Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hemşîre - tirşik
hemşîre
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. an jî hevşîre, di ferhengê de, kesên ku eynî pêsîrê mijiyane, hatiye gotin..li gorî nîşanyan peyvek bi farisî ye, ji hamşîreyê, همشيره , tê û wate şîrbira an jî şîrxwîşk e..



18.11.2014 20:41 | havka

2. yek ji koma xebatkarên nexweşxanê ye ku ez qet ji wan hez nakim ..



19.11.2014 08:40 | brusk56

3. dijminên înternan e.



19.11.2014 12:30 | simurg56

4. kesên ku divê destê wan pir sivik bin.

(bnr: efendiyên derzîyan)



19.11.2014 14:05 | nazim tolhildan

5. kesên navê wan bi jinan derketiye, lê tenê 2-3 hemşîreyên dêrikê jin in. gelo nifşê hemşîra kengî mezin bû hhhh



li acîlên bajarên biçûk, ji ber kêmbûna bijîşkan dostê herî dost ên bijîşka ne. helbet rojên em naletê li wê rojê tînin jî hene..



16.08.2016 03:35 | berxweda

6. pîşeya melîsê ye.



16.08.2016 13:53 | çarçoveya bextewariyê

7. Karê xwe dikin, ger nexweşên zîrzop û nas û merivên nexweşan ên berredayî, nezan û ehmeq destûr bidin dê tu problem dernekeve.

Ez jî li nexweşxaneyê dixebitim loma baş zanim.

Hûn nikarin bi nexweşekî re mijûl bin lê hemşîre di rojê de carinan bi sedan kesan re mijûl dibin bi ser de jî xezeba merivên nexweşan..



Belê nexweş belengaz in lê xizmên wan ne belengaz in, wexta însanên me derdikevin li ber doktorekî mîna ku pêxember be rêz li ber digirin, newêrin dengê xwe bikin. Loma tên hemî hêrs û qirêjiyên xwe li ser hemşireyan de vedireşînin



tu bêjî qey kurdên me di salê de çil heb kitêb dixwînin û loma di têkiliyên xwe de pirr şareza û maqul in lê ev hemşîreyên me giş nezan in nabin nabin nabin! Tew mala minê*



17.08.2016 09:28 ~09:29 | ferhenga şikestî

8. Xebatkarên nexweşxana yê ber destê bijîşkan e
Heta îro tenê ji bo derzî lêdanê tekilîya min bi wan re çêbûye
Xebatkarên ku ji sibe heya êvarî qûna xelkê dibînin û derzîya li wan didin
Ew qas pispor bûne ku tên hama derpî û kîlodê te ji te xweştir dadixin û karê xwe dikin

Xwûdê ji wan razî be karê wan jî zehmet e xwûdê wan ji suryalîya biparêze



03.02.2020 00:16 | tîrêj zana 21

9. Dibe sê sal ku ez vê karî dikim. Lê nêrîna li ser me serî de xelet e. Em ne xebatkarê ber destê bijîşkan e. Û ne jî hewesdarê dîtina qûna ne. Dibê mirov dîmenê bi her awayê bibîne. Û tika dikim ji we (taybetî kekê tîrej zana 21) tu karî piçûk û hêsan nebînin ji ber wê mezinên me gotine "zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane". 24 seeta li ser darê lingan sekinandin tenê ne ji ber pera ye ez heyran dilê me jî heye helbet.



03.02.2020 00:25 | rizgarm

10. Bi ya min xebatkarên ku gelek zehmet dibînin. Mehekê berê çûm nexweşxaneyê ber derî nêzî 30 kes rêze de bû û karkerên hêja deqekî nesekiyan. Car caran hêrs dibin bersiva mirovan nadin, min got êdî ez we fam dikim. Hêrsbûn mafê we ye lê bila giran nebe *



03.02.2020 07:15 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hemşîre

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî