Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; însan
peyamên çepikkirî

51475. wekî sadî şîrazî gotî



du dilopên xwîn

sed hezar endîşe



28.06.2013 23:52 | simurg56

97161. Peyveke erebî ye, ji nîsyanê tê. Nîsyan, jibîrkirin e.

ınsan, yê ku ji bîr dike. Jibîrkirin, afeta zanînê ye. Dema zanîn winda bibe îda her xirabî jê derdikeve.
Heke en wateya vê peyvê firehtir bikin; Yanî însan, yê ku ji bîr dike, xetayan dike, neqencî û xirabiyan dike, bêbextî û xayîntiyê dike, nankorî û bêaqiliyê dike ye.

Li gorî hevalêkî ji Silopî ku heyranê çayê ye; însan, ew e ku çayê çêdike û divexwe *



27.10.2013 15:55 | simurg56

97162. Tişta ku ji min re seyr tê, hevşibîne peyva "nas" "şînas" ya kurdî/îranî û peyva erebî "nas"/"îns" e.

Wexta em dibêjin filankes merivê me ye, em dixwazin bibêjin ew xizm/eqreba/nasiyê me ye. (Bi rastî di kurdî da wateya merdim/meriv ji ya "nasî" nêziktir e...)

Di erebî de jî ji bo merivan dibêjin nas/îns ji bo yên biyanî dibêjin "cîn". Wexta di quranê de peyvên "îns û cîn" bi hev re derbas dibin wateya wê "yên nasî û yên nenas tevda" ye . cinnet: bexçeya veşartî/nenas ....ecnebî/cunub: biyanî. Can: ruh, yê veşartî.
Carna di quranê de ji bo tiştên nedîtbar/nedîyar jî peyva "cin" hatiye bikar anîn. Wexta xweda dibêje "min cîn ji agirê bêdûkel afirandin gengaz e ku mebest jê "enerjî" be. Wexta em ayetên derbareya melek, cin û şeytan tînin ba hev; Şeytan melek bû, melek cin in, şeytan cin e hingê em karin bibêjin peyva "cîn" ji bo her tiştê ku xuya nake bikar hatiye.

Zimanê xwedê matematîk e, wî matematik teqdîr kir(lîmît) û fîzîk (eşya) afirand . Wexta ji însanan re bi erebî,aramî, îranî peyam şand wî xwest ku em ayetên wî weke matematîkê li hev bînin, teqdîr bikin ji bo va celeb ayetan gotiye "ew miteşebîh in" yanî ne wek min gotî lê wateyên wan yên din hene, bes dişibin hev...

(Dervey mijarê: Ji bo rêzikên bingehîn yên dînê, peyva "hukm, muhkem" bikar tîne. Hin hukmên xwedê wisa ne: zîna; anku hevşabûna bêmahr û neheq. Ateistek jî dizane zîna tiştek xerab e, ew bixwe jî naxwazin hevserên wan wana bixapînin, lê yên misilman êdî eqlê xwe winda kirine û ji ateistan zêdetir qala "azadiya nihandinê dikin". Her însan dikare şahidiya vê yekê bike ku, fêde wergirtina ji belengazan/hewcedaran bênamûsî ye loma faiz divè qedexe be. Xwedê dibêje li ser soza xwe bimînin, derew nekin. Xwedê dibêje nedizin. Xwedê bi nêzî 120 ayetan dibêje, werin ba hev û alikariya hev bikin ji bo kom û qewmê xwe berhev bikin û belav bikin. (Nek werin ba hev û nimêj bikin).... ev ji hukmên bingehin ên dîn e, em ê ji ber van hukman werin darizandin)

Tiştê ku min ji hinek ayetên miteşebîh hildaye ev e. Melek, cin, şeytan; însan bixwe ye. Ti merivek bêmelek bêşeytan tine. Lê şeytanê recim; hêza me ya neyini ye. Heke ez bibêjim kurd ji qewmên din çêtir in, aha ev şeytanê recim e. Heke ez bibêjim ez xwedî hêz im, gelek baqil im divê însanên din rêz li hember min bigirn û ji min re bibin xulam aha eviya şeytanê recim e; ji ber ku ez bi rastiyê dizanim lê ez ji bo berjewendiyèn xwe rastî vedişêrim.
Di quranê de şeytanê recîm gotibû" te adem ji herrî çêkirî, te ez ji êgir çêkirim, nabe ku ez secdeyî ademê bikim" anku ez ne melekek (hêzek) ji rêzê me ez ê bi ya însanan nekim û ez ê wan ji rê derxînim. Dibe ku pirranî bawer dikin ku; şeytan, melek, cin xwedî bedenek in. Tişt pê nabe evana miteşebih in. Baweriya bi wî awayî yan bi vî awayî kesek ji dîn dernaxe. Pêkneanîna hukmên xwedê meriv ji dîn derdixe...

Li gor dînê îslamê, însan bi awayê baştirîn hatiye afirandin. (Fair enough, kesek tine eviya înkar bike). Lê gava ku însan daxwazên dilê xwe ji xwe re kirin xwedê, hingê dibe heywanek ji heywanan, dibe heywanê bênamûstirîn. (Furqan 43-44)
Li gor min: însan ji hev gelek cuda ne, her yek dinyayek e, her yek hêjayî afirandina hûr ya milyar salan e. Hêjatirîn berhema milyar salan e. Xizmên hev bin jî, ji hêkek peyda bibin jî bes "nasî"yên hev in.



26.06.2013 22:46 | simurg56

106875. him belengaz, zeîf û jar
him jî kujer, xwînrij û har



26.10.2013 23:54 | endazer