Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
biwêjên kurdî - tirşik
biwêjên kurdî
(34) (3) (27)
di mijarê de bigere

1. (bnr: av di neqeba wan de naçe)

(bnr: avê daye kuna rovî)

(bnr: avê lê venaxwe)

(bnr: avika rûyê wî teqiya ye)

(bnr: ban û bangerek in)

(bnr: bayê tu anî an bagerî tu anî)

(bnr: di bayê xirê da)

(bnr: be'de xerabul besra)

(bnr: beng benga wî ye)

(bnr: ber mirinê re kir da ber tayê re here)

(bnr: beqê req hilgirt)

(bnr: di ber re qajikê xwe jî dicû)

(bnr: berûya ji qalikê xwe der e)

(bnr: bêmene)

(bnr: bêjinga bêxweyî ye)

(bnr: bênder li erdê ye)

(bnr: bê nan û xwê) an (bnr: bênanûxwê)

(bnr: bê ser û çav)

(bnr: aqilê xwe ji dûvê rep girtiye)

(bnr: aqilê wî ji kîsî xelkê ye)

(bnr: agir û pêt ji devan dibare)

(bnr: afirê berîn e)

(bnr: wek liba nîskê ye ne ber e ne pişt e)

(bnr: wî jî tam li tiştekî heye)

(bnr: xwudê fêla mêr dizane ji lewma dest û pê kirine di zik de)

(bnr: bila yên wekê te bimirin hîn caw erzan)

-----------------------------------------------------------

Nîşeya Moderator: ev peyam berhevkirina 26 peyamên ku ji aliyê nivîskarekî hatiye nivîsandin, e. Sedema sererastkirina peyaman rê li ber yadoîtiyê girtin û hêsantir kirina xwendina mijarê ye..



19.07.2013 04:39 | endazer

23. Ew komepeyvên biderb ên ku nifşên nû jê bêpar in.



19.07.2013 10:37 | rojgar


25. (bnr: bûn heyva bin ewrê)



21.07.2013 14:25 | înano lo

36. kurmê şîrî hata pîrî



11.09.2013 20:32 | newenda

37. qunê bi min re neyê GÛ Bİ TERA TÊ...



08.11.2013 23:58 | nunê

38. morîya bi qul li ERDÊ NABÎNE...



09.11.2013 00:01 | nunê

39. MİN DESTÊ XWE Jİ VEGERA TE Bİ HEFT AVAN ŞUŞTİBÛ...



09.11.2013 00:03 | nunê

40. derpê ji qûna xwe avêtiye.



09.11.2013 00:20 | mamoste marûf

41. GÛ KET KÎSE TE!



09.11.2013 00:22 | mamoste marûf

42. ŞÎRHERAMÎ NEKİN...



09.11.2013 00:23 | mamoste marûf

43. di nav gûyê xwe de nîsk dîtin...



09.11.2013 02:11 | rexnegirêtagirtî

44. quzzilqurt û çupilme



09.11.2013 07:31 | karmatî

45. ava serÊ wÎ dikele

avê daye kuna rovÎ



09.11.2013 11:11 | xelîlêzer

46. boy merive aqilmendra dibijin= rûspî



15.11.2013 19:58 | sîyabend

47. boy axaftinaka xwûşra dibêjin= şekir dêvketî



15.11.2013 20:18 | sîyabend

48. tu hesbikî axaftinê nazîk bibirî te bêji = lafate şêkir dibirim...



15.11.2013 20:22 | sîyabend

50. me bi çayekî bixesirîne. (were bibe mêvanê me)



06.04.2014 21:45 | dara berrûyê


54. (bnr: geriyaye û diriyaye)

(bnr: gem li dêv xistin)

(bnr: çog dayîn)

(bnr: bi deriyan ketin)



07.03.2015 14:35 ~14:37 | ferhenga şikestî


56. (bnr: gotina ji quna xwu fêmkirin)



09.03.2015 16:06 | sedrik

57. nemire kero bihar e

roviyek berdayî çêtire şêrek girêdayî



09.03.2015 20:41 | musab

58. (bnr: mirina bi hêl dawet e)

vê êvarê li pêş deriyê nexweşxanê dêya min ji min re got.pir kêfa min jê re hat.qesta min a ji bo tenêtiyê gelek xweş tîne ziman.



13.04.2015 00:34 | şêxê bêserî

59. (bnr: hewşa devê wê/wî nîn e)



02.05.2015 11:33 | xwelî li ser

60. (bnr: destê min di nav rûnê sor de be)



18.09.2015 20:03 | xendekî

61. xelk dinê hev, em serê xwe dişon.



17.04.2016 15:17 | xwelî li ser

62. bûkeke min jî heye lê li mala bavo ye.



07.05.2016 12:38 | xwelî li ser

63. (bnr: li bavê xwe zêde kir)

(bnr: ker zirî pișkul firî)

(bnr: li heft bavê xwe zêde kir)



21.05.2016 01:52 ~02:14 | gumgumok

64. (bnr: bîra bi derziya kolayî)



23.08.2016 14:03 | xendekî

65. yek ji wan eve;



(bnr: agirê xweyî cehlimê nedan)



23.08.2016 21:12 | shorbevan

66. (bnr: gunehê xwe nedan yekî)

(bnr: destgirtî)



23.08.2016 21:21 | shorbevan

67. (bnr: şeş milî lê dide)



12.01.2017 11:02 | xendekî


70. (bnr: kerro mina hero)



18.05.2017 15:41 ~2020.05.20 14:07 | bûtîmar

71. (bnr: kezeb pirç bûyîn)



31.05.2017 03:11 | xwelî li ser


73. Mala pîrê, sitara pîrê
Yan jî wek wisa jî tê gotin.
Mala pîrê, gora pîrê



12.06.2017 01:52 | rûbar


75. (bnr: tirekî di mal de nekirin)



26.01.2018 16:49 ~2018.04.15 18:35 | xwelî li ser


77. (bnr: te kire çol)



17.04.2018 14:44 | gumgumok

78. gula anîya
Mînak
çira gula anya te venabe?
Yanî tu kêf xwe nabî. Te xêr e? Çi kula te ye?



09.05.2018 14:40 | xwelî li ser

79. (bnr: kurê kesa xeberek besa)



06.11.2018 01:57 | bilbilê dilkul

80. -qune tazî, tembûr dixazî
wate: gava ku di deste te de imkanek tû ne, lê tu disan tişten bi zehmet dixazî.
-aqil tû ne cop li qune
wate: gava ku tu serê tişten kêrnehatî lê illegal yan xeternak dixebitî.
-weke xirre ker li nav maye
wate: gava ku tu ji hin merîven re baver dike û ji alîya wan ve tê hiştin.

ere biwejên ji bîra min tên giştî bi dijûnin. *



06.11.2018 12:05 ~2018.11.07 10:30 | tekoser

81. pozê yekî neşewitîn



06.02.2019 22:43 | bilbilê dilkul

82. Çawa min go niklê wî sor e, te go kew e.



19.11.2019 15:39 | xwelî li ser

83. li ser nanê yekî dîtin
meseleya wê ev e: dibê rojekî yeke şirnexî gotîye helawa sêrtê zehf xweş e. dibêjin te xwariye? dibê na, min li cizîrê ser nanê yekî dît.



24.12.2019 00:22 | xwelî li ser

84. miriyê xwe jibîr kirin
dema ku mirov tişteke zehf xweş dike dibejin oxx mirov miriyê xwe jibîr dike.



24.12.2019 12:26 | xwelî li ser

85. Pişta xwe pê rast kirin
Dema ku mirov têr xwarin bixwê vê gotinê dibêje.



27.12.2019 23:45 | xwelî li ser

86. Savarê me ji goşt û birincê wan çêtir e. Bêminettir e yanî.



28.12.2019 11:55 | xwelî li ser

87. nezanî riheta canî



26.01.2020 21:58 | gumgumok

88. Kî ji kî nexweş be dibêje "derdê diranan bibînî"
zarokên min hene ,keçên min gura birin , kurê min jî dêlegur
Me zarokên xwe xwedî kir bi bistana , keçên xelkê ji me sandin bi navranan
tu kumê kî birevînî



06.04.2020 23:33 ~23:57 | brzn

89. tu hê kîr û gunikê xwe ji hev nas nakê!
yanî tu nizanê kîrê te kîjan e gunikê te kîjan e . hê serê te nav gû de ye.



30.04.2020 01:06 ~01:07 | xwelî li ser

90. gava ecelê bizinê tê, şîrê gavan vedixo

dema ku dora tiştekî tê, îlle tiştek dibe sebeb.



03.05.2020 00:11 | afa

91. (bnr: biwêj) û (bnr: gotinên pêşiyan)



03.05.2020 04:20 | xabûrî

92. (bnr: qam qama devê ye, aqil aqilê kerê ye)



04.05.2020 01:13 | kalo

93. (bnr: Ê xelkê qûn e, ê te tenekê rûn e.)



04.05.2020 01:16 | kalo

94. Goştê îsanî nêwerêno, çermey ci kêra nêdeyeno.
bnr. Here lînkê



04.05.2020 22:29 | hak buddy

95. (bnr: lavzê xwe ji min veke)
Ji niha û şûn de ji min re neaxive, têkiliya xwe ya bi min re qut bike, yê min û yê te xilas.



05.05.2020 04:36 | meçidîçinedî

96. suwarê hespê xelkê zû peya dibe



06.05.2020 01:28 | afa

97. bi cêrê kesî neçe avê



06.05.2020 01:29 | afa

98. Serûpoz in ji hev ra



06.05.2020 01:33 | dilnaz

99. Bixwe goşt têxe goşt, bêmane



06.05.2020 01:36 | paşopêş

100. (bnr: ferqa biwêj û gotinên pêşiyan)



06.05.2020 02:18 | xelîl

101. bi tira xwe qulingan dikuje.



06.05.2020 03:19 | roberz

102. (bnr: pê êşeka li ser doşeka)



07.05.2020 00:49 | bûtîmar

103. (bnr: ji kîsê bavê xwe çûn)



07.05.2020 01:14 | xelîl

104. (bnr: te kurd kir dewlet)

Li herêma me, gelî goyan tê gotin. Dema kesek nawenise karek bike, karê xwe baş nekirbe, bêxêret be, welhasil di rewşek negatîf de be kesê himber wê/wî dibêje te kurd kir dewlet. Di van formên hevokan de jî tê gotin: mala minê te kurd kir dewlet. te kurd ji min re kir dewlet. Versîyonek dî ya vê biwêjê eve:
(bnr: te kurdistan ava kir)



10.05.2020 11:20 | hespêsor

105. Mîza xwe ser sera xwe re diavê yanê çarçav e, şiyar e, zana ye û hwd.



13.05.2020 04:06 | rizgarm

106. etehiyato çawa lê hato

ji bo kesên bê xislet tê gotin. divê hema bila tiştekî çêbibe lo çawa dibe bila bibe.



18.05.2020 03:46 | afa

107. goştê ga ye li ber çawa ye: tiştek an bûyereke eşkere, neweşarbar, bê şik û vekirî.



18.05.2020 09:59 | bayê newala şemo

108. Ez dibêjim hirç va, tu dibêjî rêç va



20.05.2020 11:14 | afa

109. (bnr: ne min ê ne te yê)



20.05.2020 13:55 ~14:47 | bûtîmar

110. "Kûçikan dide ber pellan"
Wate: ji mirovên karan nakin û vala rûdinin re dibêjin.
Mînak:Aha master kurd kûçikan dide ber pellan, bila karekî bike.



20.05.2020 14:38 ~14:39 | master kurd

111. kundê serê şikêran, bavê min got wateya wê nebaşbûn e lê li gorî min wateya bêkêrî jî dihewîne. Kesekî ku li ba wan tê bikaranîn hebe û wateyê zanibe bila ji kerema xwe binivîse.



24.05.2020 19:14 ~19:14 | xabûrî

112. (bnr: ne to ver ne to dim (ne li paş ne li pêş) ) yanê merdim nêzana ki verê to şî o nêzana ki dimê to yenê.



30.05.2020 16:36 | rizgarm

113. mirî û mewitî. Peyva duyem jî bi erebî hemwateya ya yekem e. Ev biwêj ji bo kesên di xwe re nabînin, ji bo kesên keslan re tê gotin.



08.06.2020 11:09 ~11:10 | xabûrî

114. dewê xwe dirjênin û peşkek nadine me.



13.06.2020 23:39 | xwelî li ser

115. te terisê (rêxa hesp û keran re têt gotin me ser avê xist.)
wate ya wê; teris ên ku ser avê ketin tevlî avê diherikin diçin cihê xwe namînin. tiştên ku destê me bi rûyê te da winda bûn çun..
herêm: serhed



15.06.2020 00:10 | golikvan

116. Dawa wê/wî bi ser de kirin. Yanê hemû şerm, eyb û kêmasiyê wê/wî kesê/î li cihê bûyî an ne bûyî anîn ziman.
Mînak:

- Miho hema texsîr nake dibêje û dawa wan bi ser wan de dike.



17.06.2020 01:29 | rizgarm

117. dema ku pêdivîyek hebe û ew qasî ne ferz be, ev biwêj tê gotin:
vêga cihê wê naêşê.



29.06.2020 14:49 | xwelî li ser

118. "Li ser welê min"

Bavê min bi kar dianî, ez niha bi peyvan nikarim pênaseya wê bikim lê bi mînakekê hêvî dikim bidim fam kirin:
-min duh de qet tiştek nexwariye. Li ser welê min di sarincê de firingiyek hebû min ew xwariye. Wekî din w'ad be.



18.11.2020 23:46 | rizgarm

119. "ya mêran jêhatin e!" Maneya wê biwêjê ewe ku dema kirina karekî ji destê mirov were, divê mirov wê derfetê bikarbîne, bêdeng û bêhîmet û tirsanek nemîne; û mêraniya xwe her wê saetê de bicih bîne. Ango mêranî ewe kû mirov xebata xwe di dema herî baş de bike.
Belê ya mêran jêhatin e. Bonimune, Dema ji we bêt, eskeriya dijmin nekin, dema ji wê bêt dengê xwe nedin partiyên dijmin, dema ji we bêt tawîzê nedin dijmin. Helbet ew kesên bê derfet, mirov nikarê lome bike, lê ew camêrên ji wan bêt û xwe pasîf bihêlin, li gor vê biwêjê mêraniyê bicih naynin.



19.11.2020 13:12 ~13:15 | lawkegoyi

120. cênîkên min diarin! cênîkên wî lêdidin.
ji bo tiştê ku mirov pir jê aciz dike tê gotin.



02.12.2020 17:36 ~17:37 | xwelî li ser

121. Bi Dev û rûya çûyîn erdê
Yanê li hember rewşekê an bûyerekê fedî û şerm kirin. Mînak: mehmekerîm tiştek weha kir ku ez bi dev û rûya çûm erdê.



18.12.2020 18:27 ~2021.08.19 12:35 | rizgarm

123. Gava ko em bawerîya xwe ji yekî nayînin ko heq ji kirina xwe bê der, em dibêjin:
"Filankeso bela filan tiştî bike ez ê pîvazkê li gûhê xwe vekim."
Gava em dixwazin ji yekî re bêjin nekirkêr:
" Ne hêjaye serîyek pîvazê."
Gava em dixwazin ji yekî re bêjin derwîn e/ virrek e:
" Rûyê xwe reş diki."



19.03.2021 22:19 | pîroz

124. Kondêza binê lênî: bi kurmancî "heska bin beroşê". Ji bo merivên fesadiyê dike û gotin tê de nasekine re tê gotin.



30.04.2021 15:51 | rizgarm

125. +Koro tu çi divê?
-Zir çavek!



01.05.2021 20:11 | pîroz

126. heft pehîn lêxistin : ji bo mijarên ku dide zanîn kesê/a li hember hostetir û zanetir e. Gelemperî ji bo qerf û henekan tê bi kar anîn.

Mînak: heke mesele derew be brehîm heft pehîn li miço xistiye.



12.05.2021 21:44 ~21:47 | rizgarm

127. Biwêjek ji bavê min:
Tu gû û hingiv deynê ber devê xwe nade hingiv.
Ji bo ew kesên ku ji tiştekî fêm nakin re tê gotin. * WEK: DE HERE LOO. TU Çİ Jİ Heyata xwe fêm dike.



06.06.2021 21:57 | xwelî li ser

129. çavê xwe tarî kirin: bi biryar bûn, li ser gotina xwe sekinîn û israr kirin.



19.08.2021 12:34 | rizgarm

130. Qîz qereçî, nabe xatûn

Hezar rehm li gora wî bibare gotina kalkê min e, lê dîya min ku xwedê ji temênê min qût bike bavêje li ser ê wê,, gelek dibêje...



19.08.2021 18:57 ~19:45 | pîroz

131. ev hîn Elif bê ye, ê pirî li pê ye
Wateya wê ew e ku tiştê qewimî sivik e, girantirê wî hêj maye .



19.08.2021 20:21 | navîgiranmezelîwêran

132. şehrê mêr nêmane, navê dîka kirine kesekî
nizam ev gotina biwêje an na lê serhedê wek biwêjek tê bikaranîn. wateya vê gotinê jî mêrên ku xwe wek siltana ew bajarê dibînin tê gotin
lê rêxin



19.08.2021 20:32 | doesntmatter

134. înciraxî kirin
Kezeb li meriv reş kirin, meriv rehet nekirin, meriv ji mereq û mitaleyan bi kul û kesera xistin.



24.08.2021 00:10 | rizgarm

135. gava mal tije be, kevanî şêr e.

Min îro ji dîya xwe bihîstîye û hengî kêfa min jê re ehat min xwest têxim nav tirşikê jî...



31.08.2021 23:10 ~23:24 | pîroz

136. filankeso bi deyn dike şeytên

Ji bo kesên pir bêhawe û ji rêderketî tê gotin.



31.08.2021 23:27 | tîrêj zana 21

137. (bnr: an xew e an jî kew e)



31.08.2021 23:52 | xelîl

138. Ker çi zane zehferan çi ye îro min ji diya xwe bihîst , wek eşek hoşaftan ne anlar a Tirkî ye.



18.09.2021 20:54 ~2023.01.13 10:28 | navîgiranmezelîwêran

139. Qûna rûniştî xweş tê govendê.



06.11.2021 18:31 | xwelî li ser

140. dinya ne bi zorê ye, bi dorê ye



07.11.2021 01:22 | pîroz

141. ev peyam ji me re zêde bû *



07.11.2021 02:18 ~2021.11.08 13:36 | ozmoz

142. biwêjên kurdî/137636 evêya tirkmancî ye heval, ne Kurdî ye. divê yan navê mijarê were guhertin yan jî tu sererast bikî.



07.11.2021 20:32 | xabûrî

143. hasil ê here Mûsilê

Dema yek bixwaze bêje tu gelek dereng vî tiştî dikî ev biwêj bikar tê. Wek heta tu xwe Amade bikî hasil ê here Mûsilê !!! Wate tu ewqas xwe derengiyê dixî , dereng î.



07.11.2021 23:16 ~23:19 | navîgiranmezelîwêran

144. "perên wî biba ew biça esîmana"

qey li ser kêfxweşîyê...



10.05.2022 21:53 ~21:54 | ciwanzêr

145. Îro hevalek min li ser toqeyê minê ji girêdanê sist bibû tiştek got. Rastî gotinek eyb e lê biwêjek wiha jî heye yanî.
“Mîna qûzê pîra” wek toqe, ji bo tiştên fere û sist re tê gotin.



10.05.2022 22:00 | xemakê

146. erd bigihe ezman: ji bo tiştên nemimkun, yek nahêle tu bikî tê bikaranîn.
wek; bi xwudê erd bigihe ezman tu neçûyî wê malê!
sond xwar, got bi xwudê erd bigihe ezman bêyî firavîn lingê te ji vê malê derneket!



11.05.2022 13:19 | endazer

147. ser û siya wan li ser bûn
Xwedîtî li tiştekê/î, kesekê/î kirin.
Mînak:
-xem neke, qene nêzî xaniyê pîrika wan e, dê ser û siya wan li ser be.



27.05.2022 16:42 | rizgarm

149. Pêşa min vekiriye: kesek bixwaze ji yê/a hemberê xwe re bêje tu xêra te negihiştiye min tê bi kar înan.



05.10.2022 20:58 | rizgarm

150. (bnr: ser dewra adem pêxember mayîn)
Wate: ji bo fikir û hereketên zehf paşvemayî û paşverû tê gotin.
Mînak:
+ew cilên xwe bi destan dişûn, makîneya wan tunne.
-ohoo, ew jî ser dewra adem pêxember mane.



14.02.2023 15:01 ~15:01 | pêşewa

151. (bnr: derbasiya dinê)
Li devera me da bersivekî pirsyarên "tu çawa nî, çawa diçe" ye. Ku rewş monoton be, bersiv wiha dibe.
Mînak:
+ Merheba tu çawa nî, baş î?
- Sax bî ez baş im, derbasiya dinê ye. Tu çawa yî?



12.04.2023 12:56 ~13:02 | pêşewa

152. pîvazek di nav rûyan de hûr kirin : Bi kêmanî dilê kesekê/î xweş kirin.

Mînak:
te pîvazek nav rûyên wî de hûr bikira, hema pênc paqnot jî têxista bêrîka wî.



16.04.2023 11:30 | rizgarm

153. (bnr: zîn bizinê kirin)
Wate: pir bilez bûn, pir ecele kirin.
Mînak: em hema çûn hê nû rûniştibûn, ewî Zîn bizinê kir got de em rabin.



06.11.2023 18:29 | pêşewa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» biwêjên di nav peyvê tê gotin
» kurdî xwarig

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî