Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
biwêjên kurdî - tirşik
biwêjên kurdî
(34) (3) (27)
di mijarê de bigere

86. Bi Dev û rûya çûyîn erdê
Yanê li hember rewşekê an bûyerekê fedî û şerm kirin. Mînak: mehmekerîm tiştek weha kir ku ez bi dev û rûya çûm erdê.



18.12.2020 18:27 ~2021.08.19 12:35 | rizgarm

87. Gava ko em bawerîya xwe ji yekî nayînin ko heq ji kirina xwe bê der, em dibêjin:
"Filankeso bela filan tiştî bike ez ê pîvazkê li gûhê xwe vekim."
Gava em dixwazin ji yekî re bêjin nekirkêr:
" Ne hêjaye serîyek pîvazê."
Gava em dixwazin ji yekî re bêjin derwîn e/ virrek e:
" Rûyê xwe reş diki."



19.03.2021 22:19 | pîroz

88. Kondêza binê lênî: bi kurmancî "heska bin beroşê". Ji bo merivên fesadiyê dike û gotin tê de nasekine re tê gotin.



30.04.2021 15:51 | rizgarm

89. +Koro tu çi divê?
-Zir çavek!



01.05.2021 20:11 | pîroz

90. heft pehîn lêxistin : ji bo mijarên ku dide zanîn kesê/a li hember hostetir û zanetir e. Gelemperî ji bo qerf û henekan tê bi kar anîn.

Mînak: heke mesele derew be brehîm heft pehîn li miço xistiye.



12.05.2021 21:44 ~21:47 | rizgarm

91. Biwêjek ji bavê min:
Tu gû û hingiv deynê ber devê xwe nade hingiv.
Ji bo ew kesên ku ji tiştekî fêm nakin re tê gotin. * WEK: DE HERE LOO. TU Çİ Jİ Heyata xwe fêm dike.



06.06.2021 21:57 | xwelî li ser

92. çavê xwe tarî kirin: bi biryar bûn, li ser gotina xwe sekinîn û israr kirin.



19.08.2021 12:34 | rizgarm

93. Qîz qereçî, nabe xatûn

Hezar rehm li gora wî bibare gotina kalkê min e, lê dîya min ku xwedê ji temênê min qût bike bavêje li ser ê wê,, gelek dibêje...



19.08.2021 18:57 ~19:45 | pîroz

94. ev hîn Elif bê ye, ê pirî li pê ye
Wateya wê ew e ku tiştê qewimî sivik e, girantirê wî hêj maye .



19.08.2021 20:21 | navîgiranmezelîwêran

95. şehrê mêr nêmane, navê dîka kirine kesekî
nizam ev gotina biwêje an na lê serhedê wek biwêjek tê bikaranîn. wateya vê gotinê jî mêrên ku xwe wek siltana ew bajarê dibînin tê gotin
lê rêxin



19.08.2021 20:32 | doesntmatter

96. înciraxî kirin
Kezeb li meriv reş kirin, meriv rehet nekirin, meriv ji mereq û mitaleyan bi kul û kesera xistin.



24.08.2021 00:10 | rizgarm

97. gava mal tije be, kevanî şêr e.

Min îro ji dîya xwe bihîstîye û hengî kêfa min jê re ehat min xwest têxim nav tirşikê jî...



31.08.2021 23:10 ~23:24 | pîroz

98. filankeso bi deyn dike şeytên

Ji bo kesên pir bêhawe û ji rêderketî tê gotin.



31.08.2021 23:27 | tîrêj zana 21

99. (bnr: an xew e an jî kew e)



31.08.2021 23:52 | xelîl

100. Ker çi zane zehferan çi ye îro min ji diya xwe bihîst , wek eşek hoşaftan ne anlar a Tirkî ye.



18.09.2021 20:54 ~2023.01.13 10:28 | navîgiranmezelîwêran

101. Qûna rûniştî xweş tê govendê.



06.11.2021 18:31 | xwelî li ser

102. dinya ne bi zorê ye, bi dorê ye



07.11.2021 01:22 | pîroz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» biwêjên kurdî
» kurdî-dera cizîrê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî