Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
mala minê - tirşik
mala minê
(9) (0) (9)
di mijarê de bigere

20. her hefte li bendê disekinim ku biweşe. Heta niha beşên wên xweş bûn. lê beşa 5. bi awayekî balkêş ne xweş bû. bawer im, hin sehne bi serkeftî nehatine kişandin, lewma ji bo ku wext tije bikin 6 deqe copy paste kirine.
hêvî dikim vê projeya xweş neherimînin



30.11.2019 23:35 | mergehez

21. Heta niha min hersê beşên serî seyr kirin û hersêk jî xweş bûn, hêvî dikim berdewam ke..
tiştên aha lazim in ji me ra



01.12.2019 13:56 | bûtîmar

22. her ku diçe qels dibe û hejmara şopînerên xwe jî winda dike. xetaya wan a ewil êdî beşên nû wek dubareya beşên berê dewam dike. senarîst naxebitin :/

-hem senaryoyê de tiştên nû dernakevin, beşên nû de em tişteka nû nabînin, heman çîrokên berê dubare dubare germ dikin û tênin pêşîya me; ev jî êdî mirov aciz dike. divê di her beşê de çîrokek xweser jî hebe, piştî mirov seyra beşê dike divê mirov tişteka nû bibîne. lê na.

-beşa ewil 55 deqe bû, beşa du û sêyê jî; lê ya 4ê û pê de her ku diçe seeta beşan kêm dibe, beşa herî dawî kete 33 deqeya. jixwe 10 deqe reklam û cast e 3 deqeya dubareya tişteka berê li wir dimîne 20 deqe.

ev herdu kêmasî zehf xwe didin der, di bin şîroveyên youtubeê de jî gelek kes behsa van tiştên dikin. ji ber wê divê senarîst û eleqedar van rexneyan bidin ber çavê xwe.



14.12.2019 23:34 | xendekî

23. min her du beşên dawîn vê êvarê temaşe kirin
bala min kişand her diçe xirab dibe, min di beşa dawî de jixwe hîç guh jî neda wisa vekirî ma bi tenê dengê wê dihat min.

her du beşên ewil xweş bûn, ya sêyê teqûreq lê jê şûnda ne baş bûn
ez bawer im hinekî ecele kirine. senaryo qels e, ez li dewsa wan bûma minê deh beş amade bikirana dûre hemîyan bi hev re biweşandana an jî min deh beş amade dikir dûre her heftê beşek diweşand. wilo mirov dibêje qey her heftê difikirin gelo em vê beşê çawa bikin.

beşa ewil nêzîkî saetekê bû lê aniha ketiye nîv saetan. ma wilo dibe?
ew hamdi karaman bi du karekteran dilîze. ew her du karekter jî dema diaxifin zêde diqîrin, bi dengekî berz diaxifin ji loma profesyonelîya wî ji eyar de dikeve, mirov eciz dike. ji kerema xwe re bila hinekî sekan be.

xwedîgiravî arîfo feylesof e lê heta aniha min ji peyv û hevokên wî hîç tiştekî feylezofane seh nekirin. tiştê ku dike nîşaneya aqilavêtinê ye. carinan dibêje tu zanî falan feylesof gotiye çi? tiştekî dibêje lê mirov tênagihîje behsa çi dike ma ezxulam feylesofî û aqilmendî ev e? ev tarz dişibe tarza ew xwendekarên ku te dît hê nû li zankoyê beşa felsefeyê qezenç dikin û ji derûdora xwe re behsa felsefeyê dikin.
dîsa dibêjim ew her sê keçik bo vîtrînê hene. baş e ku êdî asya stranan nastrê. ew çi bû gidî hetka strana gulbarînê biribû mîratê?
senaryo timîdaîm eynî ye dîsa bêjim; dijwar dixwaze asyayê eyar bike tiştekî dike lê bi ser ve nabe. û bi stranê jî beş xelas...



15.12.2019 00:22 ~00:25 | ferhenga şikestî

24. rêzefîlma ku êdî heçko tenê ji bo kişandinê tê kişandin. ev 2-3 beş in senaryo bi temamî eynî ye.

- jenerîk.
- dîmenên stenbola rengîn
- dijwar ji derekê taktîkek distîne ji bo ku asyayê bixapîne lê li temamê taktîkê guhdar nake û loma bi ser nakeve. çayê dixwazin, asya qûna xwe dizivire û diçe.
- dîmenên stenbola rengîn
- jinika jina xwedîyê mal diçe mala keçikan: tu şêrîn î, ruken tirş e. asya li ber eynikê ye. asya-> selfîe kişand.
- xwedîyê mal: bqrbanîtebm, bqrbanîtebm, bqrbanîtebm. pere, pere, pere. paşê jina wî tê dibêje were hundir ji te re çay çêkim
- dîmenên stenbola rengîn
- stî xanim: şekspîr, romeo û julîet, mem û zîn. eynik meynik. nabe nabe nabe. destê xwe dibe enîya xwe.
- dîmenên stenbola rengîn
- por-qijo stran dibêje
- xelas.
- cast diherike.

ji aliyê derfetn teknîkî ve kêmasî tune. lîstikvan jî ne xerab in. wê teqez baştir jî bibin. tekane kêmasî senaryo ye.
berî rêzefîlmê ji min bihata pirsîn, min ê bigota ya zehmet teknîk û lîstikvanî ye. lê xuya ye berevajî ye.

min hêvî jê nebiriye lê êdî herkes vê rewşê jî dibîne. weke li jor hatî, ku sahneyên dubare, stran, jenerîk û cast jê were derxistin tenê 20 deqe dimîne. lazim e xebatek ku hatîye vê astê, bikare bi hêsanî vê yekê jî çareser bike.



15.12.2019 13:57 ~13:57 | simurg56

25. karakterên ew qasî karîkatûrîze, asta zîrektî û mîzaha mirovên berê xwe didinê û pê re jî kêfa wan jê re tê ji ya efrîqiyên çav bi televîzyonê neketine jî nizmtir e. bêtir jî ew kesê xwe dikê dilqê jineke pitpitok de û mêrê bisimbêl ku tim hesabê pereyan dike.



15.12.2019 22:25 | ma min çi ji kê kiriye?

26. min îroj beşa dawî (beşa 8) temaşe kir.
min baş fêm kir. canik û camêrên ezîz fikreke wisa pêşniyaz kirine; emê beşek vê rêzefîlmê amade bikin, dûre hemî beşên dî varyasyonên cuda yên beşa ewil bin jixwe xelk û elem ji bo peyveke kurdî birçî ne tî ne loma kes dê dengê xwe neke. eyn wisa li wan qewimîye. ger hûn bi tenê beşa ewil temaşe bikin êdî ne hewce ye hûn ê beşên dî temaşe bikin.

dijwar; taktîk hevalno taktîk ezê çawa asyayê eyar bikim?
asya; kî di serşokê de ye? kî hi?
stî xanim; şeref şeref şeref, şano huner e şano estetîk e şano quzê kerê ye!
celîl; pere pere pere, çaya belaş, ji mala min derkevin! ezê biqurbanî te bim
reşîd; çay çay çay
rûken; makyaj bike makyaj
mîrza; dijwar wisa neke, arîfo wisa neke
arîfo;afgdfhasjkdkisşglkajehopaşiKDEŞIFJOKL
xaltika; rûtirşê asyayê....

welhasil hemî replîkên vê rêzefîlmê ev in.



22.12.2019 23:25 ~23:26 | ferhenga şikestî

27. Fîlma ku min hîç li beşekî wê jê temaşe nekiriye. Nizanim çima lê ez ê nekim jî



22.12.2019 23:40 | darînê daryo

28. bi beşa xwe ya 9emîn, bi gavek biçûk be jî ji dubarekirina xwe dûr ketîye lê hê jî problema senaryoyê didome. li gorî îstîxbarata tirşikê wê heta beşa 13an jî bidome.
di vê beşê de jî çewtîyeka montajê hebû, sahneyek 2.5 caran dubare kir li ser hev.



29.12.2019 12:25 | simurg56

29. Heta beşa 13a di carekê de bi ecele kişandine. Li ser beşan bi taybetî nesekinine.
Lowma hemû beşên wê weke kopiya yek digerê ne.
Hêvî dikim wê xeteyê li sezona duyemîn berdevam nakin.



29.12.2019 14:21 | cinorek

30. xwedî mûzîkek gelek xweş ya jenerîkê ye. ji aliyê harûn elkî ve hatiye çêkirin lê gotin jî aîdê wî ne an na, nizanim.

"vaye jîyan destpê dike
bi hemû xeml û rengê xwe
carina ji me re bang dike
hembêz dike bi comerdîya xwe
carina tuşî xeman dike
heta bikemile xavîya me

em dikenin (lê belê)
em diqetin (lê belê)
car dikevin (lê belê)
car dibezin (lê belê)

tim bi evîn
eşq û hez in
zar û mezin
tim bilez in

jîn mazûvan em mêvan in
em tebetî keda xwe ne
evîn ked e û livan e
him evîn heye em hene

em dikenin
em diqetin
car dikevin
car dibezin

tim bi evîn
eşq û hez in
zar û mezin
tim bilez in

jîn mazûvan em mêvan in
em tebetî keda xwe ne
evîn ked e û livan e
him evîn heye em hene"

di 2 beşên dawîn de piçekî senaryo xwe livandiye û sahneyên xweş dihewandin. (mixabin di beşa 11emîn de dîsa xeletîya montajê hebû)



12.01.2020 12:34 ~12:35 | simurg56

31. di beşên xwe yên dawîn de hinek be jî baştir bûbû. rijên şemîyê, piştî taştê ji me re bûbû edet ku çayê vexwin û li beşa nû temaşe bikin. lê vaye dîyar kirine ku wê bi dawî bibe. heyf!
gelek ked tê de hebû. ji bo lîstikvanan, televîyonan û hwd. wê bibûya tecrûbeyek baş. xwedê bike ji bo yên baştir bibe destpêk.



25.01.2020 11:56 | simurg56

32. Ev demek e dikevime twittirê ji bo waxtekî hin kesan derbarê lîstikvanên mala min de propagandayek qirêj kirêt dikirin.Sedem jî ev bû ku ew lîstikvan ji bo pera li wir in û têkilîya wan bi Kurdî tune.
Li gor min jî kê çi bibe bila bibe, çi dike bila bike , kesên ku kedekî û milekî didine Kurdî ew camêr in.Min zêde temaşe nekir lê heta niha jî rêzefîlmek wiha çênebûye jî.Serkeftin dixwazim û wan pîroz dikim û xemgînim ku Mala Minê beşa dawî dikişîne.



25.01.2020 14:56 | brzn

33. rêzafîlma ku yanzde lîstikvanan ve hatîye çêkirin.kembuna lîstikvnan bo wan kemasîyek bu.jimara ye ku têda dilîstin zêdebuna yê daha rind buya.



26.01.2020 13:24 | golikvan

34. Rêzefîlmê ku ez zehf ber ketim kû hew tê kişandin.
Di televîzyonen kurdî de pêngaveke zehf bi qîmet bû. Xwezî dewam bikira.
Her çiqas kêmasiyên wê hebin jî, bi kurdî ti rêzefîlmên wisa nînin.
Xwidê bikê ku projeyên dî wisa derkevin.
Malava ava entertainment



26.01.2020 19:38 | gumgumok

35. Rêzefîlma, carnan bêhemdî lîstikvaniya rêzefîlmên flash tv'yê tîne bîra min * bila dilê xwe nekin lê li gorî sîtcomekê Xwediyê mîzahake gellekî qels e û senaryoya wê ya rijî jî bi ser de. Hema bêje tim heman tiştê dikişînin û raveyê temaşevanan dikin. Ji lîstikvaniya selim akgul pê ve kêfa min ji yekî re nayê. Xwezî bi qasê guh bidin xeml û rewşa mekanan guh bidana senaryoyê jî.



27.01.2020 00:00 ~2020.01.26 23:59 | xeyda

36. rêzefîlma pir qenç bûye ku êdî nayê kêşan û weşandin. çend car min xwest li ser tiştek binivîsim û qala xwelîserîya çêker, senarîst û derhênera; herwiha îstîsmar kirina kurdî bikim. lê xêzefîlm ewqas lewaz û pûç e ne hêjayî rexneyek cidî ye jî.



03.03.2020 20:22 | hespêsor

37. Rêzefîlma ku demekê min bi eşq û can lê temaşe dikir, lê piştre her diçû kêfa wê nema, jixwe ji aliyê komediyê ve zêde ne baş bû, lê car caran dîmenên pir komîk jî hebûn.
Mînak dema ku şanoyê li ser xwestina keçikê digot: bavê min li pazarê petata difiroşe petata




Ji xeynî van ji Aliyê lîstikvaniyê ve kêfa min ji Selim akgul re dihat, dibe ku ji ber ku Torî be *



12.08.2021 01:13 | merwano