Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tim û tim bi telefonê mijûl bun - tirşik
tim û tim bi telefonê mijûl bun
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirsgirêkeke populer a dinyaya modern e. ku te hay jê tune be wê bibe pirsgirêkeke mezin ji bo yên derdora te. xwe jê dur bixin, ku hun nekarin qet nebe xwe ji yên derdora xwe dur bêxin.



13.11.2014 23:40 | azadixwaz

2. tişta ku li serÊ mirov dibe bela. ger di nav malbatê de mere her tim bi telefonê mijûl bibe, ji devê herkesî heman gotin derdikeve. de bes lo ew çi di telefonê de heye ku tu evqasî lê dinerî? *



13.11.2014 23:44 | mergehez

3. Wekî zincîrekî girêdayî ye histuyê meriv de. Êdî meriv eleqe xwe birî ye ji derdorê xwe, em jiyana xwe ya rastî de mirin ya jiyana xeyalê de dijîn.



13.11.2014 23:56 | mîr

4. tişta ku dibe sarbûna ji hevalê xwe. heqqet 2-3 hevalên min hene ku ez êdî qet naxwazim bi wan re rûnim. qaşo ji bo sohbet kirinê mirov rûdinê balê. ew hema her û her bi telefonê mijûl e. yek ji wan jî heye ku, ew gotinên xwe dibêje û li telefona xwe dinêre dema tu xeber dide te seh jî nake. ji xwe nizane te çi jî got. hema çi bizane wê dûbare dike.

ê de were bi mirovên wisa re biborîne ..



14.11.2014 01:08 | brusk56

5. hindî mirov bêje hebûna (bnr: têlefonên bi aqil) bo mirovahiyê başe lê mezintirîn nebaşiyê jî didet.



14.11.2014 01:13 | vêca çiyeeee

6. tişta ku ez tenê ji bo nûçeyên anf'ê û xwandina peyamên tirşik'ê dikim. **



14.11.2014 11:50 | nazim tolhildan

7. Karê sereke yê hevalê min malê ye. Bawer bikin di tuwaletê de jî bi telefonê mijûl dibe. Ji ber wê herî kêm nîvseetê di tuwaletê de dimîne. *



14.11.2014 20:03 | xendekî

8. bi taybetî jî di metropolan de gelek bi hêsanî tê dîtin..

lê divê mariv bi yek-çavî lê nenihêre, hûn ê bêjim çima?

her dem û serdem û heyam li gor taybetî, pêşveçûn û geşedanên mirov, mirovahî û cihanê teşe digire.. hin kes dibêjin sed sal berê ne wisa bû, di malan de ceryan jî tunebû, dema tarîtî û zilûmata şevê, şevê zeft dikir, herkes li derûdora agirekî, findekê diciviyan û şevbûherkan dest pê dikir û şêniyan kêf dikir falan û bewan... îcar ez bipirsim; gelo mirov guherîn an jî teşeya cihanê?

tabî teşeya cîhanê guherî kakacan. heke mariv here sê hezar sal berê hingê mariv dê bibîne ku wan deman jî tiştên ku sed sal berê hebûn, tunebûn. lê mirov her eynî ne, heman in.

yan qenc in, yan qirêj in; aramî û aşitî jî heye, şer û pevçûn jî heye, dilpakî û dilsozî jî heye, zikreşî û çavnebarî jî heye, niha jî heye, beriya niha, hezar sal berê jî hebû, dê siberojê de jî hebe yanî yên diguherin ne mirov in, cihan e. û gelek normal e ku bi guherîna cihanê re mirov jî biguhere, axaftin, sohbet, hevaltî hwd.. tiştên baş in lê ev nayê wê wateya ku formata wana difelişe... bi guherîna cihanê, têgihîştin û mejîyên mirovan jî diguhere..

jêrenot: dema ku nû hatibûm stenbolê, helwest û tevgerên stenboliyan ez şaş metal hêliştibûm, di destê herkesî de telefon û di guhên wan de mûzîk.. kes li kesî nanêre û kes bi kesî re napeyive; min gotibû ev çi ye? ev dinya û çandeke çawa ye? axirê mehekê jê derbas nebû, ez jî bûm wek wan. yanê robot!

jêrenot2: di navbera mala min û nexweşxaneya ku têde dixebitim de saetek rê heye, û di heftê de pênc roj diçim û têm yanê dike deh saet rê.. ger hûn bin hûnê çi bikin? mariv ji ecizî û bêçaretiyê, xema dilê xwe pê telefonê direvîne.. mesele bi kurtasî ev e



14.11.2014 23:31 | ferhenga şikestî

9. kerrrratî ye. gelo tu karê wê kesê tune ye? ez naxwazim listîkan li telefona xwe zêde bikim ji ber ku meriv bi van tiştan pir mijûl dibe. gerçî dîsa tiştek nakim lê ji barkirinê çêtir e tiştê ku min kiriye.



15.11.2014 11:56 | kurê xelkê

10. dema ev tişt tê serê min derfet hebe ez li ser peyareyê zemîna ku ji kesên astengiya wan a fizîkî heyî re bi taybetî hatî danîn dimeşim.. :(



wekî wêneyê de jî tê dîtin ji ber ku zemîna wê şerîdê bi piyan tê hesîn ji nexweşên telefonê re çareyek baş e :(



Here lînkê



24.04.2015 15:48 | hêja hûner

11. rojê en hîndik heşt seet pê mijûl dibim niha çavê min bûye wekî..........dêşê 2nûmare mîyop

van roja êmin bese





not: wedî neysa sansûr û qedexe nayê ser kurdî .



25.04.2015 14:31 | shorbevan

12. Berê te telefonî kesekî dikir, yekser telefona te vedikir ji ber ku berê telefon ji bo gotinekê, pirsekê yan silavekê bû, biçirranda 5-6 deqa dirêj nedikir
Van rojan dema ku yek telefonî te dike, 80% ew mirov doza civat û galgalê dike
Îca tu telefonê venekî jî xwe dixeyidînin.



10.07.2019 20:37 | ezcan

13. rewşa min e. ku karekî min tune be, telefonê digirim destê xwe û heta razanê ji destê xwe bernadim. lê tişta baş ez ne di medaya civakî da mijul dibim lê li nûçeyan û gotaran dinêrim. an jî vîdeoyên ku bala min dikişîne temaşe dikim.



04.12.2019 10:41 ~10:42 | xelîl

14. nexweşîyek vê serdemê ye. tenêtî û takekesîtî ji ber wê zêde bû ye.




15. Min dema mirovên li derdora xwe û xwe jî tê de, di nav vê rewşê de didît, pirrî caran xwe ji vî halî aciz dikir û ev hal ji xwe re dikir kul û derd. Lê ev demek e êdî vê tiştê ji xwe re nakim xem. Piştrast bûm ku serdema me bêsebir û naylonî ye. Em çendîn xwe jê aciz bikin an jê bitirsin jî berê dinyayê, qenc an xerab her li guherînê ye.

Carnan li kargehê an di rêwitiyekê, civatekê de bi dizî li mirovan dinêrim * Wê gavê mijûliya kesan a bi telefonê re, bi min him komîk him jî trajîk tê. Mirov çendîn ji vî halî bêzar, bi gilî û gazinc bin jî bê çare û bê guneh in ji aliyekî. Jiyana mirovî her ku diçe bêtir têyî desteserkirin, xitimandin, dorpêçkirin... mirov li ser rûyê dinyayê ji hemû deman bêtir bûye xerîb û maye bi tenê.
Emrê min ne zêde ye lê bi dîtina min, Mirov pirranî jiyaneke bêyî dilê xwe dijîn. Çi zarok çi xort, jin, kal û pîr... pirranî kes di nav xeyaleke dûr û derez de ne. Hin bi hêvî, hin bi mereq, hin bi dilmayîn... telefon bi hawara van mirovan ve tê. Bi awayekî xapînok be jî xeyalên şikestî derman dike, xewnên zarokan dixemilîne, tirs û bêrîkirina kal û pîran aş dike, ciwanik û ciwamêran re dibe stargeha evînê, arezûyê. Ji ber wê telefon, çendîn mekanîk be jî rengîn û efsûnî ye. Wekî deriyekî ku digihîje cihekî bi sêhr, dibe hevalê bêhevalan.



04.12.2019 21:50 | xeyda

16. Edeteke ne baş e.
Ev edet dişibe xewê, Bênin bîra xwe hûn di nava rojê de bi çi qasî razên ewqas zêde xewa we tê, hûn dibin gêj. Wek ku bi rojan hûn raneketîbin. Telefon jî wisa ye tu bi çi qasî pê re mijûl bibî demeke şûnde ev saetên te yên mijûlîyê roj bi roj zêde dibin.
Ji vir çar pênc meh berê min got di têlefona min de çend sepan hebin ezê jê bibim. Min wisa kir min hemî sepanên ku pê re mijûl dibûm jê birin. Bawer bikin di nava du mehan de min bi qasî 25 kitêb xwendin. Law min got ev telefon her meh bi qasî 12 kitêb xisar li min xistiye. Axirî piştî kitêbeke rûsan hinekî ji xwendinê eciz bûm û dîsa min telefon girt destê xwe û dîsa wa ye Hama bêje du meh in min rûpelek jî pirtûk nexwendiye.
însanek ku mekanîzmaya wî ya otokontrolê qels be divê ji amûrên wek telefonê dûr be. Emrê me dihere em bi telefonê lê temaşe dikin.
Hindek jî dibêjin înternet bixwe nimetek e û bi rêya telefonê tu dikarî ji vê nîmetê sûd werbigrî lê ez bawer nakem. Çimkî agahî û zanînên ku meriv ji rêya telefon an kombersê fêr dibe, pirr zû ji bîr dike, mayînde nabe. Çimkî di înternetê de tu di nava saetekê de hezar tiştên ji hev cuda dixwînî. Ev têgeha lez'ê belayê serê bîr'a mirovan e. Mêjî gêj dibe û tiştan ji bîr dike. Çimkî tu mejiyê xwe hînî çi bikî ew jî wisa bersiva te dide. Tu Hama her tiştî dixwinî mejî jî digire lê ji bela lezê naxe bîr'a te. Loma lazim e em xwe nexapînin.
Pirtûk Heyat in.
Neyse min biryar e sibehê dîsa hemî sepanên wextkûj ên telefonê jê bibim hew dêhn û bala xwe bidim kitêb, fîlm û tirşikê.



05.12.2019 01:20 ~01:23 | ferhenga şikestî

17. Tenêtî û gerîna hin tiştên din e, nexweşîyek e giran û di cih da rûniştî ye ta te bi xwe ra nebe, naçe jî.



05.12.2019 02:22 | xwebixwe

18. Gotina dîyamin "ma layê min telefon manyaxîyi heyra" *



05.12.2019 10:31 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» timeanddate
» timtêl
» telefonên gêj
» bundle

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî