Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
îlyas salman - tirşik
îlyas salman
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ji lîstikvanên sereke yên yeşilçamê ye.

îro nîvê xwe kiriye jin: http://www.cnnturk.com/fotogaleri/turkiye/ilyas-salmanin-goruntusu-sasirtti



23.11.2014 22:43 | simurg56

2. min di tu fîlmekî de nedîtiye ku bûyî serlehengê fîlmê û di fîlmê de rola sereke leyîstî.. nizanim belkî ji ber vê karÎyera xwe ya tijî rolên alîkar kesayeteke xwelîser, şikestî, pelixî û perçiqî ye.. berê ji xwe r digot ez kurd im ji ber wê di sektora sînemayê de îş nadin min heta li ser bextê wîkîpediyayê dibêjin daxwaza penaberiya siyasî ji hollandê kiriye demekî lê ev daxwaza wî qebûl nebûye, paşê bi derbekî re nizanim ji ber çi di nivîseka xwe de got ez ne kurd im ez tirkmeneke elewî me..

xwe wek kemalîstekî dizane û di kovareke şovenîst bi navê türksolu de dinivîse.. bi eslê xwe ji erxewana navçeya meletiya bajarê bakurê kurdistanê ye.. lîse li meletiyê xwendiye û pê re çûye konserwatuwarê û di gelek lîstikên şanoyê û fîlmên sînemayê de leyîstiye, û herwiha çend albûmên wî yên mûzîkê ku tê de stranan dibêje û helbestan dixwîne hene..

vê taliyê di fîlmeke gurcî bi navê corn island (girava garisan, wek mısır tarlası wergerraye tirkî) de lîstiye û e fîlm maye di nav deh fÎlmên berijêr ên hêjayî xelata oscarê de..



hevpeyînek ku rojnameya tirkî radikalê pê re çêkiriye; http://www.radikal.com.tr/kultur/ilyas_salman_erdogan_karsima_ciksin_tartisalim-1269210




3. Lîstikvanê berê keyfa min jê re dihat û piştî min bêriya çend salan bihîst ku di turksolude dinivîse qet kêfa min jê re nayê.



10.01.2015 22:56 | azadixwaz

4. di nivîsa lînka jêr de sevilay yükselir ku ew jî ne kêmî ilyas salman e, dibêje;



''Daha küçücük bir çocuktum... Sense genç bir delikanlıydın...



Devrimciydin sözüm ona... Pis provokatörler tarafından yaratılan ve Malatya'yı kan gölüne çeviren Alevi-Sünni çatışmasının tam orta yerindeydin... Okuduğun Turan Emeksiz Lisesi'ni kafatasçı faşist saldırılardan korumak için lobi yapıyordun Alevi gençler arasında...

Hani bir öğretmen okulu vardı kentin merkezinde... Karşısında da Sümerbank çalışanlarının oturduğu lojmanlar... İşte ben seni ilk kez o lojmanlardan birinde görmüştüm... 1977'ydi sanırsam... Evimize gelmiştin bir aile dostumuzun oğluyla... Bugün gibi hatırlıyorum söylediğin o Kürtçe Arguvan ağıtlarını... Mesela hiç unutmam etrafına toplanan gençlere, "Arkadaşlar... Bu faşistlere ödün vermeyeceğiz... Ben bu itin köpeğin baskısıyla ne Kürtlüğümden, ne de Aleviliğimden vazgeçerim!" falan diyerek propaganda yapışını...



Ve Hamido'nun evinde patlayan bombadan sonra, "Yaşatmayacak bu kafatasçılar beni!" diyerek nasıl arazi olduğunu...''



(ez hêj zarokek biçûk bûm, tu jî ciwanek serxwe bûyî, hingî li meletiyê şerê elewî û suniyan hebû, te jî di lîseya xwe de li hemberî faşîstan, di nav ciwanên elewî de lobî çêdikir.. rojekî tu ligel kurê nasekê me hatbûyî mala me, wekê îro tê bîra min ew stranên kurdî yên ji dengê te.. sala 1977ê bû ez ne xelet bim.. û dîsa hîç ji bîra min naçe, ew gotinên te ku te digot hevalno em vê tirrê ji wan faşîstan re nahêlin, ez tu carî ji ber guvaşên van se û kûçikên faşîst ne ji elewîbûna xwe û ne ji kurdbûna xwe tême xwarê..)



http://www.turkish-media.com/forum/topic/188401-ilyas-salmanin-yalani-ortaya-cikti/




5. ji xeynî vexwarina eraqê bi kêrî gûyekî nayê, her carê ku pêrgî fîlmên wî têm, didim ber çêran ku li ser kirasa kurdbûnê gelek salan henek û qeşmeriyên xwe bi jiyana kurdan kiribû û bêrika xwe tije kiribû...

bêhnpêketiyekî tam e bi şefer! kesayeteke pelçiqî û binpêketî û riziyayî...



10.01.2015 23:21 | ferhenga şikestî

6. di lînka jêr ya odatv.com de, li jêr nûçeyeka derheqê kurdbûn û nekurdbûna ilyas salman de du bikarhêneran di şiroveyên xwe de gotiye me bi çavê xwe dîtiye û guhê xwe seh kiriye ku ilyas salman gotiye ez kurd im û propagandaya kurdbûnê kiriye;



Misafir - mavideniz

1970 yılların sonu yada 1980 li yılların başlarında izmir fuarında tamamen kürtçülük propagandası yapmıştı sahnede..kesinlikle kürt... (di dawiya salên 70 û destpêka salên 80 de, li pêşangeha îzmîrê li ser sehnê propagandaya kurdçîtiyê kiribûye, tu şik tê de nîne ku kurd e..



Misafir - misafirci

Kürt bir sahsiyet Ilyas Salman. Kaniti: Isvec devlet radyosu türkce redaksiyonuna verdigi bir mulakatda kendisinin kurt oldugunu soyluyor. Yil 1992 yada 1993 olacak. isteyen kayit istesin Isvec radyosundan. Benim anlayamadigim bu adam niye inkar ediyor. (ilyas salman yekÎ kurd e, delîla vê yekê jî eve ye; di hevpeyvîneka xwe ya ligel redaksiyona tirkî ya radyoya dewletê ya swêdê de, bi xwe dibêje ez kurd im, sal 92 an 93 bÛ, heçiyê bixwaze dikare qeyda wê hevpeyvînê ji radyoya swêdê bixwaze..



http://www.odatv.com/n.php?n=kurtcu-bilinen-hangi-unlu-sanatci-turk-milliyetcisi-bir-dergide-yaziyor-0710081200




7. ne ti zilam e û heww vêca lîstikvaniya wî weke robert de niro be jî ti qîmeta wî li ber çavê min tine ye.



11.01.2015 07:48 | oxir

8. eslê xwe de ne lîstikvanek serkeftî ye. lê fîlmên wî yên xweş hene.

sedema wê jî ew e ku senaryoyên fîlman xweş in, an jî bi lîstikvanên efsane yên weke şener şen lîstiye, ji ber wê.



ilyas salman, di fîlmên xwe de nalîze; bi min wer tê ku "tenê weke xwe tev digere"



ger em werin fikrên wî yên siyasî: xwedê nehêle.



11.01.2015 09:48 | simurg56

9. Xeylek wext berê Li tuyapê li fûara kitêban ez rastê hatibûm.
Li standa turk solu li kêleka gökçe firat rûniştibû. Li pêş xwe ala tirkiyê li paşiya xwe jî wêneya atatirk hebû. Ên salên xwe digihêjin dizanin ew kovara turk solu û ew gökçe firat çawa dijmintiya kurdan dikir.

Camêr xwe re dibêje solcî lê zir faşîstek e. Mesele ne tenê turk solu ye. Her tim dev dirêjê kurdan dike.

** Çend rojan berê bi wê keçike bi navê ferah evdilla we hewre li hember yilmaz guney kampanyayek reşkirinê çêkirin.

** dema hilbijartinê de jî rexneya HDP'ê dikir. Digot kurd nasyonalîzmê dikin.


Ya ecêb jî ew e ku hê jî Kurdên me rêz ji vî kesî re digirin. Mesela kazim öz çûye jê re fîlmê çêdike. Dike îlyas salman bike qehreman.



01.10.2023 12:02 ~12:05 | cinorek

10. Bilo, sefil bilo, zirzopek dera hanêye lîstikvanek sînemaya yeşilçamêye bêteşeye di ti derîde bi cîh nebûye ne li dêra ne li mizgefta ne li sînagoka.. rola wî û lîstikvaniya wî kesayetiya wî hun dizanin jixwe, ez ne miriyê wîme ne jî saxê wî hebûn û nebûna wî yeke. herhasil ne hêjaye jibûna wî peyamê dirêjbikim hewqas ji serê wî zêdeye



01.10.2023 13:17 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» îlyas salman
» salman rushdie

Kategoriyên mijarê:: sinemalstkvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî