Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; aboriya kurdistanê
peyamên çepikkirî

51441. (bnr: berîk valaya)



25.06.2013 00:01 | xewn

51478. ger em wek têgeheke bigirin destên xwe binirxînin, divê destnîşan bikin ku kîjan kurdistan?

niha kurdistan çar perçe ye û her yek ji wan ji yên din cuda ye

jixwe ji xeynî başurî axên dîn hê ne ser bi xwe û azad in lewma jî ne pêkan e pargeleke birêkûpêk bo aboriyê saz bibe

mariv ji bo niha bi tenê bo başurî dikare çend tiştan bêje û parçeyên din jî divê di nava sîwaneke din de bên nirxandin..

aboriya başurî mixabin li ser neft û petrolê ye. dibêjim 'mixabin', ji ber ku heke aboriya dewletekê li ser çavkaniyên binax ava bibe, tê vê wateyê ku dewleta hanê li paş maye..

nîşaneya pêşveçûyînê hilberînên li ser amûr û alavên teknolojîk û zanîstî ne.. di kurdistana başur de mixabin hê serê derziyê jî, lastîka erebeyê jî, îskana çayê jî nehatine hilberandin.

perwerdehiyeke hemdem tune ye ji ber wê ye ku nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane bi tena serê xwe peyda bikin, her tiştên xwe ji derve dikirin, û bi tenê petrolê difroşin, petrol jî ji aliyê dewletên din tê derxistin yanê hê nikarin petrola xwe jî dêrînin..

bi kurtasî rewşa parçeya ku tenê ew azad e jî gelek xerab e, niha petrol heye lewma ne xem e lê sibe?



08.06.2013 14:50 | simurg56