Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
bavê teyar - tirşik
bavê teyar
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikvanê şanoyê yê kurd yê ji rojavayê kurdistanê.. demekî bi rêzefîlmên xwe yên ku tê de mêrê kurd yê feodal û doxînsist karîkatûrîze dikir di nav civata kurd ya li bakurê kurdistanê gelekî navdar û popûler bû.. çend caran min li ser roj tv-yê jî darî şano û fÎlmên sîtcomê yên vî camêrî kiriye niha çi bike û bi çi ve mijûl be xwudê zane.. min di serî de digot qey lîstikvaneka amator û neakademîk e lê piştî ku li ser roj tv-yê min dît û min fêm kir ku mekteba vî îşî nexwendibe jî ji derinan derheqê şanoyê de tiştinin bi ber guhan ketiye û camêr rola xwe baş dilîze.. mixabin di bazara şano û sînemayê de kêm kesên kurdistanî û kurdîaxêv hene.. çi bêjim hêvî dikim rojekî em navê vî camêrî di proje û prodûksiyonên baştir û bikalîtetir de bibînin û seyr bikin..



19.07.2013 03:13 | endazer

2. mêrê sê jinan ye *



20.07.2013 02:32 | brusk56

3. her çiqas je acis bum ji karaktera ku dani peşiyame rastiyék nişan dide..feodailte di jiyaname da çava çih kirye..



20.07.2013 12:16 | roj

4. zilamek pir baş e. çaxê trt 6 nû avabûyî gazî bavê teyar jî kiribûn da ku bê li ser tv ya xapînok. lê vî camêrî got hûn ji qamişlo heya enqerê rêya min bikin zêr jî ez nayêm xwefirotinê.



20.07.2013 04:16 | feqiyêteyran

5. ji kurdên binxetê ye. Navê wî yê rasteqîn cumayê xelo ye. film û reklamên qomedî dikşîne. li gorî ku ew dibêje, ji bilî karên hunerî di karmendekî alavên spî de dixebite.



09.09.2013 20:11 | seydayê_peyvan

6. henekbêjê herî zîrek yê kurdan. bêhenek dibêjim, ji kengî ve ye ne him e ne jî gum e. me cdyên wî ji destên hev direvand.



09.09.2013 20:26 | înano lo

7. komedyenê kurd.. îro min li ser facebookê di wêneyekî dît wî û teyarê ku di fîlman de rola kurrê bavê teyar dilîze -nizanim di rastiyê de jî kurê wî ye an na- li hemberî hêzên ku dixwazin rojavayê vegirin û bikin jêr destê xwe rext girêdabûn û çek hildabûn ser milê xwe..

ji vir kerem kin: https://www.facebook.com/photo.php?fbid=497227073647433&set=a.190920107611466.36996.161324003904410&type=1&ref=nf



13.09.2013 00:39 | endazer

8. bi destpêkirina şerê li Rojavayê dev ji sê jinên xwe berdide dest davêje keleşê.ez hêvî dikim ku pêş de fîlmeke bi navê ''bavê teyar xwedîyê du keleşa'' derxe.



13.09.2013 02:03 | eînsthemeelî

9. navê wî wisa derketiye ''Bavê teyar mêrê sê jinan'' straneka delîla ji bo wî hatiye çêkirine heye sê jinên azad...ez wisa difikirim xeletî car heye..



13.09.2013 14:29 | elias

10. li rojavayê kurdistan herkes bi bavbûna xwe tê naskiriin.mînaka herî mezin bavê teyar e.lê ez nizanim bavê tirşikê ki ye ?



13.10.2013 16:36 | zerozero

11. gorî wî axavtina zimanê tirkî zehf hêsan e. (bnr: ayşoler,fatoler)



20.12.2013 07:49 | karmatî

12. replîkek ji fîlma (bnr: bavê teyar mamoste)

- çi gotina kurmancî hebe ez nîv qurmiçî dikim û "ler" pê ve dikim dibe tirkî. mesela eyşoler, fatoler. ez heta sibhÊ dikarim "ler" pê ve bikim.



20.12.2013 18:38 | oxir

13. nizanim, bavê teyar çiqas rexne bikin jî kefa min jê re tê û çend cara temaşe bikim jî dikenim.



10.02.2014 01:21 | rêzan

14. replîkek ji fîlmê wî, di go; ma çiqas karê deruwa bike, biçirrrrêêê!



06.03.2014 12:34 | mamostanısebin


16. Lîstikvanê Her ez navê wî dibihîzim ev beşa efsaneyî ya filîmê wî tê bîra min.




12.04.2020 12:32 | f

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol