrlandî hatiye nivîsandin. Çîroka wergerandina tirkî ez zanim lê ya kurdî pê nehesiyam. Bi tirkî ji bo vê romanê ferhengek jî hatiye amade kirin. Ku werger bi salan domandîye. Li ba min heye lê tegihiştina wê dijwar xuya dike. Lê ez tenê zanim hemû pirtûk behsa rojekî tenê dike. Nivîskar "James Joyce" bi jiyana xwe ya rojane jî balkêş xuya dike. Min çîroka nivîskar ya bi navê "dublînî" xwend çend sal berê. |
|
04.12.2019 17:16 |
rizgarm
|
29. Kawa Nemir deh sal berê gotibû ezê vê romanê wergerînim. Ger ez ne şaş bim wan deman dihat gotin dê çar salan de amade be lê... |
|
05.12.2019 01:02 ~01:04 |
ferhenga şikestî
|
30. Romana James Joyce e navdar e, ji xwe Joyce bi vê romanê ve dibêje "min ev roman ew qas mamik û xaçerêzan ve tijî kirîye da ku tu kes nikaribe jê fêhm bike." Di demekê lê kurdîya wê weşanxaneya tirkan Everesté da çap bibûya lê ez bawer im lê piştê sersalê li weşanxaneya Avestayê da bi wergera Kawa Nemir ve û wek du cildan çap bibe. |
|
05.12.2019 02:05 |
xwebixwe
|
31. kawa nemir ji Wergera xwe ya ulyssesê pasajek xwendiye, welle zehf rind e zimanê Kawa. |
|
15.05.2020 11:43 |
tizbîkêş
|
32. Pirtûka James Joyce e. (Piştî vê hevokê ez bim ez vê peyamê naxwînim) Bi qasî nivîskarên xwe wergêrên xwe yî zimanên biyanî jî navdar dike, bi vê taybetmendiya xwe zehf meşhûr e. Min îro ji dengê Kawa Nemir qismek biçûk jê bi kurdî guhdar kir. Şikur yarebbî te ev jî kir qismetê me. Ez dibêm we jî hay jê heye di demeg nizam nêz nizam dûr de wê bi kurdî derbiçe. Maşalê weke wergera tirkî mîna nan û avê were firotin û neyê xwendin, tiştekî din hêvî nakim niha. Ji niha de tu bi xêr hatî biçûka malê. |
|
16.05.2020 01:04 ~01:05 |
paşopêş
|
33. kul û derdê master kurd bû. |
|
27.10.2020 00:51 |
xelîl
|
35. Pirtûka ku di nav lîsteya min a xwendinê de ye, mame li hêviya wergera kurdî ya teref ji kawa nemir ve, lê xwedêjêrazî hew werdigerîne * bawerkem ez ê dest bi xwendina ya tirkî bikim. :/ |
|
12.05.2021 00:58 |
xelîl
|
36. (bnr: bila xelîl wergera tirkî ya ulyssesê nexwîne) |
|
12.05.2021 01:04 |
mirovekirind
|
37. Wergera ku amadehiya wê bi qasî emrê zarokekî ajot û dawiya dawî va ye qediya, çap dibe. |
|
26.01.2023 13:33 |
şikber
|
39. tam 10 salan berê di tirşikê de behsa wergera kawa nemîr hatibû kirin. |
|
28.01.2023 07:37 ~07:40 |
cinorek
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |