Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ulysses - tirşik
ulysses
(17) (1) (2)
di mijarê de bigere

15. min ev pirtûk hê nexwendiye û du sal e li benda kawa nemir im. û ez ê li bendê bim lewre dixwazim cara pêşîn tehma vê pirtûkê bi kurdî bistînim.



15.07.2015 11:18 | ceso

16. li gorî hin endamên koma xwendinê a qoserê ji xwe ulyssesa kurdî hatiye nivîsîn.

biner: heteroglossia



15.07.2015 23:29 | berxweda

17. li gor daxuyanîya kawa nemir wergera ulyses ya bo Kurdî qedîyaye û niha ji bo weşandinê amade ye. pîroz be, dest û tilîyên te ter bin te heft salan xwe da ber vî karî, ev e daxuyanî û pasajek ji ulysesa #kurdî:

Piştî heft salan, êdî wext e "Ulysses"a James Joyce bihê çapkirin û biryar e wekî du cildan bihê weşandin. Lewma jî, berçovîyek ji dawîya cildê pêşîn, ji Beşa 14'an, "Oxen of the Sun" (Gayên Tavê) ya "Ulysses"ê (rûpelên 612-613'an) piştî "walgerandin"ê wiha hatiye:

"Li nîveka heytehola nasaz a tebayî ya wê xirvebûnê ziringînî ji zengilekî çû û gava ko hemîyan ‘hewil dida texmîn bikin bê ka binasê wê yekê dibe çi be, Miss Callan kete hundir û, bi meqamekî nerm çend peyv gotine Mr Dixonê cihêl û pê va, li ber endamêd koma enbazan ji nêv dil û can kemberbeste bû û vekişîya. Bo kêlîyekê be jî xuyabûna jineke xwedana her cureyê nefsbiçûkîyê û dawpaqijîyê û bi wî çendî jî şedîdîya ne kêmî bedewîya xwe li nava zumreyeke pûşilpîsan da ‘henekên genek î tirazî yêd endamêd herî axozî yêd wê komê jî tormoz kirin, lê bi bicîhiştina ku wê ew der bi cî hişt, wê zimanpîsîya komê dem û dest rû dave. Şexteyê li min xist, ez şaşofe‘hşo bûm, got Costelloyî, kabirayekî hîz î bûyî pîlot. Tu l’ wî parîyê safî goştê çêlekan, tu l’ wê afatê! Ez bi gorra kaliko kim wê randevû da te. Peyî lawo, tu çi se yî, ma çawaa çêbûû? Çawa tu bi wî qasî rind ji zimanê wan fam dikî? Bi hîv û rojê be, ‘eynî werrêê. ‘Eynî werrêê û hew, got Mr Lynchî. Vêca mirov li xaneqeya Materê li ber serê nexweşêd di rûhkêşê da bisekine, mirov hîn dibe rê û rêzana wan wisa ye. Delîl û dêran bîyo, ma qey Doktor O’Qurqur jî binê çena rehbikên li wê derê miz nade? Ê min jî Xwedê min bihêle Kittyya min salixê vê meseleyê da min ko bi xwe ev heft meh e li wê derê nêrevanîya qawîşan dike. Xwedê te kurr û kem meke, kak doktor, qîrîya terlanê ko çekbendê gulbiharî lê bû, qesbende mîna jinan bi sengilesûtîyî bişirî û qelafetê xwe bê şerm û fedî çend caran quraft, gelo te xêr e tu belaya xwe ji bejn û bala min venakî! Xwedê te hilde û dayne, erê billeh! Ya star, ti nemaye ez bibime şeqşewêleke dera hanê û rabime şeklerîyan...."

Wêne: The joys of reading, Robert Berry



01.09.2019 12:07 | xendekî

18. Wergera ku kifş e dê gelek zehmetî bide xwendevanên xwe. Divê herî kêm sê çar cûre ferheng hebe destên meriv de. *

Ew pasaja ku parve kiriye jî dide nîşanê min ku ez ê tiştek jê fehm nekim bawerkem. *



01.09.2019 16:18 | xelîl

19. Xwedê alîkarê xwendevanê vê pirtûkê be.
Heke dewletek me çêbibe, û Kurdî bibe zimanê fêrkirinê û dûvre 2-3 nifş ji ser re derbas bibe, belkî wê çaxê hinek kes temamê wergerê fahm bike.



07.09.2019 09:38 | berxweda

20. Bo ew Kesên ku tema wan heye vê romanê bixwînin, pêşnîyazên min hene. Dibe ku xwînerên kurd çavê wan nebire ulyssesê bixwînin. Bi ya min, bila cara pêşî yek ji çîrokên james joyceî bixwînin, (bnr: çîrokên dubliniyan)

Û Wekî din, Divê xwîner bizane, ev romana bi nav û deng (ulysses) bi şêweyeka taybet ya vegotinê hatîye nivîsandin (stream of consciousness). bo destpêkê, nemaze divê mirov çîrokeka/romaneka bi stream of consciousnessê bixwîne û vê rêbaza vegotinê nas bike da ku piştra şaş nemîne. Piştî çend rûpelan, xwîner mebêjin "coyso tu çi dibêjî coyso? Çi diqewime li vir bona Xwedê?"

Min dest pê kiriye, çîrokên dubliniyan a ciwanmerd kulekî dixwînim. Jixwe ulyssesa kawa nemir çawa derket ez dê bikirim. li benda weşandinê me.



08.09.2019 01:49 ~2022.01.11 13:38 | mirovekirind

21. Romana ku nizanim kurdîya wê hat çapkirin an na. kes dizane gelo ?



04.12.2019 14:16 | xelîl

22. Romana ji alîyê nivîsakarekî Îrlandî hatiye nivîsandin. Çîroka wergerandina tirkî ez zanim lê ya kurdî pê nehesiyam. Bi tirkî ji bo vê romanê ferhengek jî hatiye amade kirin. Ku werger bi salan domandîye. Li ba min heye lê tegihiştina wê dijwar xuya dike. Lê ez tenê zanim hemû pirtûk behsa rojekî tenê dike. Nivîskar "James Joyce" bi jiyana xwe ya rojane jî balkêş xuya dike. Min çîroka nivîskar ya bi navê "dublînî" xwend çend sal berê.



04.12.2019 17:16 | rizgarm

23. Kawa Nemir deh sal berê gotibû ezê vê romanê wergerînim. Ger ez ne şaş bim wan deman dihat gotin dê çar salan de amade be lê...
Aniha jî çend meh berî niha gotin wergera wê xelas bûye. De vêca em deh sal jî li benda çapkirinê bisekinin.

Ev kitêb bo tirkî ji hêla nevzat Erkmen ve hatibû wergerandin. Min hê nexwendiye. Lê min li ser wergera evî camêrî çend gotar xwendin. Nevzat gelek zora wergerê biriye. Mesela tê gotin bi pirranî bi tirkîya kevn wergerandiye. Çimkî nevzat wisa fikiriye ; ev kitêb 1922an de hatiye çapkirin loma divê tirkîya wê jî dê bibe tirkîya 1922an de dihat karanîn. Loma bi wergera nevzat beg têgihîştina wê pirr zehmet e. Çimkî berî ku tu ji joycê fêm bikî divê tu ji tirkîya nevzat fêm bikî. Loma ne yek du dîwar tên pêşiya te. Nevzat ez ne şaş bim di pênc şeş salan de encax wergera wî xilas kiriye.
Vê talîyê wergerekî bi navê armağan Ekici jî vê kitêbê wergerand bo tirkî. Min li ser wergera wî jî çend gotar xwendin. Camêr kedeke pirr mezin di ber rêya wergerê de daye. Dibêjin wergera armağan pirr baş e li ser ulyssesê pirr serwext bûye, dibêjin di dema joysê li wir Hama bêje hemû kovar, rojname wesayre her çi hatibe weşandin xwendiye ji bo ku hemî îmge, jargon, esprî yên veşartî, hunera edebî...hwd yên joysê fêm bike. Wergera armağan bi tirkîya îroyîn e..
Ez jî pirr dixwazim bixwînim ji loma li hêviya çapkirina kawa Nemir im. Dema çap bû ezê hem a tirkî hem jî a kurdî bistînim û bi hev re di eynî kêliyan de bixwînim. İnşallah emê karibin jê tiştek fêm bikin *



05.12.2019 01:02 ~01:04 | ferhenga şikestî

24. Romana James Joyce e navdar e, ji xwe Joyce bi vê romanê ve dibêje "min ev roman ew qas mamik û xaçerêzan ve tijî kirîye da ku tu kes nikaribe jê fêhm bike." Di demekê lê kurdîya wê weşanxaneya tirkan Everesté da çap bibûya lê ez bawer im lê piştê sersalê li weşanxaneya Avestayê da bi wergera Kawa Nemir ve û wek du cildan çap bibe.



05.12.2019 02:05 | xwebixwe

25. kawa nemir ji Wergera xwe ya ulyssesê pasajek xwendiye, welle zehf rind e zimanê Kawa.



15.05.2020 11:43 | tizbîkêş

26. Pirtûka James Joyce e. (Piştî vê hevokê ez bim ez vê peyamê naxwînim) Bi qasî nivîskarên xwe wergêrên xwe yî zimanên biyanî jî navdar dike, bi vê taybetmendiya xwe zehf meşhûr e. Min îro ji dengê Kawa Nemir qismek biçûk jê bi kurdî guhdar kir. Şikur yarebbî te ev jî kir qismetê me. Ez dibêm we jî hay jê heye di demeg nizam nêz nizam dûr de wê bi kurdî derbiçe. Maşalê weke wergera tirkî mîna nan û avê were firotin û neyê xwendin, tiştekî din hêvî nakim niha. Ji niha de tu bi xêr hatî biçûka malê.



16.05.2020 01:04 ~01:05 | paşopêş

27. kul û derdê master kurd bû.

romana modernîst a ku ji aliyê james joyce ve di sala 1922an de hatiye nivîsandin. roman, navê xwe ji destana odysseia ya homerosê hildaye û bi karakterên xwe yên serkeke re li hev têv şibandin.

û herwiha romana ku ji aliyê kawa nemîr ve bo kurdî tê wergerandin. û ev bû heft sal e di demeke nêz de tê weşandin.* em hêvîdar in ku ev dema nêz zûzika were da ku em jî hewl bidin (!?) bixwînin û tahma vê berhema bi navûdeng bi zimanê xwe yê şîrîn keşf bikin.



27.10.2020 00:51 | xelîl

28. Pirtûka ku di nav lîsteya min a xwendinê de ye, mame li hêviya wergera kurdî ya teref ji kawa nemir ve, lê xwedêjêrazî hew werdigerîne * bawerkem ez ê dest bi xwendina ya tirkî bikim. :/



12.05.2021 00:58 | xelîl


30. Wergera ku amadehiya wê bi qasî emrê zarokekî ajot û dawiya dawî va ye qediya, çap dibe.
çavên wêjehezan ronî. spasî û destxweşî li Kawa nemir.



26.01.2023 13:33 | şikber

31. tam 10 salan berê di tirşikê de behsa wergera kawa nemîr hatibû kirin.
ulysses/5572
axîr îsal temam bûye.

(bnr: di dîroka kurdan de tirşik.net)



28.01.2023 07:37 ~07:40 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ulysses

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî